25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kazimî: Em dizanin kê êrîş pêk anî

Serokwezîrê Iraqê, der barê êrişa li dijî mala xwe de axivî û diyar kir ku ew dizanin ku êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin. Kazimî der barê êrîşa li dijî xwe de daxuyaniyek da çapemêeniyê.  Kazîmî, têkildarî êrîşê diyar kir ku ew dizanin êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin û wiha got: “Em ê rêça kesên ku duh sûc kirine lêkolîn bikin û em baş dizanin ku kî ne, di demeke nêz de em ê aşkera bikin.”

Kazimî di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser aliyên ku dixwazin ewlekariya Iraqê têk bibin û wekî mafyayan tevdigerin û wiha got: “ Em herdem li dijî gendeliyê rawestiyane û em ê her li dijî kesên ku gendeliyê dikin, rawestin.”

Der barê encamên hilbijartinan de jî Kazimî wiha got: “Lêkolîna encaman ne karê dewletê ye ew karê saziya peywendîdar e. Li gorî daxwaza gel me hilbijartinên pêşwext pêk anîn û di wî warî de me hemû daxwazên saziya bilind a hilbijartinan pêk anî”.

Wekî tê zanîn doh êvarî li dijî mala Kazimî ya li “Herêma Kesk” a li Bexdayê bi Balefira Bêmirov a Biçek (SÎHA) êrîş pêk hatibû û tiştek bi Kazimî nebûbû.  Lê di encama êrîşê de tê gotin ku 7 parêzvanên wî birîndar bûne. Her wiha piştî êrîşê li derdora “Herêma Kesk” û li gelek deverên Bexdayê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin û li derdorê maşîneyên zirxî hatine bicihkirin.

Li gorî agahiyên dawî ên der barê vê êrîşê de balafirên bê mirov ji nava kolanên Bexdayê ji 10 km. dûrî mala Kazimî rabûne û hejmara kesên birîndar bûne 7 kesin.

Ne dûre ku ev êrîş yek ji encamên nerazîbûna li dijî hilbijartinan be û ji xwe berê jî hin aliyên alîgirên Îranê ên xwedî hêzên milîs û çekdaran di vî warî de gef li rayedarên Iraqê xwaribûn.

Serdana berpirsê Îranê

Balkêşe ku berpirsê rêxistina çekdar a girêdayî Parêzvanên Şoreşa Feleq Elê Ismaîl El Qanî,  serdana Iraqê kir. Ji ber ku ev serdan piştî êrîşa li dijî Kazimî bi çend seatan pêk hatibû û ji ku berê jî milîsên çekdar ên girêdayî Îranê gef li hikûmetê xwaribûn lewre gelek pirs di serê mirovan de çêdibin. Yek ji wan pirsan jî ev e ku gelo têkliya wê serdanê û êrîşê bi hevre heye an na?