19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jineke serhildêr Rosa Luxsemburg

Rosa Luxemburg di 5’ê adara 1871 li Polonyayê ji dayik dibe. Di temenekî biçûk de(18) tev li tekoşîna sosyalîzmê dibe. Di nava refên Partiya Sosyal a Demokrat a Alman (SDP)) de cih digire. Destpêkirina şer atmosfereke netewperestî derdixe holê. Ev yek jî dibe sedema ku partiya SDP’ê ji xeteke sosyalîst ber bi netewperestiyê ve here. Luxsemberg li dijî fikra ku divê Polonya bi tena sere xwe serbixwe be, derdikeve . Li gorî fikra Lûxsermberg divê Almanya, Avusturya-Macaristan û Rûsya di çarçoveya sosyalizme de serxwebûna xwe îlan bikin. Hewceya li dijî kapîtalîzmê têkoşîneke hevpar hebe.

Tenê serwextiya Polanyayê neçareseri ye. Bi nêzîkatiya netewperestî ya SDP’ê û komên sosyalîst ên Polonyayê dikin ku Luxemburg ji wan dûr bikeve. Dawiya dawî de Rosa têkiliyên xwe bi tevahî bi partiyê re qut dike. Bi vî awayî navbera Rosa û sosyalîstên rûsî xera dibe. Netewperestên polonî en sosyalist bertek nîşanî vê fikre wê didin û di navbera Lenîn û Rosa de nakokî derdikevin.

Luxemburg piştî pêvajoya ku ji SDP û derdorên sosyalist qut dibe bi hevalê xwe Leo Jogiches û Kongreya Polonya û Litvanyayê re hatin gel hevdû û partiya Kraliyeta Polonya û Demokrasiya Civakî a Lîtvanyayê avakirin.

Di sala 1916’de Rosa û Karl Liebknecht bi hev re Yekitiya Spartakus avakirin. Rosa wek gelek jinên ku xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin rastî zilma hişmendiya serdest tên. Di encama vê yekê de jî Rosa gelek caran tê girtin û dikeve zîndanê.  Rosa li hemberî vê yekê jî xebatên xwe didomine. Herî dawiyê bi hevalê xwe Karl Liebknecht re Partiya Komunîst a Almanyayê ava dikin.

Jineke wek Rosayê serhildêr tim di qadraja serdestan de dimîne Ji bo vê jî di 15’ê çile 1919’de bi rêhevalê xwe Karl Liebnecht re bi awayî dijmirovî tê qetilkirin.

Rosa mîna navê xwe rengek bû. Rengekî berxwedêr bû û li hemberî pergalê bû. Rosayê wek navê xwe tovê wê li her deverî belav dike. Wê tovê xwe hertim bi têkoşîneke mezin dikir. Ronahî û ava tovê wê yên têkoşînê jî bawerbûna wê bû. Wek Clara Zetkin jî dibêje: ‘Di hevîrê Rosayê de haveyna şoreşê hebû.” Hewceya ala têkoşîna Rosa yê bê bilindkirin. Tovên têkoşîna Rosa û hevalên wê û her wiha ardilên wan ku bi berdelên giran çandibû, aj da.

Wek mînak Lisolette Hermann li dijî dîktatorîya Almanyayê li ber xwe da û hat qetilkirin. Li dijî dîktatorê Spanyayê Francoyê jin bi navê ‘13 kulîlk’ li ber xwe dan û hatin kuştin. Li Sûdanê gelek jin li ber xwe dan û dîktatorîya Omer-el Besir hilweşandin. Li Kurdistanê jina berxwedêr Leyla Qasim ku li dijî dîktatoriya Saddam Hisên têkoşiya, hat darvekirin. Li Dêrsimê di dema komkujiya 1938’an de Zerîfe li dijî nijadperestî û asîmîlasyonê bi dewleta tirk re dikeve nav şerê hebûn û tunebûnê û dibe yek jê pêşenga jinên kurd, tê qetilkirin. Ev çend mînakên jinên berxwedêr in.

Di mînakan de jî em dibînin, pergala nêrzan di dîrokê de her tim hebûna xwe li ser tunebûna jinan dide rûniştandin. Lê divê em ji bîr nekin pergala desthilatdar jî her tim bi serîrakirina jinan hatine hilweşandin.

Di her kuştina jinên têkoşer de hîn jinên têkoşer şîn dibin û serî radikin. Wek Rosa Luxemburg gotiye: “heme, hebûm û ez ê hebim.”

*Navê 13 kulîlk: Carmen Barrero Aguada, Martina Barroso Garcîa, Blanca Brissac Vazquez Pilar Bueno Ibanez, Julas Conesa Canesa, Adelina Garcia Casillas, Elena Gil Olaya, Virtudes Gonzalez Garcia,Ana Lopez Gallego, Joaquina Lopez Lafitte’yi, Dionisia Mnazarone Salas, Victoria Munoz Garcia idi Luisa Rodriguez de la Fuente.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê