20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kampa şêniyên Şengalê ya li Duhokê şewitî

Duh derdora esra dereng, li Kampa Şeriya ya Duhokê ya ku koçberên Şengalê lê dimînin şewat derket. Şewat di nav demeke kurt de belav bû û di encama şewatê de 400 konên penaberan şewitîn. Her wiha di şewatê de 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku şewat ji ber temasa ceyranê derketiye. Li ser bertekên ku gel nîşan da rêvebirê kampê ji kar hat dûrxistin.

Li Kampa Şeriya ya Duhokê 12 hezar êzidî dijîn. Di encama şewata duh de, 400 kon şewitîn, 184 malbat ango hezar û 4 kes li derve man. Malbatên li derve man niha li gel xizmên xwe dimînin.

Her wiha hat ragihandin ku dema agir bi kampê ket tîma agirkuj a tenê 20 kîlometreyan ji kampê dûr bû piştî 45 deqîqeyan gihîşte kampê. Şêniyên kampê bi şewatê hesiyan û ji kampê derketin ber vê yekê karesateke mirovî çênebû. Lê belê xisar û ziyana madî gelek e.

Li ser bûyera şewatê ya duh li kampê qewimî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek parve kir û diyar ku ew xwedîderketina malbatên li kampê wekî peywira xwe dihesibînin û got ku Şengal amade ye pêşwaziya malbatan bike. Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye: “Em ji ber rûdana şewatê ya li Wargeha Şariya xemgîn in. Rewşa ku gelê me têre derbas dibe ji nêz ve dişopînin. Em hewil didin zerer û ziyanên ku ber gelê me ketine bi dest bixin. Em bang li gelê xwe bi giştî dikin berê xwe bidin Şengalê. Em amade ne, bi hemû derfetên ku di destê me de hene, bi taybetî jî malbatên ku konên wan şewitîne li Şengalê pêşwazî bikin. Xwedîderketina li van malbatên me ku rastî karesatê hatine em wekî peywira xwe dibînin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê