Rojnameya Heftane

Jineke cengawer; Tûfegul

Di her qirn û serdemekê de bi awayekî heqîqeta dîrokî ya kurd, qehremanî û têkoşîna wî ya hatî nixumandin, kariye bê pênase û zelal kirin. Lê belê rastiya jinê ya dîrokî di nav vê heqîqetê de zêde êşare pê nehatiye kirin, dem bi dem -zanebûn an jî bi nezanî- jinedîtîve hatine û nehatiye xwestin mija li ser vê rastiyê bê rakirin. Ji ber ku dema em dîroka kurd, civak û rewşa wî ya siyasî dinêrin hema bêje di her pêvajoyekê de, di serhildan û berxwedana kurd de jinê jî mohra xwe li pêvajoyekê daye lê qala wê, rol û têkoşîna wê zêde nehatiye kirin. Wisa be em ê heqîqeta jinê ya ku nehatiye pênasekirin, jinûve binirxînin.

Rojhilatê Kurdistanê xwedî erdnîgariyeke berfireh û dewlemend e. Dewlemendiyek ku bûye parzonka çandeke bi bereket a navenda wê jin e. Xasma Xorasan ku ji ber vê dewlemendiyê bûye navgîna şer û talana dagirkeran. Helbet qebîleyên kurd ên li Xorasanê ne tenê ji hêla çandî ve, belku ji hêla dîrokî ve jî dewlemend in. Her bihostek axa wê bi çîrok, destan û gotegotên qehremaniyên vî gelê qedîm ku li dijî desthilatdaran serî rakirine, bar kiriye. Ji bo wê, em ê vê carê jî mija li ser rastiya jinê bidin alî û dest biavêjin heqîqeta qehremaniya jinê.

Dibe we serhildana Serdar Êwez Xanê Celalî bihîstibe. Yek ji pêşengê qebîleya Zeferanloya bakurê Xorasanê ku di sala 1890’î de, li gundê Fîroze (ku niha ser bi Azerbaycanê ve ye), li dijî şahê wê demê û dagirkeriya rûsan dest bi raperînê dike. Helbet di wê serhildanê de bi qasî Êwez Xan, nav û dengê Tûfegulê jî heye. Ew beriya wê nêzî 138 salan li herêma Şîrwan a Xorasanê dijiya. Di encama peymanekê de Şah Nasredîn Qaçar gundê Fîroze dewrê hêzên biyanî dike lê wan nekarî dest ji axa xwe berdin û dest bi raperîneke mezin dikin. Jixwe welat bi tirkmenan re di nav şer de bû û Şah nekarî wan bi axa Îranê re girê bide. Rûsan ji firsendê feyde girt û bi siyaseta ku bi rê ve dibirin Şahê Îranê bi “Peymana Axal” a di sala 1893’yan de gundê Fîroze ku kurd lê diman, dîsa beşek mezin ji axa Xezer û bakur, bakurê rojilatê welat radestî rûsan dike. Armanc ji vê yekê bihêzkirina hikûmeta navendî bû. Bêguman li beşek mezin ji vê axê jî kurd diman. Serdar Êwez Xanê Celalî, xanê vê herêmê bû. Li gundê Fîroze kurdên kurmanc ên Selehşor ku ji qebîleya Celalî bûn, diman. Kurdên herêmê ji vê siyaseta Şah Nasredîn bi xof bûn û bi tu awayî li gel vê yekê nebûn ku dest ji axa xwe berdin.

Wek her carê wê kurdên herêmê bûbûna qurbaniyên siyaseta Şahê Îranê û rûsan, ji wan bixwestina axa xwe terk bikin û berê xwe bidin bakurê Xorasanê. Jin û zilamên dilêr ên Fîroze biryar didin li dijî dagirkeriya rûsan serî rakin. Ji bo wê jî di pêşengiya Êwez Xan û Tûfegulê de dest bi raperînê dikin. Şer û pevçûn mezin dibe, gelek cengawer tên qetilkirin û deşt û gelî bi lehiya xwîna van jin û zilaman tê şûştin. Lê jina wêrek, hevrê û hevsera Êwez Xan, têkoşera Tûfegula Fîrozeyî wê piştî kuştina hevserê xwe berpirsyariya birêvebirina gelê Fîroze bigirtina ser xwe û dest bi têkoşînê bikirina.

Tûfegul jinek cengawer a kurdê Xorasanê ye ku piştî kuştina hevserê xwe, rêberê ciwan ê kurmancan di têkoşîna li dijî rûsan û polîtîkayên Şah de (bûyera ku di navbera salên 1327-1335’an de rû dide) li ber xwe dide. Tûfegul jinek bû ku mil bi milê mêrên ji eşîra Celalî li dijî dijmin şer dikir. Ew li pey bû ku bajarê Fîroze paşve bigire û tola xwîna gelê xwe ku hatibû rijandin, werbigire.

Ger heqîqeta berxwedaniya jina kurd di şexsê Tûfegulê de xwestibe jinedîtî ve bê dîtin jî lê li her bihostek axa welat hîna dengê têkoşîna wan jinan olan dide. Hîna dengek enderûn ên van jinên bênav li deşt û newalên Fîroze deng vedide. Bi dehan jinên wek Tûfegulê ku îro navê wan nayê zanîn… Dengê van qehremanan ku bi her wezîna bayê re careke din dengê wan di guhê me de heqîqetekê bi zimezimê dixîne.

Helbet pir kêm tişt der barê wê de tên zanîn û bi taybetî dema ku em dibînin piştî hevserê xwe Êwez Xan berpirsyariya eşîrê digire ser xwe, eşîrê birêxistin dike û birêve dibe. Çawa çêdibe jinek wiha bi bandor evqas kêm qala wê tê kirin? Ev û gelek pirsên din ku hewceye em bikin hene.

Ji bo wê, kêm be jî her agahiyek der barê wê de girîng û hewceye ku em bi baldarî li ser rawestin. Li gor agahiyekê Tûfegul di encama şerekî de dîl dikeve û tê darizandin. Ew dû re sirgûnê Sîbiryayê tê kirin. Di rojên dawî yên temenê xwe de, bi evîna axa xwe, ew dîsa tê vegerandin û piştî ku dimire, cenazeyê wê dibin Fîrozeyê û li wir vedişêrin.