25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundiya li ser jinên Dalêtî

Li Hindistanê tê zanîn ku bi dehan jin rastî zordestî, zext û hişmendiya mêrperestiyê tên. Li gelek bajarên vî welatî mafê jinan tê binpêkirin û jin tune tên hesibandin. Jinên civaka bi navê Dalêt jî yek ji vê civaka Hindistanê ye ku herî zêde rastî zext zordarî, tundî û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.

Civaka Dalêt bi giştî ji aliyê pergala kastê ve tên çewisandin, rastî neheqiyan tên. Ev civaka ku bi giştî hejmara wan ji 80 miliyonî derbas bûye. Ji sedî 16 jinên Hindistanê, Dalêtî ne. Xwedî hejmareke zêde ne.

Li gorî agahiyan bi giştî jinên civaka Dalêtî di karên mîna paqijiya cihên destavê, rakirina çopê û avêtina ajalên mirî dikin. Hem di van karan de hem jî bi giştî di gelek qadên jiyanê de jinên Dalêt ji aliyê çînên serdest ên Hindistanê ve rastî gelek bûyerên destdirêjî û kuştinê tên.

Li gorî lêkolînek a di sala 2006’an de li ser teşeyên tundiya ku jinên Dalêt pê re rû bi rû mane wihaye;

ji sedî 46 rastî tecawîzê, 62 tacîz, 45 destdirêjî û ji sedî 43 jî rastî şîdeta nav malbatê hatine. Her wiha ji sedî 46 ji van jinan, temenê wan di bin 18 û ji sedî 85 jî temenê wan di bin 30 salî de rastî tacîz, tecawiz û tundiya hatine. Li gor vê lêkolînê kesên ku destdrêjî, tundî û ev kiryarên şîdetê li ser jinan pêkanîn jî, derdorên çînên serdestên ên Hindistanê ne. Yek ji sedemên ku jinên Dalêt herî zêde rastî tundiyê tên jî dema ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin giliyê nakin ango bêdengî ye.

Bi veguherîna civakî re, keçên Dalêt dest bi dibistanê kirin û li seranserê welêt dengê jinên wan hatin bihîstin. Tevî vê veguherînê, hîn jî jinên Dalêtî êşên zilm û cûdakariyê dikşînin.