19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karkerên madena herî mezin a cîhanê biryara grevê girt

Şewba Covid-19’an li çar aliyê cîhanê bandora xwe didomîn e. Li welatê Şîlî ya başûrê Amerîkayê karkerên di madena sifr de dixebitin ji şîrketa ku girêdayê wê ne xwestin ku ji bo xebata wan a di dema pandemiyê de bila ji bo careke 23 hezar dolar (192 hezar TL) bidin wan. Lê şîrket ev pereyê ku nêzikî ji sedî yek kara wan e qebûl nakin ku bidin karkeran.

Karkerên madena Escondida li ser mijarê civîneke li dar xistin. Di civînê de 2 hezar û 164 karker got ku ew vê kiryara şîrketê qebûl nakin û dixwazin bikevin grevê. Tenê 11 karker got ew grevê qebûl nakin.

Madena Escondida di cîhanê de madena herî mezin e. Heke di navbera 5 an jî 10 rojan de şîrket û sendîka li hev nekin dê karkerên herêma Antofagasta jî bikeve grevê.

Her wiha greva herî dirêj a li welat aboriya welat ji sedî 1,3 biçûktir kiribû.