20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-2

Muqades Agirî

Di dîroka cîhanê de jin, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û bi huner, raman û îdeolojiya xwe, serdema tê de guhertine. Rêya mirovahiyê di her qadê de  zelal kirine.

Di vê rêya têkoşînê de, helbet gelekî zehmetî kişandine. Bi zilma malbatan, bi zilma welatên kapîtalîst û feodal re rû bi rû mane.

Lê di kesayetiya jinan de ev taybetî heye ku ji tiştekî bawer bikin, di wê oxirê de heta dawiya jiyana xwe, bi biryardarî têdikoşin. Dîsa em dizanin ku di dîrokê de  nexweşiya bi navê ‘bêbiryarî’ bi saya van jinên hêja têk çûye. Em ê niha qala çend jinên ku piştî bi sedan tengasiyan, serdema ku tê de bûne guhertine û bandora wan a ronîkirinê ya heta îro hatiye, bikin.

 Eyşê Şan (1938-1996)

Eyşê Şan, dengê jina kurd li dijî kevneşopiyên civaka feodal bû. Ew di civatê de bi navên wekî Eyşê Şan, Eyşana Elî, Eyşê Xan tê nasîn. Dengbêja kurd, li bajarê Amedê tê dinê. Eyşê Şan, di bin bandora dengbêjan de dimîne û bi dengê xwe yê weke aveke zelal dest bi stranbêjiyê dike. Lê belê ev hezkirina wê ya stranbêjiyê di wan deman de wekî şerm dihate dîtin û ji ber vê yekê jî Eyşê Şan heta dawiya jiyana xwe, têkoşîneke mezin dide meşandin.

Di 20 saliya xwe de bi daxwaza bavê xwe, bi Şewket Turan re dizewice. Keçek wê çêdibe. Lê belê bi hevjînê xwe re li hev nakin û dev ji hev berdidin. Eyşê Şan, dest ji keça xwe û hemû mirovên xwe berdide û li pey dengbêjiyê, berê xwe dide bajarê Dîlokê. Li wir demekê dirûna kincan dike û debara xwe dike. Paşê di radyoya Dîlokê de bi zimanê tirkî stranan dibêje û du salan vî karî didomîne. Ji ber hesreta gotina stranên kurdî, wê ji radyoyê derdixin.

Di sala 1963’an de berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserekê dide. Paşê jî du kasetên bi kurdî û tirkî derdixe. Herî zêde jî bi strana ‘Ez Xezal im’ tê nasîn. Emrê têkoşîna wê li Stenbolê jî kin e. Di sala 1972’an de biryar dide ku derkeve derveyî welat û koçî Almanyayê dike. Li Almanyayê jî jiyan rûyê xwe yê bi ken nîşanî dengbêja kurd nake. Ew, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne û dîsa vedigere Stenbolê.

Li Stenbolê stranbêjiya xwe berdewam dike. Lê belê ji ber ku stranan dibêje, hin endamên malbata wê gefan lê dixwin. Ji ber vê yekê ew îjar jî berê xwe dide Iraqê û di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatan dike.

Piştî demekê ew dîsa vedigere Tirkiyeyê û li bajarê Îzmîrê  dijî. Piştî jiyaneke koçberî û zehmetiyê, ew ji ber nexweşiya pençeşêrê di sala 1996’an li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dide. Eyşê Şan, li pey xwe bi dengê xwe yê bi keser stranên weke ‘Zerî heyîran, Lê lê bê mal, Hey wax dayê, Meyro û Koçerê’ ji me re yadîgar hiştiye.

Rosa Luxembûrg (1871-1919)

Aborîzan, fîlozof û aktîvîsta jin a polonyayî Rosa Luxembûrg, bi kesayet, huner û bi aktîvîteyên xwe bûye yek ji sembola tevgera jinan. Rosa Luxembûrg, yek ji wan kesan e ku pêşniyaziya kiriye 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê. Wê hê di ciwantiya xwe de  sosyalîzm nas kir. Di nav komên çep de cih girt. Hêj 18 salî bû ji ber nêrînên xwe yên polîtîk ew neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di sala 1889’an de li Zanîngeha Zûrîhê  xwend. Şoreşgera jin, piştî zanîngehê bi tevahî xwe da polîtîkayê û di refên pêş ên têkoşînê de cih girt. Ji ber nêrînên xwe yên polîtîk, di sala 1916’an de dewleta Almanya, cezayê girtîgehê lê birî. Di salên ku li girtîgehê de ma gelek gotar nivîsî. Di sala 1918’an de Rosa Luxembûrg ji girtîgehê derket.

