18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karekter qeder e!

Helîm Barîn       

Zilamekî yextiyar wiha digot: “Herakleîtos dibêje ku ethos antropos daimon!” û beriya ku wateya hevokê bibêje behsa bandora hevokê digot: “Heger ez jiyana xwe bikim du beş, ez ê wiha bibêjim beriya vê hevokê û piştî vê hevokê. Mirov piştî ku ev hevok fêm kir şûnde divê êdî wekî berê nejî” û dûre wergera wê digot: “Karektera mirov, qedera mirov e.” Yanî dibêje karekter qeder e. Ji bo ethos mirov bibêje karekter bes e, ne bes e ne ewle me. Li şûna wê mirov dikare bibêje kesayet, xûy, xislet, elimandin. Ferq nake, ew ê ev bandorê li şîroveyên me neke. Vê gavê karekter baş e. Em bi mînakan hinekî behsa xwe bikin: Heger di karekterê neteweyekê de yekitî tune be; parçebûn qeder e. Mînakek din, heger di karektera mirovekê-î de welatparêzî tune be cehşîtî qeder e. Yeka erênî bibêjim; eger di karekterê tevgerekê de têkoşîn hebe serkeftin qeder e. Werhasilî kelam tu karektera xwe biguherînî, tu yê qedera xwe biguherînî. Bi vî awayî qedera mirov dikeve nav destên mirov. Mirov xwe ji dorpêça qederê xelas dike. Silavan li zadiyê dike. Helbet azadî her silavê venagerîne. Beriya ku silavê hilîne li berpirsyariyê dinêre. Tu azad bî êdî berpirsiyar tu yî. Serdema gazinan xelas. Ma mirov belaheq koletiyê hildibijêrin! Kole kesên bêkarakter û bêberpirsiyar in.  Karekterek serberdayî helbet te ber bi qederek rezîl ve bibe, lê ew jî gelek caran ji bo xwe ji vê berpirsiyariyê pa bikin xwe diavêjin bextê gotina: cografya qeder e. Ez jî wisa bibêjim, cografya jî karekter e! Ortega Y Gasset jî di çerçoveyeke din de dibêje “hawîra mirov qedera mirov e”. Helbet cografya jî welat jî malbat û hevalên derdora me jî bandoreke mezin li jiyana me û li dahatuya me dikin, lê hêza ku vê bandorê li gorî dilê xwe biguherîne û bike qeder karekter e. Her feqîr nabe parsek. Her kurd mixabin nabe şervanê azadiyê. Her nivîskar destdirêjiyê nake. Te gotibe karekter qeder e êdî tu nikarî bibêjî qeder bû, qewimî. Erê qewimî, erê qeder bû lê karektera te ber bi vê qederê ve tu birî. Felekê yeman na, karektera yeman e ya tu jê gazinan dikî. “Çima ev hatin serê min” gazineke pûç e êdî. “Çima min ev anî serê xwe” çêtir e, rasteqîntir e, lê mirov çawa ew ê karektera xwe û pê re  qedera xwe biguherîne? Hema bi derbekê bibêjim ji xeynî fîlozofiyê tu rêbaz tune ye. Weke Zana dibêje: “Fîlozofî ew ê bibe xala sereke ya civaka azad.”

Sîseban

Min dema li ser têkiliya karekter û qederê dinivîsî fîlma Lîsa Çalan a Sîseban li ser youtubê hat parvekirin (https://youtu.be/WhFal_F7wQY ). Bi teknîkek (VR) cuda hatiye kişandin. Mijar jî bi qasî hûn bibêjin sade bû lê ewqas jî tevlihev bû. Fîlm li ser 12 deqeyên Lîsa Çalan bû û bi min pirsek dikir ji me: “Êş li ku ye?”… Lê bêtir di çerçoveya karekter û qederê de dixwazim behsa vê yekê bikim. Lîsa Çalan hem bi çêkirina fîlman hem bi axaftinên xwe yên di bernameyan de û hem jî bi sekna xwe ya li mehkemeyan nîşan da ku qedera wê karekterê wê ye. Ji teqînan heya tehdîdan tu tişt dê tu caran ew ê ji karekterê wê yê berxwedêr û azad tiştekî kêm neke… Destxweş Lîsa Çalan.