Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Jinên ku navê xwe li dîrokê nivîsandine

Navenda Nûçeyan

Jin di her serdemê de ji bo azadiya xwe, civak û axa xwe têkoşiyane û bedel dane. Gelek caran pêşengî ji artêşên civaka xwe re kirine. Di her civakê de mînakên jinên şervan û pêşeng gelek in

Bê îstisna di hemû civakan de dema behsa dîrok, şer, serhildan û berxwedana ji bo azadiyê tê kirin, mêr tê hişê mirovan. Ev ji ber bervajîkirina dîrokê ye. Ji ber ku di dîrokê de, jin in ên ku ewil serî li hemberî zordarî, pergala desthilatdarî û mêtingeriyê rakirine û li ber xwe dane. Jin di her serdemê de ji bo azadiya xwe, azadiya civak û axa xwe têkoşiyane. Gelek caran pêşengî ji artêşan re kirine. Di her civakê de mînakên jinên şervan û pêşeng gelek in. Heta em dikarin bêjin di bingeha azadî û serxwebûna gelek civakan de rola jinan gelek mezin e.

Em dikarin di şerê azadî û serxwebûnê de rola jinên kurd û jinên cîhanê bi çend mînakan raxin ber çavan.

Kela Dimdimê

Destana Kela Dimdimê ku wek destana Xanê Çengzêrîn jî tê zanîn, di nav gelê kurd de bi nav û deng e. Ev destan bi rêya dengbêjan heta van rojan hatiye.

Berxwedana Kela Dimdimê di sedsala 17’emîn de li rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye. Navenda serhildanê herêma Mergever e û berxwedan di dema hikumdarê Safeviyan Şah Ebbas ê yekemîn de pêk hatiye.

Pêşengê vê serhildanê Xanê Çengzêrîn, bi navê yê rast Emîr Xan e. Emîr Xan piştî li Girê Gozanê Kela Dimdimê ava dike, li hemberê Şah serî radike. Yek armanca Emîr Xan heye ew jî azadkirina kurdan ji destê dagirkeran e. Lê şerê li Kela Didimê ku 7 salan didome, di encama îxaneta navxweyî û dîtina rêyên av ên veşarî têk diçe û tê dagirkirin. Lê dayika Xanê Çengzêrîn Guher Xanim barûdên ku di dema avakirina kelehê de di bin kelehê de hatibûn bicihkirin diteqîne û bi vî awayî keleh tê îmhakirin.

Di vê destanê de derveyî qehremaniya Xanê Çengzêrîn sekna dayika wî jî cihê pesindanê ye. Guher Xanim ji bo ku hem kela berxwedanê hem jî jin û zarokên kurd nekevin destê dijmin, bi kelehê re xwe jî feda dike.

Di rastiyê de ya ku destanê dike destana qehremaniyê û heta van rojan tîne sekna jinekê ye. Ev sekna jina kurd nîşan dide ku jinên kurd mirinê didin ber çavan lê tu carî xwe teslîmî dijmin nakin. Ev sekn, ji hemû serhildanên piştî Kela Dimdimê re ji jinan re dibe îlham û li ser heman rêyê dimeşin.

Fata Reş

Yek ji mînakên jinên kurd ku hê jî di nav gelê kurd de bi nav û deng e Fata Reş e. Fata Reş ku rêbera eşîra Sînemîliyê ye, piştî yek bi yek mirina mêrên eşîrê erka rêbertiyê dikeve ser milê wê. Fata Reş piştî destpêkirina Şerê Kirimê yê di sala 1853’an de li ser banga piştgiriya padîşahê Osmaniyan Abdulmecîd a ji bo eşîrên Kurdistanê, bi nêzî 300 siwariyên xwe ji bo tev li şerê Kirimê bibe diçe Stenbolê. Rêbertiya Fata Reş û çûyîna wê ya Stenbolê wê demê bala çapemeniya hemû cîhanê kişandibû.

Digel ku li ser mirina Fata Reş ewqas sal derbas bûne jî hê jî navê wê di bîra gelê kurd de zindî ye. Di roja me ya îroyîn de jî dema jinek gelek jêhatî be û bikaribe artêşekê bi rê ve bibe, wê jinê dişibînin Fata Reş.

