18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine-3

Muqades Agirî

Di bingeha azadî û jiyaneke bi rûmet a civakê de bêguman kedeke mezin a jinan heye. Jin ji bo mirovahiyê, ji bo pêşeroja civakê, kêşeyên xîzanî û netewperestiyê, di bin şert û mercên zor û zehmet de, hewldanên bêhempa dane û didin. Jin, di şert û mercên ku li civakê tê ferzkirin de herî zêde bi bandorên neyînî re rû bi rû dimînin. Ev jî, berê wan dide hin guhertinên bingehîn. Wekî aştî, wekhevî, xwe parastin…

Ev guhertinên pergalên hişk, ne hêsan e. Jina ku van guhertinan dide ber çavên xwe, bêguman metirsiya sirgûn, girtîgeh, mirinê jî didin ber çavan. Ew dizane ku veguhertina pergalekê dişibe derguşekê ku neh mehan di zikê xwe de dihewîne û bi qolincan, tîne dinê.

Sûsika Simo (1925-1977)

Sûsika Simo li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gundê Mîrekê ji dayik dibe. Piştî Sûsika Simo tê dinê, malbat koçî bajarê Lenînekan dike. Li vir perwerdeya xwe diqedîne û piştre li nexweşxaneyekê  4 salan hemşîretiyê dike.

Di vê demê de ew hin kêmasiyan di jiyana xwe de hîs dike û dide dû lêgerînan. Ji berê de mêla wê li ser kilaman heye û ew dest bi rêwitiya xwe ya hûnerê dike. Di wê serdemê de di nav civaka kurd de hunermendeke jin nedihat qebûlkirin. Sûsika Simo bi van astengiyan re têdikoşe û di rêya armanca xwe ya hunerê de dimeşe.

Sûsika Simo,  ligel têkoşîna bi civakê re dibe yekemîn dengbêja kurd ya li Sovyeta Berê. Di sala 1946’î de bi cilên xwe yên kevneşopiya kurdan,  derdikeve ser dikê û  kilamên bi kurdî û ermenkî dibêje.  Bi Kûlya Neftalyan re dixebite û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê  welatê Sovyetê, ji bo hunera xwe pêşkêş bike digerin.

Sûsika Simo, jineke êzidî ye  Kûlya Neftalyan jî ermenî ye. Li gorî baweriya êzdiyan nedihat ecibandin ku ew bi kesekî ermenî re bizewiciya. Civak li hemberî zewaca wê jî derket.. Lê Sûsika Simo, wekî çawa ku xwe bi zanebûn û hûnerê,  bi civaka kurd dide qebûlkirin, di zewaca xwe de jî bi ser dikeve.

Dengbêja kurd,  kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve, di nava kurdên kafkasyayê de bû navdar. Di  sala 1945’an  de ew kilam got û wê dengê xwe yê zelal, di nava gelê kurd de bû dengbêjeka nemir. Jina kurd a dengbêj, pişt re komeke muzikê ava dike û bi koma xwe di filarmoniya Ermenîstanê de cih digre.

Sûsika Simo ne tenê li Ermenîstanê, her wiha li Gurcistan û di gelek welatên Sovyetê jî tê nasîn. Ji bilî kilamên kurdî her wiha dîlan û lîstikên kurdan jî li Qafyasyayê dide nasîn. Sûsika Simo bi xebatên xwe, di pêşketina hunera kurdan de roleke girîng lîstiye.

Dengbêj Sûsika Simo bi strana xwe ya Gulîzerê ve di sala 1955’an de di Radyoya Êrîvanê de jina ewil bû ku stran got. Di sala 1965’an de konser da û deng û navê wê di hemû erdnîgariya Sovyetê de belav bû. Her wiha Sûsika Simo  rêya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida jinan.

Di arşîva Radyoya Êrîvanê de gelek qeydên wê hene. Ji ber şert û mercên serdemê wê nikaribû bant derxe lê gelek kilamên wê yên wekî Zilfanê, Sînê, lê lê lo min, Peyayî, hatiye qeyîdkirin.

Sûsika Simo di sala 1977’an de  hê 52 salî bû jiyana xwe ji dest da. Di pey xwe ji hunera kurdan re mîrateke mezin û ji jinan re cesareteke mezin hişt.

Clara Zetkîn (1857-1933)

Clara Zetkîn, li parêzgeha Saksonya ya Elmanyayê hate dinê.  Perwerdehiya mamostetiyê girt. Ji sala 1874’an de dest bi xebatên tevgera jin û karkeran ên li Elmanyayê kir. Di sala 1878’an de tevlî Partiya Sosyalîst a Karkeran (SAP) ya Elmanyayê dibe.

Piştî ku Bîsmarck di sala 1878’an de tevgera sosyalîst qedexe dike, di sala 1882’an de pêşiyê surgunê Zurîhê û dû re jî surgunê Parîsê tê kirin. Clara Eîssner, paşnavê evîndarê xwe Ossip Zetkîn girt. Du zarokên wan hebû. Piştî ku Ossip Zetkîn jiyana xwe ji dest da di sala 1899an de careke din zewicî û heta 1928’an 19 salan zewicî ma. Clara Zetkîn jina siyasetmedar, pêşenga tevgera sosyal demokrat a Elmanyayê bû.

