Rojnameya Heftane

Karah Kaplan

   Di van dused salên dawî de rêya gelek ewropiyan ji welatê me -bi gotina wan welatê bejî- derbas bû. Birek rojhilatnas, zimanzan, mîsyoner, sîxur, tucar û koleksîyoneran dewsa piyên xwe li ser axa me jî çêkirin. Hin ji wan di ser rêça xwe ya ber bi Hindistanê û Çînê de, ji bo demeke kurt rawestiyan, bes destvala jî neman, kar û barên xwe jî pêk anîn. Hinekan jî ew erdnîgarî kir armanca xwe wek -last destination- û bi salan li vir man û gelek berhemên çandî tomar kirin.

   Ji wan gerokan hinekan hema wek çerçiyan çi dîtibin berhev kirin û birin welatên xwe. Hinek rastî gundiyên fêlbaz hatin û bi kaxezên qelp ên destçêkirî hatin xapandin. Hin ji wan wek Papaz Wigram bi kîna hezar salan a dînî tevgeriyan û piştî xwarin û vexwarina li ser sifreyên malmezinên kurd di dawiya seferên xwe de navên wan reş kirin û agahiyên nerast û pirole nivîsîn. Hinekên wek Oskar Mann bi tespîtên xwe nîqaş û aloziyên zimanî yên sedsale mîrat hiştin. Dewsa piyên camêrên wek A. Jaba û M. Hartmann jî li ser axa me ma, her ku rûpelên pîroz ji windabûnê û ji rizînê rizgar kirin û li qulçên elît ên bajarên Ewropayê kirine mêvan. Xwedê ji wan razî be. Hinekên wek A.H. Sayce çi nivîsarên mixî yên li ser keviran hebin xwendin, deşîfre kirin û bêje û qalibên zimanî tev aşkera kirin. Hinekên wek Major Soane jî ji aliyekî ve li ser zimanê kurdî xebitîn û ji aliyê din ve jî çi rehetî nedan welatperwerên kurd û xebatên wan asteng kirin.

   Berhemên wan kesan nivîsîn piranî li ser çanda kurdan û zimanê kurdî ne. Helbet divê qala pirtûkên dîrokî û belgeyên siyasî jî bê kirin. Yên bi mijarên cuda, wek topografya, erdnîgarî û mijarên din ên balkêş hene. Lê romanek di nav wan de ye ku bawer im cihê wê pir taybet e, lewre mînakên wê hema bêje tune ne. Nivîskarê wê romanê Charles Stuart Savile ateşeyekî dewleta brîtanî yê Prûsyayê bû. Camêr li sala 1870 di temenê 54 salî de dimire. Roman di sala 1842’yan li Londonê çap bûye û ji sê cildan pêk tê. Navê timam ê romanê “Karah Kaplan or The Koordish Chief, A Tale of Persia and Kurdistan” (Pilingê Reş an jî Serokê Kurd, Çîrokeke Persiya û Kurdistanê) ye. Roman bi çîroka jiyana Ferîdûn û Îsmaîlê bavê wî yê şivan dest pê dike ku li devera Hemedanê dijîn û Îsmaîl dibe evîndarekî neçar ê keça Begler Begê Hemedanê yê bi navê Mehdî Xan. Piştî 50 rûpelên destpêkê gotin tê ser lehengê romanê yê bi navê Allah Verdee Karah Kaplan ê ku serokê eşîreke Kurd e.

  Nivîskarê romanê Savile di pêşgotina xwe ya bi du rûpelên kurt de navê romanê -Karah Kaplan- rave dike lê nabêje bê ka çima ew nav bijartiye an jî aşkera nake bê ka Allah Verdee Karah Kaplan navê kesekî rastî ye an jî lehengeke çêkirî ye. Di vir de pirseke bertekî ‘çima ne Pilingê Reş lê Karah Kaplan û “h” dawiya “Kara”yê çima pê ve kiriye?’ tê hişê mirov. Divê neyê jibîrkirin ku tam di heyama Savile navê Chief-Şef- li kurdekî dikir, kurapên wî yên li Amerîkayê jî di nêçîra şefên çermesor ên nişteciyên wî welatê de bûn. Bûyer û encamên wan nêçîrên çermesoran ji bo brîtanî û amerîkiyên nû bûbûn çîrokên balkêş. Gelo Savile ev navlêkirin, an ku Karah Kaplan, ji wan şefên neçarê bazdanê yên wek Crazy Horse (Hespê Dînik) Sitting Bull (Boxeyê Rûniştî), Black Fox (Rûviyê Reş) negirtibe.

  Roman daneyên pir bi qîmet pêşkêş dike ku teqez dê bi kêrî lêkolînên çandî, edebî û zimanî bên. Ji hêla din ve, bi tenê du diyardeyên ji romanê jî dikarin wesifdayîna oryantalîst yekser rayêxin pêş çavan. Yek ji wan pesnê Karah Kaplan e: “Li ser rûyê dinyayê Rustemekî wek wî tune. Hespekî jêhatî û şûrekî baş bidin wî û meydaneke berfireh bidin ber. Ew ê bi yek destî timamê serbazên Şah têk bibe.” Di rûpela dawî ya cilda sêyan de her çiqas ji ber birîneke xedar li ber mirinê ye û nikare ji cihê xwe bilive jî, Karah Kaplan bi hewleke dawî zorê dide xwe û diqîre. Gotinên dawî yên Karah Kaplan, ê ku êdî ne li ser hemdê xwe ye, wiha ne: “Êrîşî wan kûçikan bikin, hemûyan bikujin, kitekî nehêlin. Mûrad, Mesûre de lêxin hekî hûn mêrin. Ji bîr nekin em kurd in. Serkeftin! Serkeftin! Wa direvin, me tola xwe stand”. Di pey re jî mirina wî tê pênasekirin: “Her ku ew gotin ji dêv derketin, recifînên dijwar girte bedena wî, hema bêje hilpekiya ser lingên xwe û bi candayî ket erdê.” Fermo wêneyê kurdekî! Bi têra xwe mîtolojîk, lehengekî bixof, xwedî hêzeke samnak û serokekî şerût ta deqeya dawî.

  Ev romana jibîrbûyî li benda şîrovekirina xwînerên xwe ye, bes bi berdêla xwendina 871 rûpelan. Hem ji bo xwendina çavdêriyên cihêreng ku digihîjin kêmtirîn 180 sal beriya niha der barê civaka kurd ê kesayetên wê; û hem jî ev pirtûk dikare bibe metnek girîng û kêrhatî ji bo sererastkirina hesabeke kevn. Ev hesabê têkilhev ku aliyekî wê nasnameya me kurdan e û aliyê din jî hesabê berjewendiya serdestên ewropî ye. Hesabê nasnameya me kurdan a ku bi pênûsa oryantalîstan di deftera Ewropiyan de qeydkirî ye û çi gava ku kurd bi awayekî bikevin rojeva wan, ew terefên xwe bi wan agahiyên nav dosyeyên kevn rojane dikin. Her wekî helwesta  bazirganê cihû yê dema destengiyê hesabê berê vedikole ji bo derxistina deynên nû!