19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Şengalê ji nû ve şîn bûn

Adar Şaman

Qîr, feryad, fîxan û hewara dayikên Çiyayê Şingalê kirasê tarîtiya şevê diçirand, olan dida deşt û newalên çiyayên Şingalê. Di şev nîvê şevê de bi sekneke bêtirs, biheybet û jixwebawer tiliya xwe bi ser bêbext/xayînan de dihejandin; sond û peymana tolhildanê bi yek ahengê ji nav lêvên van dayikên bêtirs diherikî ber bi ronahiya rojê ve. Kesên ku li wan dîmenên dayikên Şingalê yên di tarîtiya şevê de temaşe dikirin matmayî diman û bi pistebistê digotin: “Ma gelo ev dayik hêz û wêrektiya xwe ji çi û kê digirin?”
Bêle rast e, çend sal beriya niha, Şingal bi destê hêzên dagirkerên herêmî, hêzên hegemon ên cîhanê ji êzidiyan hat valakirin, gund û bajarê Şingalê bûn ji wan cih û warên kavilkirî. Kesek li bendê nebû ku wê ev civak careke din vegere van cih û warên wêrankirî û kavilkirî. Lê di bin wan kavil û xirabeyan de artêş û rêxistina vîna jinên têkoşer şîn bû! Jinên êzidî, li ser koka xwe ji bin xopanên gundê Koçoyê, Sikêniyê û sûka kevin a Şingalê ji nû ve şîn bûn. Jinan, hêza xwe bi avakirina arteşbûyînê re nîşanî cîhanê da. Jinên êzidî, bi hêrs û rikeke mezin bi ser lawazî, kêmasî û nebesiyên xwe ve bê tirs çûn.

Ya ku pergala paşverû ya baviksalariyê diqehirîne jî sekna jinên têkoşer û berxwedêr ên Şingalê ne. Qey kê hêvî dikir ku wê rojeke jinên êzidî ji nû ve ji bin xirabeyên fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de şîn bibin, xwe bi rêxistin bikin û ber bi hêza arteşbûyînê ve bimeşin! Heybeta jinên Şingalê, gav bi gav dibe çavkaniya îlhama têkoşîna jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Ev şitil, hêviyeke nû ye. Wê ev şitil, zû meyweyan bide. Tenê bi heybeta dayikan mabe wê Şingal xwe biparêze. Dayikên şingalî hemû tecrûbe, çîrok û serpêhatiyên dîroka fermanên ku bi ser wan de hatine, ji bo xwe kirine bingeha têkoşîna serdema nû. Û wer ji xwe bawer dimeşin. Lewma bi baweriya ji sekna xwe saxlem tevdigerin. Xwe parastina jinên êzidî; ji şêwazê rêxistina wan tê. Çendî rêbazên têkoşînê cûr bi cûr pêşde herin, ew çendî hêviya serxistina azadiya jinan jî nêzik dibe. Serkeftin, momenta azadiyê bi xwe ye. Ji îro û şûnde xelkê êzîdxanê ne hewcedarê çekdar, heras/şirteyên (leşkerê) tu kesî ne. Ew hêza vê civakê heye ku xwe ji tevahiya bêbextiyên serdest û xayînan biparêze. Sekin, şer û berxwedana jinên êzidî ev yek îspat kiriye.

Hîn konê bîranînê yê salvegera cangoriyên fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an li erdê bû, xelkê Şingalê roja 16-17’ê tebaxê de ne carekê, 4 caran bû armanca balafirên şer ên dewleta tirk. Bi van êrîşên pêk hatine re birînên civaka Şingalê, yên kurdên êzidî hîn zêdetir bûn. Êrîşên ku vê dawiyê ser Şingalê pêk hatin, di ruh û bîra tevahiya kurdên welatperwer de birîneke kûr vekir… Û dilê hinek kurdên bêesil û xayîn jî şa kir.
Hêzên serdest bi dek û dolaban destûr nadin ku Şingal henase bigire, birînên xwe derman bike, rêxistina xwe mezin û mayînde bike. Bijîşk Muxlîsa Sîdar, ji Botanê ji herêma Şirnexê ya bakurê Kurdistanê berê xwe da êzîdxanê û bi hewara jinên birîndar ên Şingalê ve diçe, li nexweşxaneya gundê Sikêniyê bû armanca êrîşên balafirên hêzên komploger. Herçî her cara ku êrîş li ser Şingalê tê kirin, encama wê komkujî û malwêranî bûye. Qesasê serê kurdên êzidî, ew kes in ku bi dîroka xwe ya xwînmij sond xwarine. Dewleta Osmaniyan 51 ferman bi serê baweriya êzdayetiyê ve anîn; lê her carê vê baweriya kevnare li hemberî qirkirin û tunehesibandinên hêzan, heyîna xwe ferq kir, komî ser hev kir û hebûna xwe ji qirkirina çandî û fîzîkî parast. Qirkirin îca, di roja me ya îro de bi destê neviyên osmaniyan didome. Vê civakê tu carî vîna xwe radestî hêzên mêtînger nekiriye, bi baweriya dînê xwe bi şêweyê jiyaneke veder, bi xwezaya xwe re jiyaye.

Jinên Şingalê bi hêza xwe ya cewherî, dijî hêza 2’yemîn a NATO’yê helwest girtin û li hemberî êrîşên qirkirinê serî rakirin. Dayikên şingalî bi sekin, gotin û helwesta xwe di cîhanê de bûn rojeva sereke. Berxwedana jinên êzîdxanê bi qasî şanaziya xwe, meriv bextewar, bi hêvî û wêrek dike. Hêza têkoşîna azadiyê bi mirovan re mezin dike. Vê têkoşînê di demeke kin de kesayeteke nû ya pêşeng afirand. Ev xisleta wêrek ku hest û ramanên xwe bi polîtîkayê alandiye, birêxistin kiriye, îro bi rola nûnertiya nasnameya kurdên azad tevdigere. Dîroka heft salan a xwerêveberiya xweser a Şingalê, pêşengên hêja yên civaka êzdatiyê afirand. Armanc û hewla dagirkeran ew e ku ev civaka qedîm bê lîder, serok û dîplomat be. Lewma pêşengên kurdên êzidî dibin hedefa êrîşan. Dixwazin Şingal bê pêşeng û fermandar bimîne; ji bo ku plana hêzên serdest valakirina xaka Şingalê ye. Plana hêzên hegemon/herêmî ew e ku bi komkujiyan xelkê Şingalê çavtirsandî bikin û neçarî koçberiyê bikin. Yanê Şingal ne tenê li hemberî peymanên qirêj, li hemberî ferman, qirkirin û êrîşan jî bi her awayî li ber xwe dide û serî naçemîne.

Kurdên ku ji kurdbûna xwe fedî dikin, bila jinên Şingalê yên serhildêr ji xwe re bikin hêza rûmetê. Şingal alaya berxwedan, serbilîndî û welatparêziya tevahiya Kurdistanê ye. Şingal, bi vê lebata xwe nûnertiya siyasî, bawerî, çandî û dîrokî ya civaka êzîdxanê dike. Pêwîst e Şingal tevî van hemû xweserî û nasnameya xwe ve bê qebûlkirin. Rêya çareseriya nasname, baweriya êzdayî û qebûlkirinê; ji ‘ERÊ’kirina xwerêveberiya Şingalê re derbas dibe! Her kes neçare vê heqîqetê bipejirîne…