23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinkuştin, xwekuştin, çima?

Çima jin xwe dikujin  û çima tên kuştin. Gelo hema ez wiha dest pê bikim dibe? Ez hevokeka çawa saz bikim? Ma rehet e mirov qala kuştinê bike û nerm be, hêmin be, ne qebe be! Ne bi şid be û kerika guhên mirovan neêşîne. Gelo ez li hevokên ku tu kesan aciz neke bigerim û mijarê wiha vebêjim dê ne baştir be?  Ma hema xema min dê timî şenûnî û nişmîbûna gotinê be qey!

Li ser vê mijarê serê me gişan tevlihev e. Niha hûn jî li ser wê diponijin: “jinkuştin”, “xwekuştin” û çima?

Erê serê me ji çimayan dike zingînî. Êdî bûyerên xwekuştinê bê hejmar in, xwe li kerika guhên me dixin. Kuştin zêde dibin, xwekuştin zêde dibin, guman zêde dibin.

Yek li wir hat kuştin û yek li vir hatkuştin, wê xwe kuşt û ew kuştin. Kuştin, kuştin û cardin kuştin. Em di rojekê de nûçeyên çend bûyerên kuştina jinan dibihîzin? Ên ku em dibihîzin rojê du-sê jin ji aliyê hevjînên xwe ve tên kuştin, an jî ji aliyê dergistî-heskiriyê xwe ve. Li her bajarên Kurdistanê, Tirkiyeyê bê rojê çend bûyerên kuştina jinan diqewimin, bê hesab in. Ên xwe dikujin, dadilqînin, dişewitînin, difetisînin, dixeniqînin û yên guleyekê bera xwe didin…

Li Stenbolê di saetekê de du jin tên kuştin. Li Amedê nûçeyên sê jinên kuştî bi hev re tên dayîn. Her roj em nûçeyên kuştina jinan dibihîzin. Jixwe li başûrê Kurdistanê modaya kuştinê, xweşewitîn e! Geh bi komî û geh yek bi yek.

Vî çendî li Qoserê jinek din hat kuştin “xwe kuşt”. Fedîle Asan nema karibû tadayîya lê dibe rabigire, xwe kuşt. Ma kesî bihîst? Ajanseke Qoserê behsê kir û hew. Min jî ji wir bihîst. Dewseke bi êş hişt. Ew ne ya dawî bû. Berî wê jî û piştî wê jî hatibûn kuştin û hîn jî tên kuştin. Dinya jî xera bibe ne di bala kesî de ye. Dibêjin “ê elimî ji yê cehimî xerabtir e.” wekî ku mêşek hatibe kuştin.

…Guldunya, Dîlan Dogan, Emîne Bûlût, Leyla Tanirgan (ji hêla apê xwe ve hatin kuştin), Pinar Gultekîn, Irîna Slavîna(rojnameger-Rûsya)wê xwe kuşt), Ayfer Serçe (rojnameger-ji bo lêkolîna xwekuştinên jinan diçe Îranê, li wir tê kuştin), Adule Kardaş (50 salî, mirî hat dîtin, Baglar-Amed), Zehra Eken (mirina bi guman-Farqîn) Elîf Aydin (ji hêla hevjînê xwe ve hat kuştin-Bûrsa), Duygu Çelîk (mezelê wê li daristanekê hat dîtin-Antalya)… lîsteyeke dîrêj e navên jinên kuştî, ha wê xwe kuşt û ha hinekan(!)

Kuştin, xwekuştin û dewlet 

Duh jî jin hatin kuştin û îro jî jin tên kuştin. Ma ferqa jinên ku xwe dikujin û yên ku hinek wan dikujin ji ya yên dewlet wan dikuje çi ye?

