Rojnameya Heftane

Jiyan dê çawa asayî bibe?

Li tevahiya cîhanê yek bi yek tedbîr hatin sistkirin û niha jî plansaziya asayîbûna jiyanê tên amadekirin. Ji ber rewşa nezelal, pêvajoya asayîbûna jiyanê dê bandoreke çawa li civakê bike hêj ne diyar e

Navenda Nûçeyan

Vîrusa koronayê (Covid-19) ya li bajarê Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de li tevahiya cîhanê belav bû. Li gorî daneyên dawîn li cîhanê ji 5 milyonî zêdetir kes bi vîrusê ketine û her wiha bi sedhezaran kes jî mirine. Li gorî daneyên dawîn herî zêde li Amerîkayê mirin çêbûne. Her wiha li Îngilistan, Îtalya, Spanya, Brezîlya, Belçîka, Almanya, Îran, Kanada, Hollanda, Meksîka, Çîn, Tirkiye, Swêd, Hindistan û Rûsyayê jî hejmara miriyan gelek zêde ye.

Di destpêka pêvajoyê de tenê navê vîrusê hat bilêvkirin, bi belavbûna vîrusê re jî rewş guherî û êdî tirs, fikar ketin dewrê. Dûre pêvajo li tevahiya cîhanê derbasî qonaxa tedbîrgirtinê bû. Piştî demeke dirêj niha li tevahiya cîhanê yek bi yek tedbîr tên sistkirin. Hemû plansazî ji bo asayîbûna jiyanê tên amadekirin. Di vê pêvajoyê de pirsa herî zêde tê kirin: gelo vîruys hatiye kontrol kirin? Jiyan dê çawa asayî bibe? Sistkirina tedbîran dê bandoreke çawa li civakê bike? Ev pirs niha li benda bersivan in. Lê diyar e dê piştî qonaxa asayîbûnê bên bersivandin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roj bi roj hejmara pêketî û mirinên ji ber vîrusê kêm dibe û tedbîrên hatine girtin pêşî li ber vîrusê girtiye. Lê bi sistkirina tedbîran dibe ku pêla duyemîn jî dest pê bike û bîlançoya vê girantir bibe.

Fikarên pêla duyemîn

Tevî rayedarên dewletan tedbîrên girtine sist dikin jî zanyar, bijîşk, sazî û rêxistinên tenduristiyê bi fikar nêzî vê dibin. Yek ji wan Serokê Yekitiya Tabîbên Cîhanê Frank Ulrich Montgomery e. Montgormery, diyar kir ku Ewropa ji bo sektora turîzmê sînorên xwe vedike û ev tişt xetereye û got: “Bi asayîkirina jiyanê re dê rê li ber pêla duyemîn vebibe û wê ev tabloyeke girantir derxe holê.”

Seroka Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Ewropayê (ECDC) Andrea Ammon, diyar kir ku divê Ewropa li gorî pêla duyem a vîrusê xwe amade bike û wiha axivî: “Li gorî min pirsa herî girîng jî gelo dê pêla duyem kengê dest pê bike û dê bandora vê çawa be. Em naxwazin tabloyeke qiyametê xêz bikin lê dem ne dema rehetiyêye.”

Ne meclis AVM hatin vekirin

Li Tirkiyeyê pêvajoya asayîbûnê di 11’ê gulanê de bi vekirina kuafor, navendên danûstandinê, dest pê kir. Piştî cejna Remezanê jî dê plansaziya asayîbûnê bêtir bikeve meriyetê. Tevî ev qas pirsgirêkên heyî û rewşa xeternak li Tirkiyeyê navendên danûstandinê (AVM) pêşiya meclisa Tirkiyeyê hat vekirin. Îktîdar jî tabloya xeternak hewl dide ku asayî nîşan bide û tenê bi çend pêşniyaran bangewaziyên xweparastinê dike. Li gorî endamê Lijneya Zanyarî ya Koronavîrûsê ya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Levent Yamanel di vê pêvajoyê de ji bo xweparastinê 4 xalên girîng hene û got: “Xwe ji komên mezin û qelebalix dûr bixin, bê maske dernekevin derve, mesafeya civakî biparêzin û li paqijiya xwe baldar bin.”

Rewş zelal nîne

Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19’ê ya Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û pisporê tenduristiya gel bijîşk Kayihan Pala, pirsgirêkên dê bi pêvajoya asayîbûnê re biqewimin wiha şîrove kir: “Di 11’ê gulanê de pêvajoya asayîbûnê qonax bi qonax hat destpêkirin û ev dîrokeke pir zû bû. Biryara vekirina navendên danûstandinê jî divê bê rexnekirin. Ji ber ku di despêkê de vekirina kargeriyên biçûk ên girtî maqûl bû. Em niha jî hejmara nexweşan û kesên bi vîrusê mirinê bi zelalî nizanin. Der barê belavbûna vîrusê ya li herêm, parêzgeh û navçeyan de agahiyên zelal nînin. Dê çawa pêvajoya asayîbûnê bên destpêkirin.”