Zetkîn, bi hevala xwe ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SDP)  Rosa Luxemburg ve, di nav pêşengên çep ên têkoşer de cihê xwe girt. Di nîqaşên Revîzyonîzmê de ligel Luxembûrgê, rexne li Eduard Bernsteîn kir.

Clara Zetkîn, tundiya li dijî jinên karker ên di nav pergala kapîtalîzmê de rexne kir. Û ji bo kareke wekhev, destheqeke wekhev, ji bo tevahiya mafên jinên karker têkoşiya. Ji 1891’an heta 1917’an di rojnameya jinan Dîe Gleîchheît ê ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SDP) de êdîtorî kir.

Jina berxwedêr Zetkîn, di sala 1910’an de li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê, di civîna jinan a Konferansa Sosyalîst a Navnetewî de, ji bo bibîranîna jinên kedkar ên ku 8’ê Adara 1857’an de di şewata febrîqaya tekstîlê de jiyana xwe ji dest dabûn, pêşniyaz kir ku ev roj bibe roja jinan.

Ev pêşniyara Zetkîn hat qebûlkirin û her sal 8’ê Adarê,  wekî Roja Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin. Clara Zetkîn, ji ber sekna xwe ya li dijî şer gelek caran hate girtin. Lê dîsa jî di sala 1915’an de, li Berlînê  Konferansa Navneteweyî ya Jinên Sosyalîst li dar xist.

Di sala 1919’an de Partiya Komunîst a Elmanyayê hat damezrandin. Zetkîn, di navbera 1920-1933’an de nûnertiya vê partiyê kir. Bi Lenîn re di sala 1920’an de hevdîtineke li ser “Pirsgirêka Jinê” kir. Heta sala 1924’an endamtiya Partiya Komunîst a Elmanya (KDP) ya navendî kir. Ji 1927’an heta 1929’an dibe endama komîteya navendî ya KDP’ê.

Piştî şewata Reîchstag, Adolf Hîtler KDP’ê qedexe dike. Ji ber vê jî Zetkîn, dawiya jiyana xwe li Yekîtiya Sovyetê di surgunê de derbas dike. Di 20’ê hezîrana sala 1933’an de li Moskovayê jiyana xwe ji dest dide û li wir tê veşartin. Clara nivîskareke serketî, jinek xwedî ferasetek jîr û bi bandor bû. Ew xwedî taybetmendiyên bi hêz ên rêbertiyê bû.

Ew her tim êşa jinê û mirovên bindest, di hucreyên xwe de hîs dike û li dijî serdestî û zilmê heta dawiya jiyana xwe şer dike. Rêbera têkoşîn û kedê Clara Zetkîn, bi vê gotina xwe ya ‘Li her dera ku jiyan hebe dixwazim şer bikim’ ala têkoşînê dewrî jinên li pey xwe kir.

Ruth Mompatî (1925-2015)

Hevala Nelson Mandela ya têkoşînê Ruth Mompatî, di sala 1952’an bûye endama Konseya Neteweya Afrîka (ANC) û yekem jina şaredara siyasî ya welatê xwe bûye. Ruth, him 63 salan şahidiya berxwedana başûrê Afrîkayê kiriye, him jî milîtaniya wê kiriye. Ji ber xebatên xwe yên navneteweyî bi navê ‘Dayê Ruth’ tê nasîn. Ew jineke bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma nijadperest a Apartayt îmze avêtiye binê gelek rêgezên ku bandor li jiyana welatiyan kirine. Li hemberî rejîma nîjadperest a ‘Apartayt’ 63 salan têkoşiyaye.  Rêbera Jinên ANC’ê ,Ruth Federasyona Jinên başûrê Afrîkayê ava kiriye.

Di sala 1956’an de li dijî herêmên ku mirovên spî li wir dijiyan û jinên Efrîqî dersînor dikirin li bajarê Pretoriayê, pêşengiya meşa jinan dike. Û di meşê de tê girtin. Ruth, di sala 1962’an neçar ma ji welat derkeve û berê xwe da Tanzanîayê.

Ruth li sirgunê jî ji bo armancên xwe dixebite. Piştî perwerdeya leşkerî, dibe rêbera ANC’ê ya Tanzanîayê. Piştî salên 1980’an êdî di qadên diplomasiyên navnetewî yên ANC’ê de cih digire û di hilweşîna rejîma nijadperest de pêşengiyê dike. Piştî şaredariyê, Ruth xebatên civakî bi rê ve dibe, ligel temenê xwe yê mezin jî ji têkoşînê veneqetiyaye. Ji rêberên başûrê Afrikayê Ruth Mompatî, bi xebat û têkoşîna xwe ji jinên dû xwe re dibe meşaleyeke ronahî.