25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana jinên ku bûne mijara fîlman

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê ku li hemû cîhanê, bi milyonan mirov ji bo zêdetir vîrus belav nebe û nebe sedema trajediyên mezin ji malên xwe dernekavin.

Di pêvajoya wiha de ku derveyî mirinan dibin sedemên xerabûna psîkolojiyê jî, gelek kes ji bo ji aliyê psîkolojiyê ve têk neçin, bi temaşekirina fîlman dema xwe derbas dikin. Bi taybetî jin ku herî zêde giraniya van rojan ji her alî ve hîs dikin, rojên xwe bi temaşekirina fîlman derbas dikin.

Hîn fîlmên ku behsa jiyan û têkoşîna jinan dikin û bi hezaran jinan re bûna îlham wiha ne:

Antonia: Portreya Jineke (Antonia: A Portrait of the Woman): Derbarê şefa senfonî Antonia Brico de belgefîlmekê ye. Di belgefîlmê de behsa têkoşîna Brico ya di sala 1974’an de li dijî zayendperestiyê dide, dike. Di heman demê de belgefîlm di beşa Belgefîlmên Herî Baş a Xelatên Akademiyê de wek namzet hatiye nîşandan.

Grey Gardens (Bexçeyên Gewr): Belgefîlmeke jiyana dayik û keça wê ye. Di belgefîlmê de behsa têkilî, jiyan û sohbeta navbera dayika 79 salî û keça wê ya 56 saliyê dike. Belgefîlm di sala 1975’an de hatiye kêşandin.

One Child Nation:Belgefîlmeke amerîkî ye û di sala 2019’an de ji aliyê Nanfu Wang û Jialing Zhang ve hatiye kêşandin. Di belgefîlmê de behsa polîtîkaya Çînê ya yek zarok ku ji sala 1979’an heta 2015’an berdewam kir, dike. Belgefîlm di 26’ê çileya 2019’an de di Mîhrîcana Fîlman a Sundanceyê de hat nîşandan.

What happened miss simone (Çi qewimiye Simone): Belgefîlm ji aliyê Liz Garbus ve hatiye çêkirin. Di belgefîlmê de qala jiyana stranbêj, piyanîst û parêzvanê mafê mirovan Nina Simone ya amerîkî tê kirin.

For Sama (Ji bo Sama):Belgefîlma ku ji aliyê Waad Al-Kateab ve hatiye nivîsandin, di sala 2019’an de ji aliyê Waad Al-Kateab û Edward Watts ve hatiye kêşandin. Belgefîlm piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê bal dikişîne ser rêwitiya jineke rojnameger.

Honeyland (Welatê honandî): Belgefîlm di sala 2019’an de ji aliyê Tamara Kotevska û Ljubomir Stefanov ve hatiye kêşandin û belgefîlmeke makedon e. Di belgefîlmê de tasfîra jiyana jina bi navê Hatidze Muratova ku li gundê Bekirlija ya dûrî bakurê Makedonyayê karê meşvaniyê dike, tê kirin û her wiha di belgefîlmê de piştî hatine malbateke koçber guhertina tarza jiyanê tê şopandin.