23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan mohra xwe li Nobela 2020’an da!

Xelata Nobelê ya ku her sal di gelek beşên zanist (Kîmya, fîzîk) û beşa wêje û aştiyê de tê dayîn, îsal jî di gelek beşan de xelat hatin dayîn. Di gelek beşên wekî fîzîk, kîmya û wêjeyê de xelatgirtina jinan derkete pêş.

Xelata Fîzîkê ya Nobela 2020’an Andrea Ghez û Reînhard Genzel bi xebatên xwe yên kifşkirina çalên reş ên fezayê yên ku di navenda galaksiyê de ne, girtin.

Xelata wêjeyê ji bo helbestvana amerîkî Louise Gluckê hat dayîn.

Xelata Kîmyayê ya 2020’an jina mîkrobiyolog Emmanuelle Charpentîer a fransî û jina bîyokîmyager Jennîfer A. Doudna girtin.

Emmanuelle Charpentîer û Jennîfer Doudna bi xebatên xwe yên li ser mijara teknolojiya şekildayîna genê kirine, xelata Nobelê girtin. Amûra bi navê Crîspr-Cas9 a ku wekî ‘meqesên genetîk’ tên binavkirin, xwedî peywirekê ne ku di hucreyên dijîn ên wek DNA’yê de guherînên hesas û berbiçav dike. Ev amûra ku her du jinan amadekirî hem wê di lêkolînên bingehîn ên zanistê de hem jî di tedawiya nexweşiyên genetîk de were bikaranîn.

Wek tê zanîn, di dîroka beşa kîmyayê ya xelata Nobelê de ev cara yekem e ku du jin xelatê digirin. STOCKHOLM