Rindêxan

Mînaka din jî keça pêşengê serhildana Sasonê (1926) Mihemedê Eliyê Yûnis Rindêxan e. Rindêxan ku hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê ilmî ve hatibû perwerdekirin, bi awayekî çalak di nav serhildanê de cih digire. Rindêxan hem bi sekn                     a xwe hem jî bi wêrekiya  xwe di serî de ji jinan re ji hemû serhildêran re dibe mînak. Lê wekî serhildanên kurdan hemûyan ev serhildan jî têk diçe, piranî şervanên serhildanê tên qetilkirin û Rindêxan jî bi birîndarî dibe dîl. Lê di dema dîlgirtinê de, fermanderekî leşkerên tirk ji xweşikbûna Rindêxan bi bandor dibe û dixwaze wê bi xwe re bibe. Rindêxan dema derketina ji ser axa bav û kalên xwe li ser pira Malabadê ji fermandarê dixwaze cara dawî li warê xwe binihêre. Piştî destûrdayîna fermandar, Rindêxan diçe ser pirê û ji wir xwe diavêje çemê Batmanê.

Ev sekna Rindêxan nîşan dide ku ew jî li ser şopa jinên beriya xwe meşiyaye û bi vê sekna xwe di nav jinan de bûye efsane.

Rani Lakshmibai

Ev jina ku navê wê yê rastî Manîkarnîka ye, li Hindistanê bi potreya li ser pişta hespê bi şûrê xwe û zarokê li pişt wê tê nasîn. Manîkanîka di sala 1857’an de li rojhilatê Hindistanê li dijî hêzên dagirkeriya îngilîzan ji Artêşa Raperîna Hindan re pêşengiyê kiriye.

Di sala 1857’an de hemû kralên eyaletên Hindistanê li dijî mêtingeriya îngilîzan serî tewandibûn. Lê keybanû Manîkarnîka ku piştî mirina hevjînê xwe derket ser text, serîtewandinê qebûl nekir û ji raperîna gelê xwe re pêşengiyê kir.

Wek gelek jinên pêşeng yek xeyala Manîkarnîka hebû ew jî derxistina dagirkeran ji ser xaka xwe û dîtina rojên azad bû. Lê li hemberî xeyalên Manîkarnîka derveyî hejmara leşkerên  dargirkeran, îxaneta navxweyî jî hebû.

Di raperîna li dijî mêtingeriya îngilîzan de her çiqas Manîkarnîka têk biçe jî serîrakirina wê ya li dijî dagirkeran ji hemû raperînên Hindistanê re bû îlham.

Di roja me ya îro de jî jinên Hindistanê, hê jî bi hin rîtûelan Manîkarnîka bi bîr tînin û mineteriya xwe pêşkêş dikin.

Boudica

Têkildarî jiyana Boudîca pir tişt nayê zanîn. Lê bi qasî tê zanîn Boudîca keybanûya qebîleya Icaniyê ye ku B.Z. di sala 61’an de li dijî hêzên Romayê a li Brîtanyayê serhildan daye destpêkirin. Serhildana qebîleya Icaniyê ku bi pêşengiya Boudîca hatibû destpêkirin, bi taktîkên xwe yên şer fikra vekişandinê di hişê fermandar û împaratorê Romayê Neron de daye çêkirin. Her ku serkeftina Boudîcca belav dibû, hêzên din ên gund û bajarokan jî tev li artêşa wê ya serhildanê bûn.

Helbet ev tenê çend mînak in. Di dîroka jinên kurd û jinên cîhanê de gelek jinên bi vî rengî hene ku ji artêş û serhildanan re pêşengî kirine û bûne sembol. Di roja me ya îroyîn de jî di serî de jinên li Rojava jinên hemû cîhanê bi hêz û sekna jinên pêşeng ên beriya xwe tev li têkoşînê dibin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Jin heya ku azadiya xwe bi dest bixin dê têbikoşin. Di sala 2020’an de jî jin dê bi çalakî û biryardariya xwe li dijî hişmendiya serdestan ku dixwazin bi qetilkirinê jinan ji dîrok û rastiya wan dûr bixin, têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.