25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana rast jiyana azad e!

Gelo hemû kes weke ku tê xwestin, ango dixwaze dikare bijî? Li gorî nêrîna min divê her kes pirseke wisa ji xwe bike, yanî “ez ê çawa bijîm? “Ji ber her kes ne xwediyê hunereke wisa ye ku bizanibe bijî. Gelek mirov jiyana erzan ji bo xwe esas digirin. Ji ber ku nizanin jiyaneke bi çi rengî ji bo xwe esas bigirin, loma di demek kurt de dikevin nava rewşên nebaş û dawî li jiyana xwe tînin. Hinek ji wan jî rojane dijîn, qet ne di xema dinyayê de ne. Gelo ma mirov ne bi fikrê xwe mirov e. Heger ez ne xwedî fikir û raman bim, lewra heger pîvanên min ên jiyanê nebin, gelo çi wateya jiyana min heye? Hemû mirov dibêjin “em dijîn,” lê ev jiyaneke çawa ye?

Gelê kurd dema pirsên wekî ‘Em duh çawa jiyan, Îro çawa dijîn, divê çawa bijîn? Ji xwe dipirse, bi qasî li hemberî paşverûtî û kêmaniyên xwe têkoşînê dide meşandin, li hemberî pergala desthilatdar a dewletparêz jî îro di nava têkoşîneke bêeman de ye. Bêguman vê yeke jî, ji ruhê lêpirsînê ya ku ji rastiya Rêber APO û tevgera azadiyê fêrbûye, di ruhê xwe de hêşîn dike. Asta ku gelê kurd îro di warê şoreşa civakî û kesayetî de dijî û vê astê bi hawîrdora xwe re jî parve dike, encamgirtina têkoşîna PKK’ê ku dikeve sala xwe ya 43’yan, dide nîşandan.Tu tişt bi qasî guhertina elimandinan bizehmetir nîne. Elimîna ku di jiyana mirovan de serwer dibe, di encama feraseta desthilatdaran xwe dide rûnişkandin û xwe wekî kevneşopiyên civakî dide qebûlkirin. Ya rastî ev ne kevneşopya civakê ye, maskeyeke desthilatdaran ji bo xwe ji lêpirsînê xilas bikine. Ji ber piraniya kevneşopiyên ayîdê civakê, hema bêje di rastiya pergalên desthilatdar bi giştî û di ya serdema kapîtalîzmê de bi taybetî, pir zêde pê hatine leyîstin û naveroka xwe wenda kirine. Lê Rêber APO, bi tevgera azadiyê re teqandineke mezin di warê zihniyeta civakî di rastiya gelê kurd de derxiste pêş. Ew civaka ku hatibû parçekirin û ber bi tunebûnê ve diçû, careke din komî ser hev kir û kiriye xwedî hizra civakî. Hêza civakbûyîna gelê kurd di sekna neteweyî de, îro xwe dide nîşandan. Her wiha veguhertinên ku bi derketina Rêber APO û PKK’ê re di asta cîhanî de rû dan jî, di mirovahiyê de, di mijara pirsgirêka gelê kurd de nêrîna berê guhert û ev bi serê xwe jî pir girîng e.

PKK, li beramberî civaka ku bi desthilatdariya dewletê hatibû hilweşandin, sekinî. Li dijî jina ku di nava koletiyeke kûr de hatibe fetisandin, sekinî. PKK’ê di mirovê kurd, jina kurd de, her wiha di zarokên kurd de, ew giyana ku hatibû kuştin, ji serkeftinê bêbawer bibû, ji azadiyê hatibû bêhêvîkirin, careke din zindî kir û ew civaka ku hatibû bêkesayetkirin, kire xwedî kesayeteke vîndar.

Dirûşmeya ku îro gelê kurd li hemberî dijmin dibêje “PKK gel e, gel li vir e!” rastiya vê yekbûyînê îfade dike.

Bi qasî hafizaya mirov, zanebûn jî ewqas girîng e. Gelek, dema kete zanebûna serpêhatiyên xwe, sedem û çavkaniya rastiyên jiyana xwe, dikare roja xwe ya têde û her wiha pêşeroja xwe jî li ser hîmeke nû ava bike. Tişta ku PKK’ê di gelê kurd de avakiriye ev bixwe ye. PKK di rastiya xwe de ji çerçoveya partiyeke teng zêdetir, ew felsefeyeke nû û mêzandineke nû ji jiyanê re ye. Felsefeya ku avakerê wê Rêber APO ye, xwedî rêgeza parastina jîneke azad û mirovê azad e. Felsefeyeke ku her miroveke xwedî vê lêgerê be, dikare îfadeya xwe tê de bibîne. Ji ber ku Rêber APO, bi teorî û pratîka ku daye nîşandan, cih dide hemû beşên mirovan. Li hemberî rewşa ku gelê kurd têde ye, li hemberî rû bi rû hatina gelê kurd bi siyaseta tunekirinê, PKK bi qasî ku ji bo parastina hebûna vî gelî bûye mûdaxele, ew alternatîfeke xurt e ji mirovahiya ku di nava pencikên pergala kapîtalîst de tê xeniqandin.
Di demên berê de, gelê kurd ji rastiya xwe ya kurdîtî şerm dikir, lê îro bi vê rastiyê serbilind e û ji bo wê pir aşkera têdikoşe. Demên borî kurd li gorî pîvanên feodal nêzîkî jinê dibûn û jin destûra wê ya ku di civata zilam de serê xwe rake, tunebû. Lê îro jina kurd di hemû qadan de ji bo azadiya jinê û ya gelê kurd rola pêşengtiyê daye ser milên xwe. Her wiha gelek veguhertinên din, ger em bi rêz bikin, em ê bibînin ku PKK hêza veguhertina elimandinên bi salan e. PKK’ê di nava 43 salan de, ew elimîn berovajî kir û gelê kurd kire xwedî dîrokeke nû.

Ji ber wê jî wekî Rêber APO jiyaneke rast fêrî me kir, hemû hucrayên bedena xwe di xizmeta têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk de dayîne bi karanîn hêza herî mezin a jiyanê ye.