Li Ewropayê bêkarî

Her wiha bi sistkirina tedbîran û destpêkirina jiyana asayî, krîza aboriyê jî xwe da der. Li tevahiya cîhanê niha krîza aboriyê heye û bûye sedema bêkariyê. Komîseriya Berpirsê Mafên Civakî û Îstîhdamê ya Yekitiya Ewropayê (YN), da zanîn ku ji ber bandora vîrusê niha 27 welatên Ewropayê bi 10 milyonan mirov nîv demî dixebitin û dibe ku di mehên pêş de ev kes bêkar jî bîminin.

Endamê Berpirsiyariya Xizmet û Bazara Navxweyî ya Komîsyona Ewropayê Thierry Breton da zanîn ku ji ber krîza aborî dibe ku li Ewropayê 30 milyon kes ji kar bên derxistin û got: “Jixwe di sibata îsal de 14.1 milyon kes bêkar bûn û piştî asayîbûna jiyanê dibe ku hejmar 3 qat zêde bibe.”

16 milyon bêkar hene

Her wiha li gorî daneyên Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) jî ji ber vîrusa koronayê hejmara bêkaran li Tirkiyeyê bû 16 milyon. Li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş heye ji ber vîruse du meh in Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên milyon û 200 hezar kesî nedaye û ji bo mûçeyan jî tu plansazî nehatiye amadekirin. Îran tevî ambarogoya heyî bi vîrusê re ket nav krîzeke kûr, ji ber ku sînor hatin girtin bi tevahî bazirganî rawestiya.

Der barê WHO’yê de lêpirsin

Ligel ev qas geşedanan hefteya borî Amerîka û Çîn jî di nav de 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) da. Welatên endamên Neteweyên Yekbûyî biryar da ku di demeke kin de bi awayekî serbixwe û bê alî der barê polîtîkayên WHO’yê yên pêvajoya vîrusê de lêpirsin bê destpêkirin. WHO bi taybetî ji ber derengmayîna tedbîran tê rexnekirin. Ev tişt nîşan dide ku gunehkarên vê pêvajoyê, hemû kêmasiyên xwe di bin sîwana rêxistinan de veşêrin û her kes hevdû sûcdar dike.

Karker di xetereyê de ne!

Koordînasyona Krîza Covid-19’ê ya Herêmê her hefte der barê bandora vîrusê de raporek aşkera dike. Rapora hefteya borî jî li ser rewşa karkeran bû. Di raporê de wiha hat gotin: “Vîrus betîr li ser kesên xizan, jin, ciwan, zarok, penaber, betal, karkerên çandiniyê û karkerên li fabrîqeyan dixebitin bi bandor bû. Dema karker û kedkar xebitîn jî ji bo wan tedbîr nehatin girtin. Divê ev rewş biguhere û şert û mercên hemû karkeran bên sererastkirin.”

Koordînasyonê di rapora xwe daxwazên xwe wiha rêz kirin:

*Karkerên her tim temsa wan bi gel re heye yên wekî karkerên kargo û PTT’ê divê hefteyê carekê test bikin û şert û mercên kar bên sererastkirin.

*Divê biryarên tedbîrên li dijî şewbê tenê bi 2-3 patronan neyê girtin. Divê nûnerên sendîka, ode, komele û hemû rêxistinên demokratîk jî tev li pêvajoya girtina biryaran bibin.

*Divê serwîsên karkeran bên zêdekirin û di bin parastin û ewlehiyê de karkeran bibin mal û cihên karê wan.

*Divê dûrxistin û derxistina karkeran a ji kar bên qedexekirin.

* Divê der barê şîketên karker ji kar derxistine de lêpirsîn bên destpêkirin.

* Divê pirsgirêkên karker û kedkaran neyên veşartin. Divê serî li sendîka, ode û komeleyan bidin û bi raya giştî re parve bikin.

* Divê hemû malzemeyên parastinê bê pere li hemû esnaf û xebatkarên cemaweriyê bên belavkirin.

* Divê nûnerên ode, sendîka û rêxistinên tenduristiyê jî tev li maseyên kirîzê yên herêmê bikin.

Maskeyên li kolanan xetere ne!

Li tevahiya cîhanê ji bo xweparastinê maske û lepîk tên pêşniyarkirin. Her wiha li gelek welatan jî bikaranîna maskeyan hat ferzkirin. Êdî lepik û bi taybetî jî maske bûn parçeyek jiyana mirovan. Maske û lepik ji bo xweparastinê bûn alavên girîng, lê bi xwe re jî xetereyên mezin jî anîn. Niha li kolan, otobûs, minîbusan maske û lepikên hatine bikaranîn hene. Bijîşkan destnîşan kir ku ev tişt ji vîrusê jî xetertir e û tenduristiya gel tehdît dike, ne tenê xwe û divê derdor jî ji vîrusê bê parastin. Bi taybetî bijîşk bikaranîna lepikan pêşniyar nakin lê bikaranîna maskeyan ferz dikin. Maskeyên tên bikaranîn divê bixin nav poşet û piştre bavejîn çopê. Maskeyên davêjin erdê bi taybetî ji bo zarokên li kolanan dilîzin dibe xetereyek mezin.