Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Jiyanê nekujin!

Reşbûn çavên jiyanê. Mîna tûdirkan dibiriqîn. Du çavên mîna kaniyek avzê ji ken û coşê dibiriqîn li ser rûyê wê yê heyva çardeşevî li ber teşe girtîbûn û şahidiya navê wê dikirin li her kêliya demê. Jiyan herikbar bû mîna av û bayê. Zindî û ciwan, bedew û xweşik, ya herî delal bû li taxa me.

Navê wê li ser zimanê her kesê digeriya û di hemû kêliyên demê de min herî zêde navê wê dibihîst. Vê yekê dihişt ez zêdetir bala xwe bidim Jiyanê û wê nas bikim. Neh salî bûm û Jiyan pirsek mezin bû di hişê min de. Ji ber tevî hemû ciwaniya wê, reşbûn cilên Jiyanê. Ji çavên hemû zarokên min nas dikir reştirbûn. Mirovan bextê jinan û cilên Jiyanê dişibandin hev û vê nepeniya di navbera wan de mereqa min dida ber şemaqan. Çima reşbûn cilên Jiyanê? Têkiliya di navbera reşiya cilên Jiyanê û bextê jinan de çibû? Bext çi bû, ma diviya sor, zer, spî, gewr an kesk û şîn be? Gelo ger cilên Jiyanê ne reşbûya wê rengê bextê jinan çi bûya? Jiyan jinek bejin zirav û bilind, reng genimî, rûken, nazik û nazdar bû. Lê reşbûn cilên jiyanê û jinan bextê xwe dişiband rengê cilên wê.

Min nedizanî çima hemû jin gazindan ji Jiyanê dikin. Hema hemû jinan li gel xwedê gazind ji Jiyanê dikir û behsa nebaşî û nexweşiya wê dikir. Lê Jiyan jinek tendurist, li ser xwe, gurc û jêhatî bû. Kenê wê wekî kulîlkên pîvokên li zinaran geş bû, heyîna wê reng û ciwaniyek cuda dida taxa me. Lê hema hemû jinan digot, “xwedêyo, ev çi Jiyan e te kirî para me?”

Jiyan hêj di zarokatiya xwe de bê bab mabû li gel du xwişk û birayekî xwe. Bi zorî û zehmetiyan mezin bibû, bibû jinek ciwan. Paşê ji ciwanekî delal ê taxa me hez kiribû, bi hev re zewicîbûn. Piştî zewaca wan bi salekê şûn de kurekî wan çêbibû.  Sê meh bi ser çêbûna kurik re derbas bibûn qêrinek ket taxa me. Jiyanê xwe kuşt! Jiyanê li mala xwe, xwe bi werîsekî ve kiribû û xeniqandibû. Lê herkesê digot qederê wisa kiriye. Vê carê dayika wê jî destê xwe ber bi jor ve radikir û digot; “xwedêyo, ev çi Jiyane te kirî para min” û ji her çavek wê sûlavek rondik dibariyan li ser termê Jiyanê.

Min qeder nas kir paşê. Qeder bibû kujera Jiyanê. Herkesê vê carê berê tîrên awirên xwe dabûn qederê. Jin, zilam, hûr û giran şahidiya kujeriya qederê dikirin. Jiyan û qeder bibûn wekî nav û paşnavên hev. Yek bi ya din dihat gotin. Qederê Jiyan kuştibû, lê hê jî bextê jinan reş bû li gorî gotin û gazindên dikirin. Ji aliyekê ve qeder kujer îlan kiribûn, ji aliyê din ve herkes li qederê xwedî derdiket û bi devê xwe digotin ‘ev qedera me ye.’ Gelo ger qeder a wan be, ew jî nedibûn şirîkê wê yê kuştina Jiyanê? Qederê bi gotina kê kiribû, ji ber çi Jiyan kuştibû? Ma ne wan bi xwe digot qeder ya Jiyanê bû jî. Ma ger qeder a Jiyanê be jî çawa dibe ku Jiyanê bikuje? An qeder ne ya Jiyanê bû, an jî ne qederê Jiyan kuştibû.

