spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li qada mîtîngê daxwazên xwe anîn ziman

Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê pêk hat. Jinên ku ji bo beşdarbûna mitîngê ji bajarên herêmê hatin Amedê, di têketina bajar de li qada mitîngê di nuqteyên kontrolê yên polisan de bi astengiyên polisan re rû bi rû man. Dayika Aştiyê Hatîce Beytûr (50) ji ber flamaya rengê kesk, sor û zer a di destê xwe de hat binçavkirin. Parêzer Elîf Îpek Dînç Ûlaş jî rexmî ku nasnameya xwe nîşanî polisan da jî polisan xwest li ser wê lêgerîn pêk bînin. Ji ber ku li dijî vê hewldana wan derket polisan li Ûlaş dan. Ji bo ku giliya wan bike Ûlaş ji qada mîtîngê veqetiya û çû miduriyeta polisan.

Rexmî hemû astengiyan jî jin bi dûrişm û pankartên ku êrişên li dijî hevzayendên xwe, cinayet, gotinên nîjadperestî û zayendperst şermezar kirin ketin qada mitîngê. Piştî ku ji bo jinên hatine qetilkirin rêz hat girtin  mitîngê bi axaftinan dest pê kir. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: “Em jinên kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Em van êrişan ji dîrokê baş nasdikin.  Bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene. Yên ku ji bo me qêrina azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakize, Fatma û Hevrîn e û bi rihe wan em li ser vê qadê ne.

Îmîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Vaye 22 sal in Birêz Ocalan li Giravê dibin tecrîdê de ye û hevdîtina wî û parêzeran tê asteng kirin. Zagonên xwe jî ji bo vê yekê bin pê kirine. Rewşa tecrîd û zordariyê di hemû girtîgehan de heye. Di girtîgehan de girtiyên nexweş bi mirinêre rûbirû dimînin. Ji bo çûyîna nexweşxaneyan astengiya derdixin. Kesên cezayê xwe kêşandî jî nayên berdan. “

Piştî Îmîr Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz jî jin silav kir. Fehîme Poyraz bi dirûşmeya “Denîz Poyraz nemir e” hat pêşwazîkirin. Poyraz wiha got: “Divê em bizabin ku em hene û li ser piya ne. Weke jin divê em yek bin. Heke wiha nebe em ê winda bikin.” Piştre Poyraz bal kişand ser qetilkirina keça xwe û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Komkujiyek bêparastin pêk hat. Ez wan şermezar dikim. Xisara wê negihiştibû morîstangê jî lê wê qetil kirin. Ji bo kujer tê gotin ku derûniya wî xerabe ye. Lê wiha nîne. Heke derûniya wî xerab bûya wê xesarê dabûya xwe.”

Piştî mîtîng bi dawî bû dema girse belav dibû polîsan dayika bi navê Kejê Yalçinkaya ku ji Wanê hatibû Amedê binçav kirin.