Duh: Her kuştin bi guman bû û dihat veşartin. Tenê maliyên wan dizanîn an jî bi pistepistekê der û ciran pêdihesiyan. mirov dibêje qey hemû însan ji bo deng jê derneyên, li hev kiribûn. wekî tiştek nebûbe, herkes bêdeng bûn. Yên zanibûn jî ji bo xwe biparêzin behs nedikirin. Mezinên malbatê biryara kuştina wan didan û ser bûyerê dinixumandin.

Keçên ji aliyê bavên xwe ve hatin kuştin, ên bi zorê bi birayên wan ê biçûk dan kuştin, ên bi fermana dê û bav bi hinekan dan kuştin, ên bi biryara eşîr û malbatê bi destê zarokan dan kuştin, ên hatin ricimandin û yên ku bi lêxistin û tada mêrê xwe hew karîn li ber xwe bidin ji kerban mir in. Kevirekî reş datanîn ser û deng jê nedianîn. Yê kir jê re ma, jê re dima.

Kuştinên berê pirr nedihatin bihîstin. Ku çi bi serê wan bihatana newêribûn zêde deng ji xwe bînin. Û heta wan li xwe heq jî didît. Geleka êşa xwe dadiqurtandin. Pişta wan tune bû. Ew ji lome û bêbextiyan ditirsiyan. Her kesî bi dawa mezinan digirt. Ma yê wan çi ji destê wan dihat.

Îro : A niha jî biserife nahêlin kist ji bûyerê derê. Dinya biçûk bûye, zû tê bihîstin. Nema di bin cilikê de dimîne. Lê mêjiyê mirovan hîn jî biçûk e. Mêr mêran neheq nakin lê jinek-dayikek jî zû bi zû mêran neheq nake. Dibêjin zeman xerabûye û êdî kes biya hev nake. Lê ew tenê bi hêlekê digirin, hêla mêr digirin û hemû dixin stûyê jinê. Wexta dibên nema kes bi xebera kesî dike ya ku qest dikin  jin e. Li gorî wan jina bi peyva mêrê xwe nekiriye, çi bê serê wê heq e. Dibêjin, “Çi xweş bû, ji ber bêheyayî û netebitîbûna wan e.” Ev aqil weke bizmar di serê xelkê de kutane, çi jin be çi mêr be! Bi vî aqilî radibin. Beşek însanan heq an jî neheq bibînin jî wek ku nebihîzin dikin, dibêjin “Çi ji min o, ne ji ber agirê min o.”

Jixwe ya herî baş a vê demê ev e ku bûyerên kuştinên jinan tên belgekirin. Tevî hemû hewldanên windakirina delîlan û ji aliyê sawciyan qedexekirina qalkirina bûyeran jî, dîsa li ciyekî tên nivîsandin û behskirin. Ên li dij derdikevin jî zêde bûne. Ên pê aciz dibin û jê nerazî ne jin û mêr hene û bi hev re ne. Mixabin, li dijderketinên li hember van kuştinan bûye wek berfa tu biavêjî nava avê dihele. Li her derê kuştin zêde dibin, kêm nabin. Kujerên vê demê bi cesaret in, bi dizî nakin û ne li benda tu biryaran e, hema dikujin. Dewlet li pişta wan in. Dinya li pişta wan e. Meydan meydana wan e.

Jinên nivîskar

Sylvîa Plathta nivîskar û helbestvan, serê xwe xistibû firna dadayî û xwe fetisandibû. Çiqas sedem wek rewşa wê ya derûniyê bê nîşandan jî miheqeq sersebebeke wê heye. Vîrgînîa Woolfê got ez nema karim hew şer bikim, bêrîkên xwe tije kevir kirin û xwe avêt çem. Ma çi nehatibû serê wê ku xwe nefetisîne. Jina têkoşer a endama LGBT’yê Sarah Hegazî’yê jî bangî dinyayê kiribû û jê re gotibû,“Dinya! Tu bi serketî, hema min tu efû kiriye.” Ez nizanim Sebahata Qoserî çi gotiye? Lê têkoşerek ku bêdeng xwe bixeniqîne, lazim e mirov li ser bifikire.