Lê ferman hatibû dayîn. Di kujeriya qederê de herkes hemraman bû. Lewma pêdivî bi pirsên din nebû. Pirsên mîna gelo Jiyanê çima xwe bi dar ve kir? Kî û çi bû sedem? Çi derdên wê, kul û janên wê, pirsgirêkên wê yên bêçare hebûn? Qeder hem kujer bû, hem jî herkes lê xwedî derdiket û digot, “qedera me ye.” Ger qeder kujer be çima herkes li qederê xwedî derdiket?

Heta mezin bûm jî van pirsan qet hişê min terk nekir. Paşê pê hesiyam ku qeder ‘bizina gunehan’ bû.  Herkesê barê gunehên xwe li qederê dikir û bi vî rengî ji dojeha wijdana xwe direviya. Lê min wê demê nedizanî Jiyan ez im, tu yî, em in… Min nedikarî bêjim qeder nezanîna me, neşiyarî û xemsariya civaka me ye. Min nekarî ji kesê re bêjim bi kuştina her jinekê Jiyan dimire. Em dimirin û navê mirina me, kuştina me dibe qeder. Min nedikarî bêjim, JIYANÊ NEKUJIN!

Li ser vê çîroka bi jan a zarokatiya min re gelek sal derbas bûn. Lê mixabin îro jî li Kurdistanê dijminahiya jiyanê bi dawî nebûye. Dewletên dagirker herî zêde jinên kurd dikin armanc û êrişî jinan dikin. Nûnerên pergala zilamsalariyê yên wekî AKP-MHP û DAIŞ’ê herî zêde êrişî jinan dikin. Kuştin û çewisandina jinan wekî egera hebûna xwe dibînin. Çawa berê bi navê ‘Namûsê’ jin didan kuştin, îro jî di bin navê ‘terorîstiyê’ de jinan dikin armanc û hewl didin pêşiyê li ronakbûn û zanebûna civaka kurd bigirin. Ji ber baş dizanin ku havênê hiş û ramana azad a civakan jin e. Civaka jina wê zana, azad û xwedî vîn, li hember ti desthilatiyê serî natewîne. Lewma her êrişa li ser jinan tê kirin, divê civaka me wekî êrişa li ser jiyan, rûmet, azadî û pêşeroja xwe bihesibîne. Dewleta dagirker a tirk bi sedhezaran mirovên me kuştin û navê kuştina wan kir ‘kuştinên faîl nediyar.’ Lê faîl diyar e û em dizanin ku dewleta tirk kujer e.

Çawa em îro dizanin dewleta tirk kujer e, em bi saya têkoşîn û berxwedana bi hezaran jin, ked û berdêla bi hezaran dayikên kurd ên zarokên xwe li ser pîvan û exlaqê azadiyê, bi wijdan mezin kirin dizanin ku navê kuştin û mirina me jî ne qeder e. Di encama wê ked û berxwedana mezin, têkoşîna dijwar de em îro dibêjin em ê hesabê her kuştinê bipirsin. Em bi wê dikarin ji dagirkeran re bêjin tu dagirkerî, ji zaliman re bêjin tu zalim î, ji yên navê kuştina me dikin qeder re bêjin tu derewker î, ji yên bi nêzîkatî û sekna xwe kuştina jinan a di her warî de erê dikin, ji kujeran re dibin alîkar û xizmeta polîtîkayên kuştina jinan dikin re bêjin tu kujer î. Bi pêşxistina zanebûna xwe, xurtkirina rêxistina xwe, bihêzkirina vîna xwe em îro dikarin xwedî li azadî û rûmeta xwe derkevin. Lewma neyarên me herî zêde êrişî jinên pêşeng, zana, xwedî vîn, xwedî pîvan û exlaqê azadiyê dikin. Lewma divê em bizanin ku mezinkirina têkoşîna azadiya jinê, xwedîderketina li jiyanê ye. Li dijderketina her awayê zilm û zorê pîvana bi exlaqbûn, wijdanbûn û mirovbûnê ye.