Wednesday, Çile 26, 2022

‘Jinên şoreşger wekî talûke dibînin’

Bang û desteka ji bo berdana siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a ku demekê hevseroka KCD’ê û Cîgiriya Hevserokên Giştî ya HDP’ê kiribû û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, her diçe zêde dibe. Herî dawî bi sernavê “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Bi kampanyayê hat armanckirin ku heta 12’ê çile hezar îmze bên komkirin. Lê beriya 12’yê çile ji 43 welatên ku di nav de Amarîka, Hollanda, Almanya, Swêd jî heye, zêdeyî 6 hezar jinan kampanya îmze kir.
Endama Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor der barê kampanya “Ji Bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” de ji Xwebûnê re axivî. Bor, li ser rewşa Tûglûk û kampanyayê wiha got: “Aysel Tûglûk wekî jineke têkoşer û şoreşger kariye û dikare bandorê li ser hemû jinên kurd û cîhanê bike. Dewlet vê rastiya Tûglûk dizane. Li hemû welatên cîhanê, jinên wekî Aysel Tûglûk ku xwe ji zinrcîrên kevneşopiya hişmendiya mêr rizgarkirine û bûne pêşengên mezin wekî serkeftinekê tê zanîn û qebûlkirin. Lê mixabin li vî welatî, jinên weke Aysel Tûglûk tên tepisandin, îşkencekirin û girtin. Rastiya Aysel Tûglûk a yekem jineke şoreşger û pêşeng e. A duyemîn jî bandora wê ya siyasî ye. Bandora siyasî pir xurt e. Aysel cara yekem di nava pergala Hevserokatiyê de cih girtiye û hevseroka ewil e. Hem jî di nava siyasetê de xwedî sekn û bandoreke mezin e. Ji ber vê yekê Aysel Tûglûk û hemû jinên kurd ên siyasetmedar têne cezakirin.”

Hiqûqa neyartiyê heye

Bor, li ser nexweşiya Tûglûk û neberdana wê rawestiya û wiha axivî: “Hiqûqa neyartiyê li dijî Aysel Tûglûk heye. Hiqûqa neyartiyê jî derbas kirin. Hinek kes nexweşiya Aysel wekî Alzheimerê dizanin. Lê piştî êrîşî cenazeyê dayika wê kirin travma derbas kir. Piştî vê travmayê hiş û bîra xwe winda kiriye. Birayê wê çû dît. Birayê wê got ‘Edî ne dikare bixwîne, ne dikare binivîse û ne jî me nas dike’. Ev trajediyeke mezin e. Ev nêzîkatiya neyartiyê ne tenê li dijî Ayselê tê kirin. Ayşe Gokkan û Leyla Guven jî bi mînaka hiqûqa dijminantiyê hatin cezakirin. Bi rastî gelek jinên ku em navê wan nizanin, di bin êrîş, îşkence û fetisandineke mezin de ne.”

Dewlet ji nexweşan jî ditirse

Rojbîn Bor, helwesta dewletê ya li dijî girtiyên nexweş jî nirxand û wiha lê zêde kir: “Dewlet ew qas ji jinên serhildêr, berxwedêr û şoreşger ditirse, li gel ku bîr û hişê xwe winda kiribe jî dîsa ji bo wan talûke û aloziyeke mezin tê hesibandin. Nêzîkatî û sekna jinên kurd a wekî Ayselê, di vê rewşê de jî li hemberî xwe weke darbeyek mezin dihesibînin. Sedema neberdanê û weke talûkedîtinê ev e.”

Cîhan wan dinase

Bor, li ser kampanyayê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Pêngaveke wiha xwedî bandor dikare gelek gelek mezin bibe. Bi dehan kampanyayên wiha nikarin bandorê li ser bêdadiya Tirkiyeyê bikin. Nikarin bandorê li ser biryarên derqanûnî bikin. Lê dîsa em bi hêvî ne. Ji ber rastiyeke vê qampanyayê û pêngavê heye. Di qada navneteweyî de haya jinan ji jinên kurd heye. Bi taybet hay ji jinên şoreşger hene. Ji bo Ayselê li 43 welatan zêdeyî 6 hezar jinan îmze dan.”
Bor, feraseta dewletê ya li dijî kujeran û jinên girtî jî rexne kir û got: “Bêguman li her derê cîhanê jin bi zext û zoran re rû bi rû ne. Ev rastiya cîhana nêr e. Em dizanin ku jin li her derê tên qetilkirin. Kesên xwedî unîforma û girêdayî dewletê serbest in. Ji jina şoreşger, berxwedêr û serîrakirî ditirsin. Em wekî komeleya Starê beşdarî hin danişînên dozê dibin. Ên zarokan îstîsmar kirine dibêjin ‘Malbatên zarokan terorîst in. Ez girêdayî dewlet, partî û desthilata xwe me’. Wekî erka “Vatanseverlikê” dibînin. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ev polîtîka ya dewletê ye. Daxwaza dewletê ye. Dibêjin ‘Jinên kurd ew çeper in ên ku hûn wan bixînin. Herin wan belav bikin’. Ev polîtîkayeke taybet e. Dewlet vê yekê bi zanebûn dike. Ev kes bi daxwaz û rêbazên dewletê vê yekê dikin.”

Dilsoziya me ji bo girtiyan e

Bor, qala xebatên xwe yên ji bo jinên girtî jî kir û wiha pêde çû: “Em tundiya li ser xwe ji ya jinên girtî cuda nabînin. Ji bo jiyana em tê de nikarin bêjin em azad in û bi rehetî tev bigerin. Em nikarin bi hêsanî xebatên xwe bikin. Lê dîsa piştgiriya me ya ji bo jinên girtî û malbatên wan bênavber didomin û dê bidomin. Em xwe ji wan qut nagirin û dûr nasekinin. Dilsozî û girêdana me bêtir ji bo jinên girtî ne.”

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Rojbîn Bor, herî dawî destnîşan kir ku Wan di tercîdê de ye û wiha axivî: “Wan Hezar û 800 roj in di bin dorpêçê de ye. Bênavber rojekê jî qedexe ranebûye. Li gel vê yekê têkiliyên me bi sefareta Fransayê û bi Vakfa Destekvanên Demokrasiyê re heye. Xebatên me yên bi vî rengî didomin. Mirov vê dorpêçê dikare weke tecrîdê pênase bike. Me ji walitiyê re jî got ev rewşa em tê de tecrîd e. Em dîsa dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”