spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kamera çav û pênûsa wê bû

Dema em bala xwe didin dîrokê tişta ku herî zêde derdikeve pêşiya me, nedîtin û tunehesibandina jinan li hemû qadên jiyanê ye. Her çiqas di bingeha afirandin û avakirina jiyanê de jinan cih girtibe jî, ev yek an qet nehatiye nivîsîn an jî pir kêm hatiye nivîsîn. Rastiya vê yekê em herî zêde di qada polîtika, aborî,felsefeyê heta qada çand, huner, wêje û sînemayê û hwd. dibînin.

Lê tê zanîn ku li dijî hişmendiya baviksalar a ku rastî berevajî kirine, bi hezaran jin carinan bi pênûsên xwe, carinan bi jiyana xwe, carinan bi zanistê li ber xwe dane. Yek ji van jinan ku bi kameraya xwe li ber xwe daye jî derhênera jin a femînîst Agnes Vardayê ye.

Kleo û Mona

Agnes Varda di nav pergala desthilatdariyê de hunermendeke ku bi karekterên xwe yên wek Kleo û Monayê li hember hişmendiya jinan tenê wek xwişk, hevjîn, destgirtî, dayik û hwd. disekine. Yanî em Vardayê di filmên ku wê bixwe çêkirine de, li dijî ‘malîkirina’ jinên li nav çar dîwaran li ber xwe dide dibînin.

Femînîzm dike nav sînemayê

Em dikarin bêjin ku filmografyaya Vardayê xwedî naverokeke ku di her filmekê de xwe ji nû ve diafirîne û nû dike. Varda bi filma xwe ya bi navê La Pointe-Courteyê dest bi derhênêriyê dike û di hemû filmên xwe de li hember kevneşopiya giştî ya di sinemayê de disekine. Di sînemayê de xeta ku derhênêrên mêr danîne rûniştandin perdeya ku di navbera film û rastiyê de hatiye kişandin, rolên zayendperest û karekterên jin ku ji aliyê mêran ve hatine amadekirin tev ji holê radike. Bi taybetî Agnes Varda di sala 1955’an de dema filma xwe ya yekemîn çêdike derba herî mezin li hişmendiya ku karekterên jin tenê bi destê mêr tên avakirin, dixe. Varda femînîzmê dike sektora sînemayê.

Balê dikişîne ser Vîetnamê

Varda helbet ne tenê şikandina qalibên sektora sînamayê û hişmendiya baviksalar a di karekterê jinan de biryar dide, her wiha balê dikişîne ser mijarên çînên bindest û kapîtalîzmê jî. Di belgefilmên xwe de ji jinên hunermend ên hatine paşguhkirin, çîrokên karker û gundiyan û bûyerên wek Vîetnamê de jî balê dikişîne ser mijarên civakî.

Nasnameyeke bihêz ava dike

Agnes Vardaya ku di sînemayê de wek tevgera femînîzmê û Herka Nû ya Fransayê jî tê binavkirin bi filmên xwe xeteke azadparêz, wêrek, nasnameyeke xwemalî û bihêz di sînameyê de ava dike. Bi vî awayî dibe pêşengek. Li gel vê nasnameya taybet a Vardayê ew bixwe jî xwedî nasnameyake cuda û rengîn ne.

Kadraja wê li jiyana rojane ye

Derhênêra femînîst beriya ku dest bi derhêneriyê bike wê wênekêşî kiriye û gelek caran rahiştiye kameraya xwe û derketiye kuçeyan. Helbet vê yekê jî kiriye ku berê kameraya wê tim li kuçe û jiyana rojane be. Di gelek filmên wê de karên rojane û bûyerên li kuçeyan derkevin pêşberî bîneran. Kadraja wê ji vî alî ve wek kadraja kuçeyan jî tê pênasekirin.
Agnes Varda ku di nav pergala desthilatdariyê de bi filmên xwe li ber xwe daye, di 29’ê adara 2019’an jiyana xw ji dest dide.