spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kareografiyên bi kilamên dengbêjan

Serhat Kural nêzî 20 sal in, bi dansê re eleqedar e û di nav koma Mezopotamya Dansê de cih digire. Niha jî, bi projeyeke ku bi kareografiya kilamên dengbêjan hatî amadekirin dê derkeve pêşberî me.

Serhat Kural ê bi eslê xwe ji Tetwana Bedlisê ye, li Zanîngeha Mîmar Sînanê beşa konservatuarê ya dansê xelas kiriye. Niha jî li ser dansê perwerdeya bilind (master) dibîne. 20 sal berê bi dansên gelêrî yên kurdî (govend-dîlan) dest bi dansê dike. Di sala 2003’yan de jî di projeya folkdansê ya li ser destana Mem û Zînê de cih digire û bi vê dest bi dansa nûjen dike. Beriya vê projeyê jî lêgerînên Kural ên der barê cureyên dansê de hebûne. Piştî lêgerînan rêya dansên nûjen jê re vedibe. Heta îro jî ew lêkolîn û xebatên xwe yên li ser dansa nûjen didomîne. Hem bi kareograf hem jî bi performiriya xwe bi koma Mezopotamya Dansê re dixebite. Her wiha projeyan amade dike û bi kareografên biyanî re hewl dide rê li ber pêşketinên dansê vebike.

Bi kilamên Sûsika Simo û Şakiro

Koma Mezopotamya Dansê bi kareografiyên li ber kilamên dengbêjên wekî Sûsika Simo, Meryemxan û Şakiro projeyek çêkiriye. Ev dansa ku kareografiya wê ji aliyê endama Mezopotamya Dansê Yeşîm Coşkun ve hatiye amadekirin, ji ber sedema pandemiyê hatibû taloqkirin. Serhat Kural jî di vê dansê de bi kilamên dengbêj Şakiro kareografiya xwe pêşkêş dike. Der barê vê yekê de Serhat wiha got: “Lêkolînên me herî zêde li ser vê bûn; me digot gelo em çanda Mezopotamyayê bi dansên nûjen çawa derxin pêş. Hevala me Yeşîm Coşkun xwest, bi kilamên dengbêjan naverokekê amade bike. Helbet ev tema ji bo me ne tiştekî biyanî bû. Ji ber ku armanca Mezopotamya Dansê jî ji serî heta niha derxistinapêş a çanda Mezopotamyayê bû. Hevala me Yeşîm Coşkun, Nazli Durak jî bi kilamên Sûsika Simo û Meryemxanê dansa xwe amade kirin.”

Çanda nûjen û çanda kevnar

Serhat Kural di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tekstên dansê, wateya bi kilamên dengbêjan û wiha domand: “Helbet di çanda dengbêjiyê de nûjenî jî heye. Ji ber ku di mijarên wê de herikbariyek heye û mijar diyar in. Di mijarên wê de rol, îmge û karekter diyar in. Ji her berhemeke dengbêjiyê tekst dikare bê amadekirin. Karê me yê dansê, şano û muzîkê jî ev e, em hewl didin wê tekstê di hunerê de bihûnin. Armanca me ew e, em çanda kurdan heta ya êzidî, suryan û ermenan a qedîm bi hunerê derînin holê. Di her kilameke dengbêjiyê de bi rastî jî tekstên gelek balkêş hene. Yek bi yek li ser her hevokê me kareografiyek derxist û vê yekê jî karê me gelek hêsan kir. Bi kurtasî me xwest bi vê projeyê danseke nûjen, bi çanda dengbêjiyê re bînin cem hev.”

‘Di her qadê de pêşketin hewce ye’

Mezopotamya Dansê heta niha gelek mijarên cur bi cur lîstine û  Kural der barê de ev anî ziman: “Me xwest bi taybetî çanda kurdan û bi giştî di nav çanda Mezopotamyayê de ew nasnameya ku bi rengekî û çandeke serbixwe, taybet û dewlemend hatî avakirin, bi hunereke naîf derxînin holê. Em kurd hewce ye di her qadê de bi pêş bikevin. Îro em dibînin ku di nav çanda kurdan de herî zêde muzîk bi pêş ketiye, sînema û şano jî hêdî hêdî bi pêş dikevin lê mixabin di karê wênasazî, peyker, dans û gelek beşên din de tu pêşketinek tune ye. Me jî bi van cureyên  dansê  xwest ku pêşketinek di vê qadê de jî çêbibe û ev yek bi çanda vê axê ve girêdayî be, bi çanda me kurdan ve girêdayî be.”

Albuma Dîwana Dubeytî

Serhat Kural piştî xebateke demdirêj a 6 salan, albumek ji çarînên Baba Tahirê Uryan (Dîwana Dubeytî) bi strandina 12 muzîkjenan, bi terzeke nûjen amade kiriye. Kural di serî de xwestiye xwe di dansê de bi pêş bixe û di van salên dawî de berê xwe daye muzîkê jî. Kural çend roj berê strana bi navê ‘Kovî’ ya gotin û muzîk eydî wî ne, bi dansa xwe wek klîb li ser platformên dijîtal parve kir.