Di demek kin de, navê wê di nava pêşengên sosyalîstan de hat dîtin. Bi hevalê xwe Karl Liebknecht ve Partiya Komunîstên Alman ava kirin. Di axaftina li pêşiya girseyan de xwedî bandor bû. Piştî raperîna Spartakus a ku bi hovane serdeçûn û dan sekinandin, 15’ê çileya 1919’an bi destê hêzên çevîk bi hovane hat qetilkirin.

Nana Esma (1793-1864)

Dema ku meriv qala Afrîkayê dike, koletî û mêtingerî tê bîra meriv. Welatiyên Afrîkayê, bi sedan sal in ku ji erdnîgariya xwe ya dewlemend qet sûd negirtin. Helbestvan, mamoste Nana Esma ya yek ji vê axê, sala 1793’an li Nîjerya ya Rojavayê Afrîkayê hatiye dinê. Nana di nava malbatek bawermendên dînî de digihîje. Bavê wê, Mele Osman Foûdî mamoste bû û gelek girîngî dida xwendina zarokên xwe. Di dema ku civakê cudahî dixistin navbera keç û lawan de, bavê wê bêyî cudahî zarokên xwe yên keç û xort fêrî xwendin û nivîsandinê kirin.

Hezkirina wê ya xwendinê, di nava pirtûkxaneya bavê wê de hîn zêdetir dibe. Mamosteya jin Nana, dizanibû ku jin tenê bi perwerdeyê dikarin xwe bigihîne gelek serkeftinan û parastina xwe bikin.

Bi vê baweriyê, di serî de navenda xwendinê vekir û bi xwe perwerde da. Roj bi roj hejmara jinên bi dilxwazî tev li perwerdeyê dibûn zêdetir dibû. Piştî ku koma destpêkê ya jinan perwerde kir êdî ew kom ji bo jinên dinê perwerde bikin erkdar kir. Ew jinên perwerdekirî, ji bo tu jin bê perwerde nemîne li gundan belav kir. Cihê perwerdeyê jî malên jinên ji hemûyan xizantir bûn.

Armanca Nanayê jinan bigihîne astek bilind a zanebûnê ji bo ku bikarin xwe û malbata xwe bi rê ve bibin. Nanayê çar ziman zanibû û zimanê wê yê sereke erebî bû. Ji ber serkeftinên xwe yên nava civakê dibe şêwirmenda walî. Wê pêvajoyê jî ligel karê xwe yê reveberiya welat jî cardin girîngî dida karê jinan û bi wan re mijûl dibû.

Nana Esma, ligel xebatên xwe yên civakî, di nivîsê de jî serketî bû û zêdeyî 60 pirtûk nivîsandiye. Pirtûkên wê bi zimanên cuda hatin wergerandin û li zanîngehên rojavayiyan weke ders hatine dayîn. Helbestên wê li Afrîkayê û Rojhilata Navîn navdar bûne. Pergala wê ya perwerdehiyê li gelek welatan hatiye bikaranîn. Nana bû mînakekê mezin ji jinên Afrîka û cîhanê re.  

Marlene Dîetrîch (1901-1992)

Jina stranbêj, bi têkoşîna xwe ya li hemberî Hîtler tê zanîn.  Ew li Berlînê hate dinê. Wek stranbêja kabare dest bi kar kir û di 1920’î de li Berlînê ket endustriya fîlman û di sala 1930’î de li Hollywoodê derket pêş.

Marlene, di navbera salên 1950-60’î de gelek navdar bû û bû îkonek girîng. Lîstikvaniya di fîlmê ku propagandaya Naziyan dikir red kir, di cîhana sînemayê de pêşdarazên zayendî û nîjadperest şikandiye.

Ew, bû namzeta oskarê, li gorî lîsta Enstîtuya Fîlman a Amerîkayê yek ji jinên herî girîng a 9’emîn bû. Marlene, di sala 1992’an de jiyana xwe ji dest da. Otobiyografiya wê ya ku di 1979’an de hat weşandin bi xwe nivîsiye.

Sylvîa Pankhurst (1882-1960)

Jina enternasyonalîst Sylvîa Pankhurst, di sala 1882’an de li Îngilistanê ji dayik bûye. Ji bo têkoşîna bidestxistina mafê jinan ê dengdanê di dîrokê de navê destpêkê ye ku tê hişê mirovan.

Sylvîa, li hemberî derketina nijadperestiyê heya tevlibûna tevgerên antîfaşîst di gelek qadan de ked daye.

Sylvîa, ligel dayik û xwişka xwe Chrîstabel, di Yekitiya Siyasi û Civakî ya Jinan (WSPU) a sala 1903’an hatî avakirin de dest bi xebatê kirin. Armanca yekitiyê ew bû ku jin jî weke mêran di dengdanê de xwediyê mafê wekheviyê bin.

Ji bo Etiyopyaya ku ji aliyê Mussolînî hatibû dagirkirin biparêze, rojnameyek derxist. Ew, li dijî faşîzmê û nîjadperestiyê her têkoşiya.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê