Çarşem, Gulan 19, 2021

Jinên ducanî û bidergûş kaxezan berhev dikin

Di ser şer û pevçûn, qeyran û kareseta mirovî yên navxweyî yên Sûriyeyê re deh sal debas bûn. Şerê ku hê jî berdewam e û aramiyeke siyasî û civakî li vî welatî peyda nebûye, herî zêde bandorê li jin û zarokan dike.

Jinên ji neçarî welatê xwe terikandine û koçî welatên din kirine, di şert û mercên pir dijwar de hewl didin debara xwe bikin, bijîn. Tirkiye yek ji wan welatan e ku bi sedhezaran welatiyên sûriyeyî lê dijîn ku gelekên wan jin û zarok in. Li gorî daneyên fermî yên sala 2021’ê yên Îdareya Koçberiyê, tenê li Rihayê 422 hezar û 986 sûriyeyî hene, lê belê tê gotin hejmara wan a rastîn ji vê hejmara fermî pir zêde ye.

Ji ber nêzîkbûna wî ya Sûriye û rojavayê Kurdistanê, yek ji bajarên herî zêde sûriyeyî hatinê Rihaya bakurê Kurdistanê ye. Gelek jinên li vê derê dijîn, debara xwe bi berhevkirina kaxezan dikin. Ev jin, bi ereboka ku jê re dibêjin kaşkaşok, kaxezan berhev dikin. Jinên bidergûş (xwedî zarok) û ducanî di sir û deqema zivistanê de, di kelekela germa havînê de sekin bi wan nakeve, ji neçarî vî karî dikin. 

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar li navçeya Halîliyeyê leqayî van jinan hat û bi kurtasî jiyana wan a bi êş û elem ragihand.

Ev jinên bi zarokên xwe re, rojê herî zêde 250 kîlo kaxez berhev dikin, tenê 15-20 TL pere bi destê wan dikeve.

Nikarin mama bikirin

Hatûn Malîk (40) dayika 7 zarokan e. Zarokê wê yê herî biçûk Îslamê 2 salî ye. 6 sal berê ji Helebê berê xwe dane Rihayê. Malîk anî ziman ku pere tune ye mamaya zarokan bikirim û got: “Kirêya xênî 600 TL ye. Tevî fatûreyan dibe 900 TL e. Em 9 kes dixebitin, lê rojê bi zorê 200 TL bi destê me dikeve.”

Hatîce Hacî (55) ku li bajarê Helebê di teqînekê de ji nigê xwe birîndar bûye, 2 sal berê hatiye Rihayê. Piştî seqet dibe, hevjînê wê jî dev ji wê berdide. Niha tevî 6 zarokên xwe kaxezan berhev dike. Hacî bi vî halê xwe, rojê herî zêde 100 kîlo kaxez berhev dike û ev jî rojê dike 15 TL.

Li malekê 16 kes

Vetha Yûsûfa 19 salî, 2 zarokên wê hene û ducanî ye. Hem ereboka kaxezan dikişîne hem zarokê xwe yê di selikê de û hem jî pitika di zikê xwe de. Yûsûf rojê 25 TL bi dest dixe. Yûsûf anî ziman ku 16 kes li malekê dimînin û kesên li malê hemû kaxezan berhev dikin.

Emel Hamûd a 17 salî ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin, Raaf Mûhammed 20 salî û ducanî ye. Ew Lemye Hamîta 20 salî û ducanî jî kaxezan berhev dikin.

Ducanî û bigergûş

Emel Hemûd diyar kir ku hevjînê wê nexweş e û nikare bixebite. Dayika 2 zarokan Hemûda 17 salî û niha ducanî ye, anî ziman ku berhevkirina kaxez û qartonan karekî zehmet e û wiha got: “Her du zarokên min jî biçûk in. Ez wan dixim selikê û bi xwe re digerînim. Heqê kirêya me 300 TL ye. Lê em rojê 20-25 TL qezenc dikin. Em 5 sal berê ji Helebê hatine. Li Sûriyeyê jiyan zor bû, lê li vir jî ne rihet e.”

Dixwazin vegerin welatê xwe

Raaf Muhammed û Lemye Hamît her du jî 20 salî ne. Ê her duyan jî 2 zarokên wan hene û ducanî ne. Çendî ku şewba Covîd-19’ê heye jî bi vî halî ji neçarî kuçe bi kuçe digerin û kaxezan berhev dikin. Hamît ku pitika di zikê wê de 8 mehî ye, diyar kir ku heger şerê li Sûriyeyê biqede dê vegerin welatê xwe.

RIHA