Rojnameya Heftane

Ka binêrin bê kî dîn e

Dildarê Amedê

Simaîlê dîn, li binxetê dînekî bi nav û deng bû, ew bi xwe ji bajarê Amûdê bû. Karê wî li gundên di navbera Qamişlo û Amûdê de digeriya û her carê tiştek difirot. Mesela wî ji firotina tiştan bêtir mijûlkirin bû. Carnan rojekê du rojan bi mêvandarî li malekê dima.

Dema ew dihat gundê me li mala pîra Hilwa dima. Kurekî pîra Hilwa hebû gelekî bela xwe di Simaîlê dîn dida. Rojekê Smaîl gelekî jê aciz bû û ji Hilwa re got: Keçê Hilwa niha ev kurê te Şêxmûso bi sorka ketibû? Hilwa got erê. Smaîl got: Ma bi mîrkotan jî ketibo? Hilwa dîsa got erê. Smaîl got: Ma şêxmûso bi xuriyê jî ketibû? Dîsa Hilwa got erê. Simaîlo got: Keçê Hilwa ma îca ez ê çi nifirê li Şêxmûso bikim, bi xwedê ez çi bêjim vala ye madem ewqas nexweşî nikaribûn bi Şêxmûso êdî ez çi bêjim vala ye.

Smaîlo li gundan digeriya şekir, nok û benîşt difirotin hem bi pera û hem jî bi hêkan tiştên xwe difirotin.   Carekê selka di destê wî de tijî hêk bûbûn. Mirovek hat û bazara hêkan pê re kir.

Xalê Smaîl tu heba hêkan bi çi difiroşî?

Simaîl: Her hêkek bi çar firingan e.

Mêrik: Xalê Simaîl, tu her hêkek bi 3 firingan bidî min ez ê tevan li ser hev bikirim.

Simaîl: Bi xeyd lê vegerand û got: Kuro lawo ma tu dînî heke ez hêkên xwe tevan bifiroşim te, êdî ez ê tîcareta çi bikim û ez ê çawa ji xwe re li gundên din bigerim.

Careke din jî Simaîlê dîn kerê biribû qiraxa çemê Amûdê ji bo biçêre. Çend ciwan jî li wê derê rûniştibûn xwarin dixwarin, meya xwe vedixwarin û kêfa xwe ya hatina biharê dikirin. Yekî ji wan ciwanan bang li Simaîlê dîn kir û got: Xalê Smaîl wer ba me tu jî bi me re qedehekê vexwe. Smaîlê dîn ji ciwanan re got: Kuro lawo hûn vedixwin ji bo hûn bibin wek min ma ez vexwim ez ê bibim weke kê.