Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Karapêtê Xaço û Yêvaya Hagop

Salihê Kevirbirî

Karapêt wiha digot:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn

Neheqiyeke mezin e ku mirov behsa eşqê ji aşiqan re bike. Li hêla din pirsa herî zehmet ku mirov ji dengbêjekî bike jî li ser eşqê ye. Ji ber vê hindê bi min zor hatibû ku pirsa evîna wî jê bikim. Ez behsa dengbêjê zarokatiya xwe Karapêtê Xaço dikim.

Karapêt her dem dilê xwe ji mêrxasiyan re vekiriye. Di dilê tevahiya mêrxasên ku kilamên wan straye de, evînên ji wan mêrxasan mezintir hebûne. Mêrxas ew kes in, dema behsa eşq û evînê tê kirin, dibin mîna zarokan. Di bin awirên wan ên dijwar de, gelek caran nezerên henûn û nerm veşartine.

Karapetê Xaço, di jiyana xwe ya tije êş û keder de, herdem behsa mêrxasî kirine. Ji kevokên her dema tu gazî wan dikî, xwe diavêjin nav destên te reviyaye, behsa baz û başokan kirine ku dema baskên xwe vedikin reva xezalan di bin siya xwe de dihêlin.

Lê ev dil e, ne tiştekî din! Dema dil ji bo kesekê lê bide tu ba û bahoz nikare bide rawestandin.

Karapêt jî dilek hebûye! Wî dil berdaye Yêvayê. Yêvaya ku jê re dibêje ‘Melokê.’ Carekê hez kiriye. Ew car bûye cara dawî. Nebûye mîna dildariyên dema me. Ew ne tenê dengbêjekî dema berê bûye, her wiha dildarekî dema berê jî bûye. Yêvaya evîndara wî, piştî xatirê xwe ji vê dinyayê xwest jî, kesê li ser hez nekir. Karapêt heta roja mirina xwe bi demekê jî, li gundê Solxoza Çaran a Eçmîadzîna nêzîkî Yêrevanê her hefte diçe ser gora jina xwe.

Yêvaya dayika zarokên wî, yekane şahida barê giran a jiyana wî bixwe ye. Pênç zarokên wan çêdibin. Ji bo her pênç zarokan jî digot, ‘Fêkiyên Yêvayê.’ Wî badilhewa ev gotin nekiriye. Karapêt, Yêvayê ji asîmanan aniye xwarê. Her dem jê re ‘Melek’ gotiye. Heq jî kiriye. Her cara ku derdê debarê bi rojên dijwar ên zivistanê re bûye yek jî, Yêvayê hebûn û nebûna mala xwe nîşanê cîran û gundiyan nekiriye. Di demên zor de, dema jin boxçikên xwe didan pişta xwe û berê xwe didan malên bavên xwe, Yêvayê bûye jinexasa li ser mal û zarokên xwe.

Ji ber vê hindê bû her cara ku Karapêt behsa xanima xwe dikir, gotin di qirika wî de asê diman, hêsir diketin çavên wî. Heyfa xwe li wê yekê dianî ku bi çavên serê xwe mirina Yêvayê dîtiye:”Xwezî min mirina Yêvayê nedîta, xwezî nebûma şahidê mirina wê. Xwezî Xwedê pêşî canê min bistanda. Wê jî zehf kişand. Êşên wê, di xetên rûyê wê de xuya dibûn. Ji ber vê yekê min zehf jê hez kir” digot û maweyek di nav bêdengiyeke kûr de wenda dibû.

Yêvaya ji malbata Azîzyan, keça Hagop û Îzmîrê bû. Sala 1936’an, li Qamişloyê bi Karapêt re zewicîbû. Gava dizewicin, Karapêt lejyonerekî artêşa Fransayê ye. Yêvayê sala 1976’an rehma Xwedê dike. Piştî mirina wê, Karapêt careke din nazewice. Fikra zewacê jî nayîne bîra xwe.

Ji pênc zarokên Karapêt, Araksî (1942) li Qamişloyê, Sêrop (1944) li Hisicaya Sûriyeyê çêbûye. Sê zarokên mayî li Ermenistanê çêbûne. Keça wî Araksî ji gundê Solxoza Çaran zewicî ye û li wî gundî dimîne. Sêrop li heman gundî dima, du sal beriya niha rehmet kir. Anahîtê li Kîrovakanê dimîne. Sîranûş li Yêrevanê dimîne. Xatûnê, li Solxoza Çaran dimîne.

Tevahiya zarokên Karapetê Xaço tevî zimanê ermenî, bi kurdî jî dizanin. Lê neviyên wî bes bi ermenî dizanin.

We got nevî?

15 neviyên Apê Karapêt hene.

Xwedê bi rehma xwe şa bike… Amîn!