24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KASED dê li Mêrsînê konserekê li dar bixe

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), dê di 22’yê Çileyê de li Mêrsînê konserekê li dar bixe. Konser dê li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bê lidarxistin. Hunermend Feryal Oney û Devrîm Demîr dê derkevin ser dikê. Hunermend Cejna Sarûhan ku di organîzasyona konserê de cih digire, bang li hemû jinan kir ku tev li konserê bibin.

Sarûhan, anî ziman ku jin ji ber nekwekheviya zayendî ya civakî ji hunerê hatine dûrxistin û wiha got: “Em di qada hunerê de jî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Feraseta baviksalarî wekî qadin din, dixwaze me ji vê qadê jî dûr bixe. Ferasetên wekî ‘tu jin î hunerê neke’ û ‘tu jin î dê hin kes zimandirêjiyê bikin’ hwd. hene. Yanî tim astengiyan didin ber me. Lê me di nav hunerê de cih girt û dest bi rûxandina vê ferasetê kir. Em li dijî vê ferasetê têdikoşin û em tim bitêkoşin.”

Sarûhan, destnîşan kir ku ji bo hîn bêtir jin di qada hunerê  de çalak bikin têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Sedema vê konserê jî, ew e ku em rastiya jinan xuya bike. Em vê carê bi konserê vê yekê dikin. Werin em bi hev re li dijî vê ferasetê piştevaniya jinan bikin.”