spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên siyasetmedar mafê parastinê xwestin

Danişîna dozê ya ewil îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Doz bi astengkirina HDP’yî û qedexekirinên rojnamegeran dest pê kir. Doza bi gelek astengiyan hat destpêkirin, bi parastina siyasetmedarên girtî berdewam kir.

Di Doza Kobanê de ya ku 108 siyasetmedar tên darazandin, 17 jê jinên siyasetmedar in. Jinên siyasetmedar Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Beyza Ustun û jinên siyasetmedar ên din tev li dozê bûn. Jinên siyasetmedar der barê bêhiqûqiya dadgehê de dengê derxistin.

‘Beyî parêzeran em ê bersiv nedin’

Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata di serî de li hember derxistina parêzeran bertek nîşan da û wiha got: “Tenê ji bo tespîta nasnameyê jî di nav van şert û mercan de ne mimkun e ku ez pirsên we bibersivînim. Destpêkirina dozê ya bê parêzer jî dide nîşan ku ev doz dozeke sîyasî ye.”

Ayna û Ustun

Emîne Ayna bi SEGBİS’ê tev li dadgehê bû diyar kir ku heta parêzerê wê tev li danişînê nebe dê ew jî bersiv nede pirsên ji bo tespîta nasnameyê.

Beyza Ustun têkildarî pirsên ji bo tespîta nasnameyê îtîraz kir û serokê dadgehê hişyar kir da ku parêzer têkevin salonê .

‘Parastin mafê me yê herî bingehîn e’

Fîgen Yuksekdag a ku bi SEGBİS’ê tev li dadgehê bû axivî û wiha got: “Parastin Mafê me yê herî bingehîn e. Ji bo vê yekê jî bêyî parêzerên me em ê bersiv nedin pirsên we.” Ser vê yekê dengê Yuksekdag hat qutkirin.

‘Em li hemberî hiqûqa şexsî ne’

Sebahat Tuncel têkildarî deng qutkirinê  serokê dadgehê hişyar kir û wiha got: “Di axaftina hevseroka me de we mikrofon girt. Hûn mecbûr in ku me guhdar bikin. Em ê hem mafên xwe û hem jî mafê parastinê biparêzin. Ji bo ku hiqûq ji bo her kesî ye, hûn nikarin hiqûqeqeke şexsî deynin pêşiya me. Ger dengê min were qutkirin, ez ê jî biqîrim.”

‘Li gor talîmatên qesrê tev digerin’

Kişanak jî der barê nêzikatiyên dadgehê de bang li serokê dadgehê kir û ev tişt anî ziman: “Hûn îro  qanûnên xwe jî bin pê dikin. Ger mafê me yê parastinê jî were binpêkirin dê ev yek were wateya ku hûn li gor talîmatên Qesrê tev digerin. Em vê yekê qebûl nakin.”