Jinên têkoşer  û şoreşger

Bi salan e jinên şoreşger ji aliyên dewletan, desthilatdaran ve tên kuştin.  Sisê sisê dibin hedef. Sisê, sisê û sisê… Çiqas awayên kuştinê û cihên wê cuda bin lê yên tên kuştin şoreşger in, têkoşer in û jin in.  Yên wan dikujin mêr in, hikûmet in, dewlet in, serdest in. Dixwazin bi van komkujiyan, qira jinan bînin.

Hypatîa li Îskenderiyê, li wî perrê dinyayê. Rosa Luxembûrg li perrekî din ê dinyayê, li Almanyayê û Ekîn Wan a gerîla li vî perrî, di kezeba Gumguma Mûşê de rastî heman hovîtî û dirindeyiya bê eman bûn. Her sê jî bi lêxistinê can û cesedê wan perçe kirin û ew tazî avêtin rastê, pêş çavê xelkê. Salên dûr û dirêj di navbera kuştina wan her sêyan de hebûn. Hema di tevgera kujeran de û awayên kuştina wan de tu guherîn çênebûne. Heman feraset e. Heman hovîtî ye.

Li Tirujîlloya Domînîkê sê xwişkên Mîrabal li çolekê, rê li wan girtin, destdirêjî wan kirin û kuştin. Li Parîsê her sê jinên dîplomat ên kurd, Sakîne, Leyla û Fîdan, di buroya enformasyonê ya Kurdistanê de li ser hev kuştin. Li Sîlopyayê Pakîze, Sêvê û Fatma, tevî ku dizanîn sivîl in, di partî û rêxistinên sivîl de dixebitin, bi birîndarî gule li wan reşandin û ew kuştin û her sê jinên li Kobaniyê Zehra, Hebûn û Emîne bi bomberdûmanê qetil kirin. Ma çi cudahî di nava van kuştinan de heye? Ji bo kuştina van jinan nîşan girtibûn û ew kuştibûn. Ne ferq di nava karê van jinan de heye û ne ferq di nava qetilkirina wan de heye.

Li Efrîna dagirkirî jî her roj jin tên revandin, destdirêjî wan dikin û dikujin. Tazî diavêjin çolê, li Şengalê jî eynî tişt kiribûn. Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê, jinek li gor dilê xwe tevbigere, tê darvekirin. Li gor şerîetê komkujiyan dikin û qetla jinan hemûyan helal e. Hemû dinya wek ku ji wan re li çepikan bixin, bêdeng in.

Hevrîn Xelef di encama suîkastekê de hat kuştin, rayedarên dewleta tirk got me masiyeke mezin girt. Dîlek Dogan, berî wê bi çend salan di mala xwe de bi derba polîsan hatibû kuştin, çawa derî vekiribû bera eniya wê dabûn. Kujeran gotin têkiliya wê bi terorîstan re hebû. Li gor wan ew jî masiyeke mezin bû. Pippa Bacca ya bi projaye “bûka aştiyê”ji bo aştiyê ketibû rê dirûşma wê ev bû: “Ez bi mirovan bawer im. Ez ê xwe lê biqewimînim, ez herim her cihên ku şer lê hene û ez ê bîna aştiyê bibim wir.” Pippa Bacca ya aştîxwaz jî ket tora mêran, ew jî weke Ozgecanê, ajokarê erebeyekê tecawizî wê kir û ew kuşt, bi ser de jî parçe parçe kir.

