18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jinên kurd dê Komkujiya Parîsê ji bîr nekin’

Yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’yan de li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Komîsyona Jinan a KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî jinên şoreşger bi bîr anî.

Daxuyaniya Komîsyona Jinan a KNK’ê wiha ye:

“Di 9’ê Çileya 2013’yan de li bajarê Fransa Parîsê 3 jinên şoreşger ên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama plangeriyek de hatin qetilkirin. 9 sal bi ser bûyerê re derbas bûn lê hê jî kujer û berpirsyarên komkujîyê nehatine darizandin. Ev komkujî bi destê dewleta faşîst a tirk û bêdengiya dewleta Fransayê çêbû

Bi qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan re dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurdan, berxwedana jinan û rêxistinbûyîna ciwanan hedef hatin girtin.

Dîsa di 4’ê Çileya 2016’an de Silopyayê 3 jinên kurd ên şoreşger Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar ji aliyê rejîma faşîst a tirk ve hatin qetilkirin. Em wek jinên kurd baş dizanîn ku dewleta tirk a faşîst dijminatiya jinan dike. Dewleta tirk jinên berxwedêr qetil dike.

Jinên ku di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin, jinên hilbijarê bûn. Sakîne Cansiz jinekê pêşeng û sembola berxwedana jinên kurd bû. Her wiha endama damezirandina PKK’ê bû. Têkoşîn, berxwedan, ked û hewldanên Sakîne Cansiz îro bingeha têkoşîna azadiya jinên kurd e. Ji bo ku bikaribin vîna jinên kurd bişikînin û bi wê jî gelê kurd bişikînin Sakîne Cansiz kirin hedef

Bi hezaran sal in feraseta baviksalarî ya hezên mêtîngêr ji bo desthilatdariya xwe jinên kurd wekî tahlûke ya herî mezin dibînin. Wexta ku mirov li dîrokê dinêre jinên ku ji bo azadî û jiyanek bi rûmet berxwedane û têkoşiyan e bi rêbazên dermirovahî hatine qetilkirin. Lê belê têkoşîn û rêxistina jinên kurd îro di serî de li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê bûye hêvî û roniya hemû jinên cîhanê.

Em wan 6 jinên leheng bi rêzdarî bi bîr tinin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin û soza xwe dubare dikin ku ala wan pakrewanan dê tu car li erdê nemîne. Heya xeyalên wan pêk bê em ê jî di şopa wan de bimeşîn û têkoşînê bilind bikîn.”