25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan bertek nîşanê ‘tolerekirina’ tundiyê dan

Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê Derya Yanik di 22’yê gulanê de gotibû ku “Tundiya li ser jinan a ku di pandemiyê de hatiye jiyîn dikare bê tolere kirin.” Piştî axaftina Derya Yanik gelek bertek hatin nîşandin.

Meclisa Jinan a girêdayê KESK’ê jî li dijî gotinên Derya Yanik daxuyanî dan çapemeniyê. Sendîkaya Kedkarên Tendirusitiyê(SES), Sendikaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egitim-Sen) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîka Gelan (HDP) beşdarî daxuyaniya li ber avahiya KESK’ê bûn.

‘Tundiya li ser jinan polîtîk e’

Ezgi Ozkan li ser navê Meclisa Jinan a Colemêrgê axivî û wiha got: “Em bang li wezîr dikin, êdî tehemula me li dijî feraseta we ya tundiya li ser jinan û polîtikayên we  yên ku dijminatiya jinan dike nemaye. Şîdeta li ser jinan nikare bê tolerekirin. Hewceye ku hûn ji bo axavtinên xwe lêborîn bixwazin. Tundiya li ser jinan polîtik e. Divê dewlet dev ji biryara feskirina Peymana Stenbolê berde. Pêwiste ku wezareta jinan a ku jinan wekî kes nabîne û polîtikayên malbatî diafirînin bê girtin û di dewsa wê de  ‘Wezareta Wekhevî û Jinan’ were avakirin.”

Canan Gullu ya seroka Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê jî li ser axavtina Derya Yanik got ku: “ Tundiya li Tirkiyeyê her roj zêdetir dibe. Derya Yanik bi axaftina xwe dixwaze rojevê biguherîne. Ji aliye tundiyê de Tirkiye li dû Kenyayê welatê ku herî zêde tundÎ tê kirine. Ev rewşeke xirab e. Mafê wê tune ku bêje em dikarin tundiyê tolere bikin.”