24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Riha, Mêrdîn û Amedê komkujiya Şengalê şermezar kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi boneya salvegera 7’emîn a qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka êzîdî, li Amed û Mêrdînê daxuyanî dan.

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê bi heman armancê bi çarikên spî, li ber deriyê avahiya  HDP’ê daxuyanî da. Meclîsa Dayikên Aştiyê, çalakvanên TJA’yê, hevseroka Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) Perîhan Agaoglu û berdevka HDP’ê parlamenter Ebrû Gunay tevlî bûn. Jinan pankarta “Qirkirina Jinên Şengalê Qirkirina Jiyanê ye, Em Ji Bîr Nakîn” vekirin. Jinan bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz kir.

Parlamentera HDPê Ebrû Gunay bal kişand ser qirkirina jinê û got: “7 sal di ser fermana Şengalê re borî. Bi sedan jin, zarok  û mêr hatin qetilkirin. Jin dîl girtin û bi hezaran Şengalî koçber bûn. Mixabin hîna yên ku ji destên DAİŞ’ê nehatine rizgarkirin hene. Ev yek li ber çavên hemû cîhanê pêk hat. Jinan azadiya xwe bi destên xwe ava kirin. Ew bûn nîşaneya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’.”

Li ser navê TJA’yê Eylem Amak jî daxuyanî xwend û wiha got: “Pêwîst e Tirkiye qetlîama Şengalê weke qirkirin erê bike.” Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

TJA û Meclisa Jinan a HDP’a Amedê li Qada Deriyê Çiyê komkujî şermezar kirin 

Li Amedê jî bi heman armancê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyanî dan. Jinan li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenter Remziye Tosun, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê tevlî daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta ‘Komkujiya êzidiyan qirkirina jinê ye’ û ‘Em li dijî qirkirine jiyane diafirînin’ vekirin.

Ayşe Acar, diyar kir ku bi dehan caran qirkirin pêk hat û wiha got: “Êzidî êrişa herî dawiyê wekî fermana 73’yan bi nav dike. Di encama êrişa DAIŞ’ê de bi hezaran jin, zarok li bazaran hatin firotin. Hêj jî aqûbeta gelek êzidiyan nayê zanîn. Niha êzidî parastina xwe dike. Li gelek welatan êriş wekî qirkirin hat nasîn. Lê Tirkiye bi israr wekî qirkirin nas nake, ligel nasnekirinê li hemberî Şengalê êrişeke topyekûn pêk tîne û bi komkujiyê re rûbirû dihele. Lê divê bê zanîn ku jinên êzidî li hemberî hêzên tarî dê têkoşîna xwe bidomîne. Em carek din li vir bang dikin û dibejin pêşniyaznameya Feleknas Uca divê ji hêla parlamentoyê ve bê qebûlkirin.”

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku têkoşîna jinên êzidî li tevahiya cîhanê ji jinan re bû mînakek û got: “Fermana 73’yan li ber çavê cîhanê pêk hat. DAIŞ erdnegariyê xist gola xwinê. Bi dehan deran qetlîam pêk hat. Divê guh bidin daxwazên êzidiyan. Her wiha têkoşîna jinên êzidî jî girîng e û ji jinên cîhanê re bû mînak.”

Riha

Tevgera Jinên Azad (TJA) û HDP’a Rihayê jî li pêş avahiya HDP’ê Komkujiya Şengalê şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîstên TJA’yê tev lî daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta “Me qirkirina nîjadî û qirkirina jinê ji bîr nekiriye û ji bîr nekin” vekirin çerikên spî dan serê xwe. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, bal kişand ser berxwedana jinan a di komkujiyê de û wiha got: “Em baş dizanîn ku armanca hedef girtina jinan a di komkujiyê de tunekirina nasnameya jinê ya li Rojhilata Navîn bû. Lê bi ser neketin. Jinên êzidî bi berxwedana xwe ya di vê qirkirinê de ji dinyayê re bûn mînak.”

Jinan dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengal’e” û “Jin Jîyan Azadî”berz kir.  Jinan piştre li avahiya HDP’ê têkildarî komkujiyê sînevîzyon temaşe kirin.

Navenda Nûçeyan 