spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaya: Kesên ewlehiya kujeran dikin wan teşwîq dikin

Êrişkarê nîjadperest Onur Gencer bi çekê êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kir û piştî ku endama HDP’ê Deniz Poyraz qetil kir avahî da ber agir. Piştî êrişê bi sedan welatî herikîn ber avahiyê û gelek aliyan bertek nîşanî komkujiyê dan. HDP têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ya bûye sedema êrişê îktidar e û wiha got: “Ên provekatoran ber bi partiyê ve dişînin Wezareta Karê Hundur e.”

Wek tê zanîn ku êrîşên provakatîf ên li dijî HDP’ê ev demek dirêj e dewam dikin. Duh li Enqereyê li ber çavên polisan, li Doza Kobanê de jî nîjadperestan êriş li dijî HDP’ê pêk anîn. Her wiha li dijî êrişkaran jî tu tedbîr nehat girtin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya bertek nîşanî qetilkirina endama HDP’ê da da zanîn her ku têkiliyên qirêj ên dewlet-çete mafyayê derdikeve pêş êrişên li ser HDP’ê jî zêde dibin.

Huda Kaya da zanîn ku ew texmîn dikin êriş ji aliyê kê ve pêk hatiye û wiha domand: “Sûcên nûnerên îktidarê her roj îfşa dibin. Em dibînin ku ew bi sûc, derew, talan û cinayetên xwe çawa di qorziyê de asê mane. Em jixwe li hêviyê bûn ku ji bo rojevê biguherin ew ê tiştekî bikin. Ev ne surprîz e. Serokê tetîkkêşan Wezareta Karê Hundur e.”

Kaya da zanîn ku polîsan ji bo ewlehiya kujer ew kirine bin çavan û wiha domand: “Bila kes ranebe û nebêje êrişkar serxweş bû, dîn bû, nexweş bû. Bila henekê xwe bi aqilê civakê nekin. Ev êriş bi agahiya Wezareta Karê Hundur, dewlet û îktidarê pêk hatiye. Hûn lê nenêrin polîsan bersûc kirin bin çavan. Polîsan ji bo ewlehiya wî ew birin. Kesên ewlehiya kujeran dikin wan teşwîq dikin. Kesên niha wî teşwîq kirine wî diparêzin.”

Huda bi lêv kir ku tiştên îro hatine serê HDP’ê ew ê sibehê bê serê muxalefetê û wiha pê de çû: “Dixwazin ji ser HDP’ê muxalefetê jî biçewisînin. Muxalefet ger bixwaze muxalefetê bikin wê demê bila têkiliyên qirêj ên îktidarê deşîfre bikin. Divê hemû muxalefet caba van tetîkkêşan bidin.”