Rojnameya Heftane

Karekî zanistî

Hisên Çatikkaş

Fîlozof Karl Marx, ji yazdeh tezên xwe yên li hemberî Feuerbach nivîsandî, di ya dawî de dibêje ku; “Fîlozofan cîhan tenê bi hinek awayan şîrove kiriye; lê di rastiyê de pirsgirêk guhertina wê ye” ango dibêje fîlozofan bi gelek awayî cîhan şîrove kir lê hewce ye êdî ji bo guhertina cîhanê tiştekî bikin. Rewşa kurdî/kurmancî jî dişibe vê cîhana ku Marx behsê dike. Lewra gelek kurdîhez û dildarên (zimanzan, mamosteyên kurdî, sazî û dezgehên kurdî hwd.) kurdî/kurmancî bi gelek awayan rewşa wê şîrove kirin lê êdî hewcedarî bi guhertina rêbazan heye. Ji ber ku rêbazên bi kar tînin, têra guhertina rewşa kurdî/kurmancî nakin. Nîşaneya vê yekê jî di nav vê gotina wan de veşartî ye: “Heke rewşa kurdî/kurmancî bi vî awayî bidome wê heta 40-50 salên din kurdî/kurmancî wê bimire.” Li vir heke rêbazên me têra pêşîlêgirtina mirina zimanê me nekin, hewcedariya me bi guhertina rêbazan heye da ku em pêşî li mirina zimanê xwe bigirin. Lewra di nivîsê de em ê qala xebateke zanistî û rêbazeke cuda bikin.

Di vê xebatê de ku ji aliyê zanîngeha Sorbonê beşa Înalcoyê ve hat çêkirin, ji bo kurdî/kurmancî rêbazeke nû hat ceribandin. Bi rêya ZOOM’ê li ser înternetê xebateke berfireh di van rojên koronayê de pêk hat. Vê xebatê 8’ê nîsanê dest pê kir hetanî 22’yê gulanê bênavber 45 rojan, hin rojan 6 saet hin rojan jî heta 12 saetî ders domiyan. Ev bernameyeke têr û tijî bû. Kesên li vir ders dan, ji zanîngehên navdar ê welatên cur bi cur bûn. Helbet tişta ku ev mamoste anîn cem hev kurdî bû. Pêşkêşiyên hemû mamosteyan bi zimanekî zanistî û rêkûpêk bûn. Ango meriv dikare bêje ku di van dersan de bi kurdî/kurmancî behsa felsefe, wêje, civaknasî, derûnînasî, mîtolojî, jineolojî û metodolojiyê bi awayekî zelal hat kirin. Mamosteyên ku ev ders dayîn; Îbrahîm Seydo Aydogan, Mîchael Chyet, Mîchîel Leezenberg, Abdulwehab Xalid Mûsa, Janroj Yilmaz Keleş, Jan Îlhan Kizilhan, Jaffer Sheykhoîslamî, Dawud Yeşîlmen, Adnan Çelîk, Hacer Petekkaya, Zozan Sîma, Joanna Bochenska, Hashem Ahmedzadeh, Lûqman Guldivê, Engîn Sustam bûn. Hemû mamosteyan kedeke mezin da lê divê li vir xaleke taybet ji bo Îbrahîm Seydo Aydogan û Hacer Petekkaya were vekirin. Ji ber ku bi taybetî Îbrahîm Seydo Aydogan sebreke mezin nîşan da û eforeke zêde xerc kir. Tevî ku dersên dayîn di hemû dersan de wek moderator ked bû. Ji bo bêpirsgirêk bername bidome, her tişt kir û jixwe bername jî bêpirsgirêk bi dawî bû.

Di van dersan de analîzên xurt, pirsên baş, bersivên têr û tijî hebûn. Ango zimanê kurdî/kurmancî têra vegotina van mijaran dikir. Gelek kes dibêjin ku kurdî têra vegotina felsefe, mîtolojî, derûnanînasiyê û hwd. nake. Lê me di van dersan de dît, kesên biyanî ku piştre hînî kurdî bûne bi awayekî hêsan û zelal qala van mijaran kirin. Lewra em dikarin bêjin ku dil bixwaze ziman jî ji vegotinê re amade ye.

Li tevayî Kurdistanê û gelek welatên cîhanê (Ewropa, Qazakîstan, Japonya, Amerîka) bi tevlîbûna li ser 350 kesî re beşdar hebûn. Hejmara beşdarên jin ne bi qasî ya mêran be jî ne ji mêran pir hindiktir bû jî. Piraniya beşdaran kesên zanîngeh xwendîbûn. Lewra asta nîqaş û pirsan jî têr û tijî bû. Di nav beşdaran de nivîskar, helbestkar, hunermend, rojnameger, mamosteyên zimên, xebatkar û xwendekarên zanîngehên Rojava hebûn. Ango ji her beşa civakê beşdaran cihê xwe di vê xebatê de girtibûn.

Pîştî dersên mamosteyan di her du hefteyên dawî de jî ji aliyê 80 beşdarî zêdetir ve, bi mijarên curbicur pêşkêşî hatin kirin. Û hetanî dawiya meha hezîranê jî divê ev pêşkêşî wek gotar bigihijine ber destê mamosteyan. Em dikarin bêjin ku herî kêm 80 gotarên di mijarên cuda de wê bêne nivîsandin. Di nav van mijaran de beşdarên li rojava bi piranî li ser rêziman pêşkêşiyên xwe kirin. Yên bakur jî piranî wêjaya kurdî wek xalên sereke danîbûn pêşiya xwe. Li derveyî van mijaran mîtolojî, dîroka kurdan û destanên kurdî wek mijarên sereke derdiketin pêş.

Li gorî baweriya min ev ji karekî pîroz wirdetir karekî zanistî bû. Ji ber ku li ser agahiyên akademîk ên kurdî xebateke pirhêl û berfireh bû. Lewra em dikarin bêjin ku tevlîbûna van dersan zanyariyên me li ser kurdî/kurmancî pir bi pêş xistin. Vê xebatê di heman demê de nîşanî me da, bi qasî pirsgirêkên li ser kurdî/kurmancî ewqasî dewlemendiya wê jî heye. Pir hêlên wê yên veşarî hene, da ku lêkoler li ser bixebite.

Wek encam di pirtûka pîroz Yuhanna de, hevoka ewilî ev e “berê gotin hebû.” Li hemberî vê gotinê jî Goethe dibêje ku “destpêkê de çalakî hebû”. Dema em van her du gotinan deynin ber hev û li rewşa kurdî/kurmancî meyzênin bêguman em ê bêjin ewilî gotin heye. Lê ya rast ev e ku divê em bêjin êdî dema gotinê xilas bûye û rêbazên ku em bi kar tînin têra xilaskirina zimanê me nakin. Ji ber ku em niha di serdema nivîsê de ne, nivîs li her derî ye û xwe li ser mirovan ferz dike.

Rewşa kurdî/kurmancî jî hê di asta gotinê de ye, ango rewşa wê tê gotin lê nayê pehtin. Ji bo kurdî/kurmancî dem dema pehtinê ye. Ev xebata li ser ZOOM’ê ji aliyê Înalcoyê ve hat dayîn jî, gaveke qerase bû ji bo guhertina rêbaz û gotinan. Bi hêviya gurkirina xebatên bi vî awayî…