18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kanada êdî amûrên ÎHA’yê nafiroşe Tirkiyeyê

Kanadayê, destûra hinartina teknolojiyê ya ji bo hilberîna balafirên bêmirov ji bo Tirkiyeyê betal kir.

Piştî belavbûna nûçeya ku balafirên bêmirov ên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine hilberandin di şerê Qerebaxê de ji aliyê arteşa Azerbaycanê ve li dijî Ermenistanê hatibûn bikaranîn, ji bo ku vê rewşê lêkolîn bike Kanadayê di cotmeha 2020’an de navber dabû hinartina teknolojiyê ya ji bo Tirkiyeyê. 

Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê Marc Ganeau daxuyand ku balafira bêmirov (ÎHA) û Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) ên li Tirkiye di hilberîne bikaranîna wan a di şerê Qerebaxê de hatiye tespîtkirin û li ser vê yekê destûra hinartina teknolojiyê ya ji bo Tirkiyeyê hatiye betalkirin.

Der barê mijarê de Garneau ev tişt got: “Hate tespîtkirin ku Enqere li gorî şert û mercên peymana me ya di warê bikaranîna wan çekan de tevnegeriyaye. Teknolojiya li Qerebaxê hatiye bikaranîn li dijî polîtîkaya Kanadayê ye, hem jî li dijî garantiyên li ser armanca bikaranîna teknolojiya çekan a Tirkiyeyê ye.” Garneau anî ziman ku wan ev yek ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî ragihandine.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî gelek welatan daxuyaniyên bi vî rengî der barê firotina çekan de bo Tirkiyeyê de dabûn lê bi giştî her car di pratîkê de derdikeve holê ku wê mijarê wekî kaxizeke zextê ji bo bazarên nû bikar tînin. Gelo ev jî rê li bazareke nû ya berjewendiyê wî welatî diparêze veke û bibe sedema bazirganiyeke din û peymanên nû?