Rojnameya Heftane

Juvenoia

Bîlal Ata Aktaş

“Her nifş xwe ji ya berê zîrektir û ji yê

bê ‘alimtir dibîne.”  George Orwell

1.Bogota

Nifş: Neferên nifşekê, kesên ji heman kom û girseyê ne ku di heman demê de dijîn û derd û xem û kulên wan kêm zêde eynî ne. Yanî hemû jî bi awayekî berhemên heman dem û derê ne. Mîsal nifşa Rewşenê, nifşa Beatê, nifşa mîlenyûmê.

Nifş (jenerasyon), wek peyvek bi wateya xwe ya îroyîn xwedî dîrokçeyeke ne zêde dûrî zemanê me ye. Beriya sedsala 19’emîn gava ku behsa jenerasyonê dibû piranî têkiliyên malbatî dihate bîra mirovan (familial generation). Yanî qewşek însan ji heman jenerasyonê bûna, dihat wê maneyê ku ji heman malbatê ne jî.

Di 1863’an de ferhengzanê (leksîkograf) fransî Emile Littré, cara ewil ev peyv, bi wateya ku em îro debara xwe ya rexnegiriyê pê dikin bi kar tîne û dibêje “her kesê/a ku di heman demê de di civakekê de dijîn ji nifşekê ne.” Bi vî hawî peyva nifşê êdî ne bi tenê wateya lêbarkirî lê bi wateya lêçêkirî jî tê naskirin û naverokeke civakî jî dihundirîne (social generation). Lêbelê serencama manelêbarkirinê li vir naqede. Danerê pozîtîvîzmê Auguste Comte dibêje, “Guherîna civakî bi dijberiya navbera nifşên li pey hev çêdibe.” Dûre Karl Mannheim bi teoriya xwe ya nifşê dibêje ku nifşek ancax bi bûyerên dîrokî ku rê li ber ciwanan vedike ku ji nifşên berê cudatir li dinê binêrin, çêdibe. Norman Ryder jî di 1965’an de diyar dike ku nifşên nû di heman demê de him ji bo îstîqrarê gef in him jî ji bo guherîna civakê derfetek in. Gava ku sal dibe 2007 Amanda Grenier bi awayekî cuda li ser heman mijarê hûr dibe û bersiva pirsa “çima di navbera nifşan de pozberî û tansiyonek heye?” wiha dide: “Çimkî nifşên nû piştî demekê ji xwe re model û jargona axaftinekê, yanî zimanekî cuda hildibijêrin û şasfahmkirina zimanî qederek paşê dibe şaşfahmkirina nifşî. Ev jî bivê nevê di dijberiya navbera nifşan de timî zindî digire. Nifşa berê ya nû xirab dibîne û xweziya xwe li zemanên berê tîne. Gelo ev hest ji derveyî welat, kultur û  zeman û mekanan azade çima ewqas berbelav e?”

2.Klîmanjaro

Di 1240’an de keşekî bi navê Peter the Hermit giliyê xwe li zarokên wê çaxê dike û dibêje ku ji wan tirê her tişt mîna wan e. Sal 1871, rojnameya The Sundayê dîsa gazinan dike û mealen dibêje êdî millet bi not û têbiniyên kurt pevre dîyalog datîne, xwezî bi wan rojan ku em li dor nameyekê ewqas hûr û kûr dibûn. Di sala 1907’an de rojnameya The Journal of Education jî  tiştekî wiha dinivîse: êdî malbatên modern bêdeng li derdora agirekî tov dibin û qafê her kesî li ber wan e û kovarên xwe dixwînin. Arîsto jî 4 sedsal beriya Îsayî gotiye ciwanên wê çaxê difikirin ku her tiştî dizanin.

Di zanistê de ji bo vê hestê navek heye: juvenoi. Yanî xerabdîtina nifşên nû.

Ev peyv ji teref David Finkelhor ve di 2011’an da hatiye formulekirin.1 Ew bixwe vê hestê wek tirs û xofeke fişal û pirolekirî dibîne.

Ji hêla peresanê ve ev xof fahmbar e. Çimkî pêşiyên me yên xwedî vê tirsê wek organîzmayên biyolojîk ferdên serkeftî ne, şiyane di heyatê de bimînin. Yanî rêya her ku çi be tê re derbas bûne rêyeke ewle ye. Loma dixwaze dewamiya wî/ê jî (zarokê wî/ê) heman tiştî bike. Çaxa ku zarokên nû-gihaştî tiştên ji dê û bavên xwe cuda dikin, mezin dikevin şik û gumanê çimkî kirina tiştekî nû ji bo berdewamiya cinsê wan tiştekî nepen û neispatkirî ye. Wek mînak, li gorî îstatîstikan, nifşên berê ji muzîka elektronîk zêde hez nakin û li dijî zewaca hemcinsî ne. Eger civakek ku ev cure muzîk tê de belav û zewaca bi vî şiklî pêkan be, dê ew civak bişibe çi nizanin. Loma dikevin tengezariyê, endîşe dikin û li dijî van tiştan derdikevin.

Ji bo sedemên sosyo-polîtîk jî divê em berê xwe bidin sedsala 19’mîn. Çimkî sedsala hanê, ji bo xebatên civakî xala werçerxê ye. Piştî şoreşa endustriyê cimaet û cemiyetên celeb celebî serobino bûn. Di nav vê kaos û hilberîna bêsînor de pêdivî bi gelek tişt û kesan hebû. Ji ber ku hingê tûrikê modernîteyê hêj vala bû, luksa hilbijartina kesên serbêjing bixwe dibû luks. Loma hemû kesên li derveyî qada giştî hêdî hêdî derketin ser rûyê erdê. Jin ji malê derketin xebitîn, zarok çûn fabrîqeyan bûn karker. Loma li dijî mêran reqîbên desthilatiyê derketin û nakokî û dijberiya ku ji destpêka cinsê me ve bi me re ye her gurtir bû.

Bi nezera kulturî, mirov dikare bibêje ku zemanên berê (ancient régime – rejîma kevn), xebatên  çand û hunerî çi ji bo milletê çi jî ji teref milletê ve dihate hilberîn û mezaxkirin. Ji ber ku yên berheman çêdikirin û bi kar dianîn çîna bilind, elîtên wê derê bixwe bûn. Heta di neqeba çînên civakî de ew çend cudahî hebûn ku tebeqeya serî ya civakê bi zimanekî cuda diaxivî û millet jî bi yekî din. Piştî veguherînin bi lez û bez huner bêhtir demokratîze bû û hêza pênasekirina çînên bilind tîna xwe berda. Yekdestî û monopola elîtîstan şikest. Tabî piştre xebatên bi vî şiklî populer bûn û di nav gel de belav bûn. Berbijarî û îmtiyaza komeke nifşên berê lerizî û heta qonaxekê her ku çû kêmtir bû. Lê dîsa jî ji bo gelek kesan çand û huner ji ber şîdeta sîstema berê hê jî wek lebk û xebateke bilind ma.

Hatbinî: Nivîsa hanê îlham û mînakên xwe yek ji kanalên herî serkeftî yên Youtubeyê ya bi navê Vsauceyê girtiye. Ji bo çavkanî, naverok û agahiyên berfirehtir lê binêrin ji kerema xwe…

1-David Finkelhor, The Internet, Youth Safety and the Problem of “Juvenoia”, 2011.