16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karkerên PTT’ê mafê xwe xwestin

Sendîkaya Kedkarên Postaxane û Ragihandina Çapemeniye (HABER–SEN) li ber postexaneya deriyê çiyê ya Sûrê bi afîşê “Em keda kedkaran bi we nadin xwarin” daxunyanî da çapameniyê.

HABER- SEN’ê ji bo ku şart û mercên  kedkarên postaxaneyê bê başkirin û kemasiya kedkaran bê derbaskirin daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Sabrî Gunduz beriya daxuyaniyê xwest li dijî mobînga tê kirin lêpirsin were destpekirin.

Piştre Sekreterê HABER-SEN’ê Yilmaz Tekin jî daxuyanî da û bal kişand ser karên zêde û kemasiyên kedkaran. Tekîn xwest personel bêne zêdekirin û wiha got: “Li şûna ji bo barên zêde yê ser pişta personelan were sivikkirin û hêjmara personelan bê zêdekirin, dijberî wê barê personelan zêde dikin, tundiya li ser personelan zêde dikin. Divê demil dest rêveberên PTT’ê dest ji kiryarên xwe yên dij huqukî berdin.”

Herî dawî girseyê dirûşmeyên “Em ê berxwedanê ser bikevin” û “Em mafdarin û em ê bi ser bikevin” berz kirin û belav bûn.