Rojnameya Heftane

Jina pêşeng a dema xwe; Hypatia

Navenda Nûçeyan

‘Dema mêrek xweşikiya laşê jinan dibîne divê bi şehwet nekeve dû lêgerîna fetihkirina wê. Şûna vê, divê fêm bike ku xweşikbûna wê, rûyê xweşikiya…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di…

Kambax e jibîrkirin

Reyhan Îke

Li goristaneke me ya pirbûyî ji goran, digeriya Welat. Goristaneke bûye warê mişextan. Li vê goristana di sînga çolê de cih digirt, mîna 2 hezar 500 mirovên çiyayî, hewdên kulîlkên çiyayî hebûn. Nêrgiz û şîşanan, beybûn û rihanan li ser gorên mişextên çiyayî di dilê çolê de rehên xwe berdabûn axê. Welat, ‘dîn’ bû li gorî piraniya me yên xwe bi aqil dibînin. Ciwanekî hijdeh salî; zer, bejin navîn û dagirtî bû. Ji birka nav goristanê dewlikê di destê xwe de tijî av dikir, li ser gorên kesên nas dikir digeriya. Bi dewlikê avê yê di destê xwe de kulîlkên li ser goran avdidan. Yên bi ‘aqil’ dibe ku ji bîr kiribin, kurd xayintî dihesibînin jibîrkirinê. Lê welat xwe ditewand li ser axa wan goran. Axa wan goran maç dikir. Berê xwe dida rojê û mîna silav bide, destên xwe bilind dikir. Paşê destê xwe dibir ber devê xwe û maç dikir. Ew maça xwe ya bi ax û tavê şûştî, datanî ser wêneyên kesên di gorên li goristanê de û silava xwe ya herî pîroz dida wan. Her kesên ku welat dîn dihesiband, ev wekî nîşana dînbûna wî dipejirand. Lê di rastiyê de welat bi wî hişê xwe yê tijî hîs û hest rêzdariya xwe ji demboriya xwe re dianî ziman. Wekî pêdiviya pêkanîna şîreta dapîr û bapîran a nejibîrkirinê, dersa ku zanebûn ne jibîrkirin e dida me. Bi wê zanabûnê diçû tewafa wan kêlên goran û di wê kêliyê de dilê welat di qefesa singa min de lê da. Di wê kiryara Welat de hişek hebû. Hişekî ku em bi aqilê xwe yê ‘hemdem’ nikarin fêm bikin. Hişek biyaniyê vê serdema ku bi mişextiyan hewl dide bi me bide bîrkirin û me neçarî jibîrkirinan dike. Di giyana welat de hişê Zurvan hebû.

Zurvan bû navê xwedawendê; anku zeman. Zurvan xwediya her tiştî bû li van axan. Afirînera gerdûnê bû Zurvan. Bêyî ku Zurvan hebe, dîrokê nedikarî biherike. Xuliqkarî jî di nav de, bêyî Zurvan wê her tişt bê liv û tevger bimaya li gorî baweriya dapîr û bapîrên me. Ji ber Zurvan serê her tiştî bû. Hêza livandin û xistina tevgerê ya her tiştî bû Zurvan. Zurvan di wateyekê de hêza dîtinê ronahî bû û ronahiyê jî ji Zurvan xwe berdida ser hişê zindeweriyê li gorî şîretên wan ên ji bo me.

Bi qasî temenê Zurvan ê nedihat zanîn, di xurcikên hişê xwe de bîranîn dagirtibûn. Rayên van bîranînan xwe berdidan dilê Zurvan a ku hişê demboriya wan xwe dispartê. Ma ne danehevek ji bîranînan bû hişê vê civakê? Ew hişê bûyî civak, bûyî çand, bûyî dîrok bû diafirand û xwebûna xwe di her mercî de diparast. Ji ber vî hişî ji bîr nedikir. Zurvan giyana her serêlî, stran, heyranok, payîzok, lawik û bolikek me; her çîrok û çîrvanokek me, her destan û serpêhatiya me, her şîret û helbesta me, her mamik û biwêja me bû. Bi riya dengê dilê Zurvan ê bûyî rist û awaza qirika xaka me, her diherikî çemê bîranînên me. Diherikî û çanda me gur û geş dibû. Ev giyana nemiriya me bû.

Paşê mişextiyan dest bi mişextkirinan kir. An ku kuştinên bi saxî. Kaniyên stranên me, giyana civakê zimanê me, huner û wêjeya me, hemû demboriya me da ber xwe van kuştinan. Hewla dayîna jibîrkirinê bû mişextkirin. Ji ber hişê civakan bi demboriya wan zindî ye. Yên demboriya xwe ji bîr dikin, di rastiyê de yên hatin qirkirin in. Anku qirbûna herî kambax e jibîrkirin. Ji ber vê ye di baweriya me kurdan de jibîrkirina demboriya xwe, her tim wek xayîntiyê hatiye hesibandin. Ji ber di bingeha civakîbûnê de nejibîrkirin û birka hişmedî ya ji demboriyê hatî dagirtin heye. Civakên xwedî bîranîn û hişmendiya wan a dîrokî xurt, tevî her tiştî dikarîn li ber xwe bidin. Ji ber hişê civakan bîranîn e ji aliyekî din ve. Vê daneheva di birka bîranînên demboriyê de dihişt ku mirov biafirînin û xuliqkar bin. Ev hişê civakî bû. Anku awayê herî bi bandor ê xweparastina civakan bû; bi taybetî ji bo civaka me ya ku tê xwestin xwe ji bîr bike.