spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên êzidî li dijî ‘peymanê’ hevdîtinan dikin

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 9’ê cotmehê de, têkildarî Şengala ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîş kiribû û komkujî pêk anîbû, bi peymanekê li hev kirin. Du şandeyên ji jinên êzidî pêk tên, ji bo vê yekê çûn Silêmanî û Bexdayê û hevdîtin kirin.

Şandeya li Silemaniyê bi sazî û partiyên siyasî re, şandeya din a li Bexdayê jî bi sazî û partiyên siyasî û bi hêzên Heşdî Şabî re hevdîtin kirin. Şandeya li Bexdayê ji aliyê fermandarê giştî yê Heşdî Şabî Ebu Fedek ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya jinan a Şengalê di berdewama hevdîtinên xwe de, li Silêmaniyê serdana Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) kir. Di civînê de her du aliyan li ser lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê nîqaş kirin.

Şandeya ku du rojan li Silêmaniyê rêzehevdîtin kirin, pişt re jî bi rêxistina RJAK’ê re der barê rewşa Şengalê û lihevkirina Hewlêr-Bexdayê de civînek li dar xistin. Di civînê de lihevkirina Hewlêr û Bexdayê wek berdewama fermanên li ser êzidiyan hat binavkirin û hat diyarkirin ku wan bi daxwaza dewleta tirk  li hev kirine.

Her wiha şandeyê ji rêxistinên sivîl ên başûrê Kurdistanê, bi taybetî rêxistinên jinan, xwest ku li dijî lihevkirina li ser Şengalê helwesta xwe nîşan bidin û gelê êzidî bi tenê nehêlin.

Nûnerên RJAK’ê jî lihevkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ya li ser Şengalê şermezar kirin û lihevkirin wek binpêkirina îradeya êzidiyan bi nav kirin.

RJAK’ê piştgiriya xwe ji bo gelê Şengalê anî ziman û destnîşan kir ku dê bi her awayî piştgiriyê bidin gelê Şengalê. HEWLÊR