23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan piştgirî da malbata Şenyaşar

Çalakiya nobeta ‘Edalet’ê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku 3 ferdên malbatê ji aliyê alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê ve hatibûn kuştin, 42 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Malbata Şenyaşar roja şemî û yekşemê ji ber qedexeya derketina derve neçûn ber edliyê. Vê sibê malbat dîsa hat ber edliyeyê û çalakiya xwe domand.

Li aliyekî din serdana ji bo malbatê jî didome. Parlamenterên jin û rêveberên HDP’ê û HDK’ê îro serdana malbatê kir.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Dayikên Aştiyê di nav şandeyê de cih girtin û serdana xwe di çarçoveya kampanyaya “Ji bo jinan edalet” pêk anîn.

‘Wê çalakiya xwe bidomînin’

Di serdanê de Emîne Şenyaşar lorand û destnîşan kir ku êdî ew nikare ji ber vê zilmê îdare bike û xwest edalet bi cih were. Ferît Şenyaşar jî axivî û ziman ku ew bi biryar in, her roj edaletê dixwazin û heta edalet pêk were wê çalakiya xwe bidomînin.

‘Civak wan efû nake’

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû diyar kir ku di rewşeke wiha de dayîna daxuyaniyê jî zilmek mezin e û tevî ku her tişt tespîtkirî ye lê dîsa jî edalet pêk nayê. Ûgûrlû destnîşan kir ku dawiya dawî wê heqîqet cihê xwe bibîne û kujer wê cezayê xwe bikişînin û ev kes ji aliyê civakê ve hatine cezakirin ku kes wan efû nake. Ûgûrlû anî ziman ku ew ji êş û kesera malbatê baş fêm dikin û ew ê her li cem malbatê bin û daxwaza edaletê bikin.

Endamên şandeyê piştî daxuyaniyê demekê li cem Emîne Şenyaşar rûniştin û piştgirî dan çalakiya edaletê.

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî.