25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine – 1

Muqades Agirî

Hêza jinan bêguman hêzeke taybet û bêhempa ye. Gelek jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine hene. Ji siyasetê heta hunerê, ji zanistê heta karkeriyê jinên wisa bi hêz û bêhempa hene ku bi kiryarên xwe ve, berê dîrokê guhertine û deriyên zanistê ji cîhanê re vekirine. Wek mînak meriv dikare bi sedan, bi hezaran jin  bijimêre. Hêza jinan, ji hemû mirovahiyê re qîriyaye.

Bêguman gelek jinên kurd ên helbestvan, nivîskar, zanist, hunermend û siyasetmedar hene ku bi serkeftinên xwe ve navên xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsîne.

Mestûre Erdelan – Mestûre Kurdistanî (1804-1848)

Yek ji van jinên kurd, Mah Şeref Xanima Kurdistaniye ku helbestvan, nivîskar û dîroknasa  ewilî ya jin a Rojhilata Navîn e.

Di sala 1804’an de li bajarê Sine ya rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Bavê wê Ebûl Hesen Beg ji malbata Qadirî bû. Malbata Qadirî li mîrgeha Erdelanê malbateke xuyanî û ronakbîr bû, bi huner, zanist û dîrokê eleqedar dibûn.

Dayika wê ji malbata wezîrên Kurdistana Sineyê bû. Ango Mestûre Xanim ji malbatek desthilatdar bû.

Mestûre Xanim piştî ku digihêje temenê salên perwerdehiyê bi piştgiriya bavê xwe dest bi xwendinê dike. Lewra di wê serdemê de xwendin ji bo jinan ne tiştekî hêsan bû û ne jî pêwîst bû.

Mestûre Xanimê piraniya helbestên xwe, bi kurdiya zaraveyê goranî nivîsandine.

Her wiha bi zimanê farisî û zaraveyê soranî jî helbestên wê hene.

Mestûre Xanim bi vê taybetmendiyê bala zanyarên biyanî jî dikişîne.

Nav û berhemên Mestûre Xanimê di nav Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cih digire.

Vîrgînîa Woolf (1882-1941)

Nivîskara jin, rexnegir û femînîsta îngîlîz e.

Wekî tevgera modernîst ketiye nav rûpelên dîrokê. Woolf di pêşketina romanê de gelek ked daye.

Pirtûkên Vîrgînîa Woolf ji 50 zêdetir zimanan hatine wergerandin.

Magdalena Carmen Frîda Kahlo Calderon (1907-1954) 

Wênesaza navdar a meksîkî ye. Frîda Kahlo wekî surrealîst were pênasekirin jî bi xwe surrealîzmê red dike.

Wêneyê wê êş û rastiyan nîşan didin. Di wêneyên Frîdayê de çanda Meksîkayê û nasnameya têkoşer a neteweyî tê dîtin.

Marîe Skłodowska Curîe (1867 –1934)

Marîe li Polonyayê ji dayik dibe.

Çalakiya wê ya profesyonel di lêkolîna radyoaktîvîteyê de wê Xelata Nobel a Fîzîkê û Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirt.

Piştî lêkolînên ûranyumê radyoaktîvîte kişf kir. Di sala 1903’an de Xelata Nobelê ya Fizîkê di sala 1911’an de jî Xelata Nobel a Kîmyayê wergirt.

Her wiha damezînera zanist a radyolojiyê ye jî. Wê bi xebatên xwe yên serketî mohra xwe serdemekê xistiye.

Marie Skłodowska Curie, jina ewilî ya Xelata Nobelê stend.  Her wiha ew zanista jin cara yekem e ku Xelata Nobelê du caran ser hev hilgirtiye.

Teresa of Calcutta (1910 – 1997)

Li seranserê cîhanê tê zanîn, Teresa of Calcutta Mîsyonerên Civata Xêrxwaziyê damezirand da ku jiyana xwe, ji bo alîkariya kesên mexdûr veqetîne.

Rahîbe Teresa, di sala 1979-an de Xelata Nobelê ya Aştiyê girt.

Di sala 1950’an de bi destûra Vatîkanê ‘Mîsyonerên Civata Xêrxwaziyê’ damezirand.

Ev saziya ku bi 12 kesan ve hat damezirandin wisa mezin bû ku li seranserê cîhanê li 450 cihî vebû û 4 hezar rahîbe tê de erkdar bûn.

Indîra Gandhî (1917 – 1984)

Mîna bavê xwe, Indira serokwezîra navdar a Hindistanê bû,  du caran serokwezîrtî kiriye.

Di dîroka Hindistanê de serokwezîra yekane ya jin e. Her wiha duyemîn kes e ku herî dirêj serokwezîrtî kiriye.

Carmen Martín Gaîte (1925 – 2000)

Di jiyana xwe ya nivîskariyê de ji 50’yî zêdetir roman, çîrok, helbest, şano nivîsiye. Gelek xelatên Wejeyê yên Neteweyî hilgirtiye.

Bi saya xebatên xwe yên naskirî ketiye dîroka nivîskarên mezin ên Spanyayê.

Amelîa Earhart (1897 – 1937)

Amelia Earhart jina yekem a pîlot e ku di ser Okyanûsa Atlantîk re bi tena serê xwe bi balafirê derbas bûye.

Her wiha Amelia kesayetiyeke wisa ye ku wê demê di civakê de maf û têkoşîna jinan temsîl dike.

Rosa Parks (1913 – 2005)

Rosa Parks di sala 1943’an de tev li Tevgera Mafên Welatiyên Amerîkayê bû. Di sala 1955’an de li parêzgeha Alabamayê li dijî cihêkarî û zexta li ser çermreşan bû pêşenga xwepêşandanan.

Malala Yousafzaî (1997 – niha)

Malala ya ji Pakistanê çalakvaneke jêhatiye ku ji bo perwerdeya jinan dixebite.

Wê di sala 2014’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê girt û bû kesa herî ciwan ku di dîrokê de cara ewil kesek 17 saliya xwe de Xelata Nobelê girtiye. Xebatên wê li ser mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan e.

Emma Ihrer (1857-1911)

Sendîkavana sosyalîst û parêzvana mafê mirovan e ku ji tevgera jinên alman navê herî tê nasîn e.

Di sala 1885’an de Komeleya Nûneriya Berjewendiyên Jinên Karker vekir û pêwistiyên jinên karker kir mijara xwe ya sereke.

Piştî ku li Almanyayê rêxistina jinên karker pêşket di sala 1898’an de pirtûka bi navê ‘Di têkoşîna çînan de jinên karker’ dinivîse.