spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jineke Wenda: Gulistan Dokû…

Xecê Bîşeng

Gulistan Dokû li ku ye? Qîzên wenda yên Dêrsimê li ku neee?

Ev zêdetirî 600 rojî ye xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû nexuyaye. Bi ku de birine, çi kirine jê, hay jê tune. Kesê bi guman e, yê ku tilîya wî di meseleyê de heye Zaînal Abarakov li kêfa xwe dinêre. Di pişt heft dîwaran de tê parastin. Hemû gilî û gazin bûne kevir û mane. Gulistan Dokû wenda ye…

Wendabûn, wenda bûye û wenda ye…û hatiye wendakirin. Ev peyveke nas e ji me re. Tim tê serê kurdan. Peyveke timî nû dibe. Kurd tên wendakirin. Peyveke ku veçirîna wê zehmet e. Peyveke qalkirina wê tahl e, giran e. Tu her xwe ji ser diavêjî. Tu her xwe ji ser dadigerînî û bi lêv nakî û newêrî ji xwe re jî bibêjî kesekî min an jî keseke min wenda ye!…

Dayikek 80 salî li gundê Dengiza ya Stewra Mêrdînê ye. Wexta lawê wê li nêzî mala wan ji helîkopterê diavêjin û meytê wî wenda dibe. Dayik hişê xwe wenda dike. Ji wê çaxê de (1997)  diçe pêşiya erebeyên tên gund dibêje qey lawê wê Doxan hatiye.  Maneya peyva wendabûnê ev dayik bi xwe ye. Bi êşa wê dayikê re peyva wendabûnê tê derbirîn.

Dayika Gulistanê jî her çav li lêmişta nav avê dikeve, dibêje Gulistan e. Jê re gotine Gulistanê xwe ji pirê de werkirî ye. Pira jê re bûye Gulistan. Çemê Mûnzûrê Gulistan e. Ma çima destê wê li ber rûyan li ser timikî ranabe. Herder ji bo wê Gulistan e.

Gulistan Dokû li ku yeee?

Biqîrin! bila perda guhên wan biteqe, bibêjin Gulistan Dokû li ku ye?

“Kerr bûn” tu dibê bila peşk li min nekevin deng nakî xwe kerr dikî. Tu dibê ez xwe disitirînim bila tişt bi min neyê xwe kerr dikî…

Û kiryar dibêjin bila finêsên me derneyên xwe kerr dikin. Ji bo şûna wan xera nebe xwe kerr dikin. Ji bo kirinên xwe yên derînsanî veşêrin xwe kerr dikin. Ji bo mirovan bi rehetî wenda bikin xwe kerr dikin û ji ber ku wan kiriye xwe kerr dikin…!

Ên Gulistan wenda kirine xwe kerr dikin. Ên qîzên Dêrsimê wendakirin xwe kerr dikin. Ên bela anîne serê Gulistanê xwe kerr dikin.

Aygul@AygulDoku dibêje: “Herkes bê deng e. Qêrîn û hewara me nare kesî. Wek tu ji kevir re bibêjî kes bersiva me nade. Berî ev bûyer bê serê min haya min ji tu tiştî tune bû, piştî wendabûna Gulistanê pirr êşiyam, Xweha min birine ku? Çi anîne serê wê!? Her roj gupegupa dilê me ye. Em her roj di tatêla wê de ne. Em rojê carkê dimirin! Ez bang dikim: “Li Gulistanê bigerin li Gulistanê bipirsin bila neyê serê we, bila neyê serê kesên din.”

De dibêjin hiş bin! Dayika Gulistanê, xweha Gulistanê wê çawa hiş bin. Merivên wendayan wê çawa hiş bin. Dayikên Dêrsimê wê çawa hiş bin. Hişbûn tepisîn e, hişbûn jibîrkirin e, hişbûn li ber benê xwe rûniştin e, hişbûn dev li zimanê xwe kirin e.

 Qîma sersebeban bi hişbûnê tê…

Ava Mûnzûrê bi xuşîn e. Malbata Gulistanê bi mehan e lê dinêre, li pirê dinêre, li çem dinêre, li xuşîna çem guhdar dike. Rewrewk dikevin çavên wan. Li qiraxên çem digere, li nav deviyan û gîha û riçinan dinêre. Dê, bav xweh û bira li çi digerin. Li çi dinêrin. Belkî mûyekî ji guliyên qîza xwe bibînin. Bîbikên çavên wan zuha bûne. Ava Mûnzûrê çavên wan şil nekiriye zuha kiriye. Îro ava Mûnzûrê ji bo wan Gulistan e.

Gelo li qîza xwe ya wenda ya Dêrsimî digerin? An jî li qîzên Dêrsimê ên wenda digerin. Êdî navê Dêrsimê ‘qîzên Dêrsimê yên wenda ye.’

Sedsal e dêrsimî li qîzên xwe yên wenda digerin û heta nebînin hezar sal herin jî wê Dêrsimî li Gulistanên xwe bigerin

Hewar Gulistan Dokû li ku yeee!?