Rojnameya Heftane

Jinên kurd parêzvanên ziman in

MUNEVVER KARADEMÎR

Dayikên kurd ku parêzvanên çand û zimanê kurdî ne divê vê erka xwe ji bîr nekin, zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin

Her civak bi çand û zimanê xwe tê nasîn û ev herdu hêma bingeha civakê ne. Çanda ku nîşaneya hebûna civakê ye, ji bîr û bawerî û nirxên civakê hemûyan pêk tê. Ji ber wê divê her civak an jî netewe li çand û zimanê xwe xwedî derkeve.

Dema ku çand û zimanê civakê têk biçe ew civak bi xwe jî têk diçe. Çand û ziman mirov di nav civakan xwe de civakî dike, ji civakên din cuda dike û dide nasîn. Çanda ku lê xwedî neyê derketin di pêvajoya dîrokê de dihele û winda dibe. Bi windabûna vê çandê re civak jî hildiweşe û bi demê re xweseriya xwe winda dike. Ji bo parastina vê çandê jî tişta herî girîng ziman e. Ger ku ziman nebe, çand nikare bê parastin û nikare derbasî nifşên nû bibe.

Çand û ziman hêza xwe ji hev digirin, ger ku yek nebe ya din jî nabe. Bi zimanekî qels û ne zelal girîngî û xweşikiya çandê nikare bê pênasekirin. Ji ber vê hêmaya bingehîn a ku çandê biparêze jî ziman e.  Parastina ziman girîng e. Ziman nasname ye. Dema zimanê mirov nebe mirov jî tune ye û tune tê hesibandin.

Girîngiya ziman

Di serî de divê her kes hînî zimanê xwe yê dayikê bê kirin. Zimanê dayikê pênaseya neteweyan e. Ji bo vê girîngiya parastina zimanê kurdî bêhtir derdikeve pêş. Ji ber ku zimanê kurdî bi salan e hatiye qedexekirin û asîmîlekirin… Divê kurd bi vê hişmendiyê tev bigerin û bizanibin ku zimanê wan nebe wê ew jî nebin.

Berpirsyariya civakê

Parastina ziman berpirsiyariya tevahiya civakê ye. Li welatên azad civak bi giştî ji bo parastina zimanê neteweya xwe hewl dide, qadên perwerdeyê vedike û hemû kar û xebatên parastina ziman bi rêk û pêk bi rêya saziyên fermî tên kirin. Lê ji bo neteweya kurd mixabin rewş ne wiha ye; kurdî bi salan hatiye qedexekirin û tenê bi keda jinên kurd bi taybet jî li bakurê Kurdistanê hebûna xwe parastiye.

Lê bi pêşketina teknolojiyê re û ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê bandora dayikan a li ser hînkirina ziman her ku diçe lawaz dibe û ziman dikeve xetereyê. Dayikên ku bi salan çand û ziman parastine divê nekevin kêmasiya ku zimanê xwe hînî zarokên xwe nekin. Divê çanda xwe biparêzin û têkoşîna xwe ya hînkirina zimanê dayikê kêm nekin. Ji her demê bêhtir pêdivî bi keda jinan a ji bo parastina zimanê kurdî heye.

Dayik û ziman

Ya din, hînkirina dayikan a ziman ji bo zarokan gelek girîng e. Rewş, şert û merc çi dibin bila bibin zaroka ku ji dayika xwe ziman hîn bibe tu caran wî zimanî ji bîr nake, bi çanda xwe mezin dibe, çanda xwe bi pêş ve dixe. Zimanê nû ku tu ji dayika xwe hîn dibî ewqas girîng e ku tu bi kîjan zimanî hîn bibî tu çanda wî zimanî û dîroka wî bêhtir diparêzî. Dayikên kurd ku parêzvanên çand û zimanê kurdî ne divê vê erka xwe ji bîr nekin û zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ev têkoşîna herî bi nirx a ji bo parastina civakê ye û sedema hebûnê ye.