Feray Şahîn, xwendekara Zanîngeha Torosê (Mêrsîn) û di sala 2017’an de ji hêla polîsekî ve hat kuştin. Nadîra Kadîrova ji hêla wekîlê AKP’yî ve hat tacîzkirin – kuştin (2019), mêrik leşkerekî kevn bû. Piştî ku malnişîn bibû, bû wekîl. Di sala 2020’an de Dîlek Kaya li Amedê ji hêla dergistiyê xwe yê astsûbay bi guleyekê hat kuştin. Îpek Er, çawişê pispor Mûsa Orhan dest avêtê, wê xwe kuşt. (2020). Gulistan Doku winda ye (2020). Mêrê ku guman jê tê kirin ku tiştek bi Gulistan kiriye jî zirlawê polîsekî li Dêrsimê ye. Ev bûyeran di nav du salan de qewimîne û hema min seresere got. Wexta mirov li îstatîstîkan binêre hejmar sê qat e. Geh dikujin û geh ber bi xwekuştinê ve daf didin û kujer tim tên parastin.

Dîsa ez hatim ser hevoka serî: ma jin xwe dikujin an jî tên kuştin? Ger ku em hemû bûyeran veçirînin û li sebebên esasî bikolin, em ê bibînin ku tu jin belasebe xwe nakuje. Jixwe dewlet, mêr û hişê nêr, tev de jinên kuştî, jinên mirî, bê fikr û bê tevger dixwazin. Kuştina jinan ne bi nezanî û cahîlî ye, bi zanîn û qestî tên kirin. Ne jixweber e. Ne qeza ye û ne meseleyeka malbatî ye. Ne ya gundekî, bajarekî, welatekî ye jî. Li kîjan aliyê cîhanê jinên ku piçekî li ber xwe dabin, pêşiya wan hatiye girtin, weke hovan têr îşkencekirin û dawiya dawî tên kuştin.Yên bi destdirêjî û destavêtinan re rû bi rû mane, ji qehran xwe kuştine. Ji ber tadeyiya malbatê û mêrên xwe debar nekirine, xwe kuştine.

Li ku be, bi çi awayî be, ez ji hemû kuştinan re kuştin dibêjim. Ên xwe dikujin û tên kuştin sebeba wan yek e: “Ew tên kuştin.”

1Qoser Ajans: Hesabekî medya civakî ye:https://instagram.com/qoserajans?igshid=10iio0wdkrvdd

  2Li gundekî jinek mir, her kesî bi guman li mirina wê dinêrî, axir malbatê bi dengekî hew ew bibihîzin, di ber xwe de wiha gotin,“Hew wexta rih jê çû, ço ne li ser serê wê bû.” Pirr jin ji hêla bav û bira yan ferdekî ji malbatê hatine kuştin birine li ciyekî dûr kuştine-dane kuştin, lê bi awayekî li ciyekî tê bihîstin.

  3Fatma Altinmakas, tiyê wê destdirêjî  wê kiribû û ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin, sawcî qedexe danî ser qalkirina bûyerê.

  4Vîrgînîa Woolf, du zirbirayênwê bi salan destdirêjî lê kiribûn. Jixwe hîn zarok bû diya wê miribû, vê kiribû ku derûniya wê tarûmar bibe. Çiqas li ber xwe dabû, xwe baş jî kiribû lê dîsa zora xwe nebir û xwe kuşt. Di nameya xwe ya berî mirinê de gotibû, “Hew karim, ez êdî nema şer dikim.”

  5Sarah Hegazî, piştî têkoşîneka dûdirêj xwe kuşt û li pey xwe nameyek hişt, “Ji bo xweh û birên min: Min hewl da bijîm, lê ez bi ser neketim, min efû bikin. Ji bo hevalên min: Ev rêwîtî pirr bêwijdan e, li hember wê ez pirr lawaz ketim, min efû kin. Ji dinyayê re: Tu pirr bêwijdan bû ,hema min tu efû kir.”

  6Sabahat Oral, jinek Qoserî bû. Bi salan di nava têkoşîn û tevgerên jinan de bû, wê jî bi destmala xwe xwe xeniqand.

7“ Li mêtingehan mirov namirin, tên “kuştin”.” http://d2a.a9a.myftpupload.com/tiliyen-kemal-kurkuti/

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê