Rojnameya Heftane

Jon Tirkan nav guherandin

Dema ku pirsgirêk û şerên alayan ên navxweyî diqedin, alay vê carê bi gelemperî berê xwe didin ermen û girseyên wek wan ên mesîhî. Kiryarên alayan ên bi vî rengî bi tundî heya şoreşa Jon Tirkan berdewam dikin. Heya dema Jon Tirkan (1908), pirsgirêkên herêmê her diçe zêde dibin. Serekên eşîran ên ku di bin serweriya Siltan Ebdulhemîd de bûn, peyderpey dest didan ser gund, mal û milkên ermen, suryan, keldan, nestûr û êzidiyan. Di van rojan de bi taybetî ermen êdî berê xwe didin Rûsya û Amerîkayê. Çûyîna wan a li van welatan karê eşîran hîn hêsantir dikin. Dema ku Jon Tirk dibin desthilatdar, hewl didin ku alayan ji holê rakin, ermen jî di van rojan de bi du xwestekan derdikevin pêşiya Jon Tirkan: radestkirina mal û milkên wan ên desteserkirî û tesfîyekirina alayan.

Tehdê li gel kirin

Di wîlayeta Wanê de (di sêgoşeya Panos, Erdîş û Elcewazê de ) Huseyn Paşayê Heyderî, (di sêgoşeya Erdîş, Bêgirî û Giyadînê de) Elî Axa û Qulîxan Axayê Ademî, (di sêgoşeya Milazgir, Kop û Panosê de) Rizayê Xalit; di wîlayeta Erziromê de (di sêgoşeya Dutax, Panos û Mûşê de) Ebdulmecîd Begê Sîpkî, (di sêgoşeya Bazîd, Îdir û Giyadînê de) Biroyê Heskê Têlî ew kes bûn ku herî zêde tehdê li ermenan dikirin. Li ser dozvekirina dewletê, piraniya van serekên eşîran direvin Îranê. Lê paşê dewlet wan efû dike û ew jî dîsa vedigerin herêmên xwe1. Mirov dikare bibêje ku Jon Tirk her çiqas piraniya kiryarên Ebdulhemîd ji holê rakin jî zêde dest nadin Alayên Hemîdiyê, tenê di sala 1910’an de navên wan vediguherînin û dixin “Alayên Eşîretan” an jî “Alayên Eşîretan ên Siwarî” û ji artêşa navendî serleşkeran dixin nav wan, bi vî şiklî jî kontrola dewletê ya li ser alayan bêhtir qewî dikin. Çend meh şûnde jî dewlet, di bin navê “Artêşa Herêma Bakur” û “Artêşa Herêma Başûr” de heman alayan dabeşî du beşan dike û serleşkeriya yekîneyên bakur didin Kor Huseyn Paşayê Heyderî û serleşkeriya yekîneyên başûr jî didin serekên eşîra miliyan. Bi vê dabeşkirinê mebesta dewletê ew bû ku li bakur li hemberî ûris û li başûr jî li hemberî îngilîzan bendeke ewlehiyê ava bike.

Nerazîbûna Alayên Eşîran

Alay hê di serî de ji kiryarên Jon Tirkan qet razî nabin. Mînak, dengbêjê êwrê Mistefayê Xelê Heyran di kilama xwe ya bi navê “Şerê Selanîk”ê de dibêje ku qasidê windakirina Selanîkê “Bînbaşî û Yuzbaşiyên Mekteplî” ne ku qismek ji alayên eşîran jî di bin emrê wan de bûn2. Aliyê Jon Tirk ên sekuler her dem ji bo Alayên Eşîran sedema nerazîbûna li hemberî dewletê bû. Piştî Şerê Balkanan, kurd êdî dikevin nav tevgereke cuda. Di van salan de piraniya kurdan di bin banê “Komeleya Alîkarî û Pêşketinê ya Kurd” (KAPK)3 de dicivin. Li wîlayeta Diyarbekirê çi dijberên malbata Pîrînçîzadeyan4 hebûn hemû derbasî aliyê KAPK’ê dibin. Paşê alayên Îbrahîm Paşayê Milî yê ku ji Jon Tirkan derbe xwaribûn jî dîsa derbasî aliyê KAPK’ê dibin. Her wiha li wîlayeta Bedlîsê jî Alayên Eşîran ên ku di bin bandora şêxên xalidî de bûn, bi awayekî veşarî êmla (meyl) xwe didin ser KAPK’ê. Çendekî şûnde ji malbata Bedirxaniyan Huseyn û Kamil ên ku ew demek bû li Sêrt û Wanê rêvebir bûn, firarî rojhilatê Kurdistanê dikin. Li wir Simko û Seyîd Taha dibînin. Ebdurezaq Bedirxan ê ku ew çendek bû li Moskowê penaberê polîtîk bû, di bin mahiyeta çarê ûris de derbasî rojhilatê Kurdistanê dibe5. Li vir nameyan ji serekên Alayên Eşîran re dişînin; ji van serekan yek jî Kor Huseyn Paşayê Heyderî ye. Lê ew ji Kamil Bedirxan re dide xeberan û dibêje: “Ez namûsa misilmanan pêşkêşî Ûris nakim. Ji ber ku ez ne ‘bîj’ im.” Lê dema çend sal şûn de diçe rojavayê Kurdistanê û li wir çav bi Kamiran Bedirxan dikeve, vê carê jî li ser çavên xwe dixe û dibêje: “Min wê demê xeta kir”. Şairê kurd Cegerxwîn şahidê vê lehzê ye6.

Serhildana li Bedlîsê

Armanca KAPK’ê û Bedirxaniyan li Kurdistanê pêkanîna serhildaneke gelemperî ye, lêbelê ji bilî Bedlîsê serhildan pêk nayê. Di sala 1914’an de bi pêşengiya Mela Selîmê Hîzanî, Seyîd Elî û Şêx Şabedîn serhildanek pêk tê. Di destpêka serhildanê de gotineke Mele Selîm başkêş e, dibêje: “Ey milet! Hûn ji bo Bedlîsê waliyek dixwazin? Ha ji we re Hecî Mûsa Begê Motkî (Xweytî) …”7 Her çiqas alayên di bin emrê Hecî Mûsa de bi awayê fermî di nav pergala “Alayên Eşîran” de nebû jî, bi şiklekî nîvfermî ji aliyê dewleta Osmanî ve dihat nasîn. Em dibînin ku Hecî Mûsa Beg bi awayekî têkilî vê serhildanê bûye. Alayên Eşîran ên din zêde tevlî serhildanê nabin, lê hema qet nebe alîkariya dewletê nakin ji bilî Silêmanê Mamê. Silêmanê Mamê, serekekî alayên eşîra Ademan a herêma Erdîşê bû. Dema serhildan tê perçiqandin, Şêx Şabedîn ji bo derbasbûna rojhilatê Kurdistana direve Geliyê Zîlanê. Li vir dewlet bi alikariya Silêmanê Mamê8, Şêx Şabedîn li gundê bi navê Sogitliyê dîl digire, dibe Bedlîsê û li wir darda dike.

1 – Klein, Hamidiye Alayları-Împaratorlugun Sinir Boylari ve Kurt Aşîretlerî, r.276-278

2 – (…) şer giran e, şerê Dordincî Ordiyê şerê kurdan e, kurd ecemî ye nezan e

nizan e zimanê çar mektebliyan e, mektebliya dînê xwe firotin bi peran e

Eskerê te eskerê Jon Tirkan e, eskerê min eskerê emeliyan e

emelî li dinyayê bêxweyî bêxwedan e

Muhefeziya wan ji Anadoliyê bêguman e, îmdada wan jor Xweda ye, jêr pêşiya wan sêsid jinên lazan e (…)”

3 – Bi tirkî jê re digotin: “Kurd Teavun ve Terakkî Cemiyeti”.

4 – Vê malbata ku aliyê dê ve Zîya Gokalpê tirkperest jî endamê wê bû, di wîlayetê de Îttihat ve Terakki Cemiyeti (Komeleya Yekîtî û Pêşketinê) temsîl dikir.

5 – Wê demê sînorê Rûsyayê heya Tebrêz û Xoyê daliqiye. Yanî beşeke rojhilatê Kurdistanê di nav sîronên împaratoriya Rûsyayê de ne. Bedirxanî jî direvin diçin Xoy û Tebrêzê.

6 – Cegerxwîn, Hayat Hikayem, werger: Gazi Fincan, Evrensel Basim-Yayim, Istanbul, 2003, r.54

7 – Nevzat Bingol, Bitlis Îsyani ve Şeyh Selim, Do Yayinlari, Istanbul, 2013, r.9

8 – Dengbêj Ebdurehmanê Panosê: “…lêbelê ji bona rizaya Xwedê bê Silêmanê Mamê koka te biqele Ma tu nizanî seyîd e bê ayîk in te çawa daye pêşiya sê tabûr esker Digerînî lê belê ji bona Xwedê li her çar çiqê Geliyê Zîlan.