18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kazimî û YBŞ’ê dê peymana 9’ê cotmehê niqaş kiribûna

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê tebaxê de sûka Şengalê bombe kir û Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda hatin qetilkirin. Di 17’ê tebaxa 2021’ê de Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombe kir. Di êrîşê de 4 xizmetkarên tenduristiyê û 4 endamên YBŞ’ê jiyanên xwe ji dest dan. 4 kes jî birîndar bûn. Rojnameger Îbrahîm Êzidî êrîşên li dijî Şengalê nirxandin.

Rojnameger Îbrahîm Êzidî anî ziman ku geşedanên li pişt perdeyê mirov dikare bi gelek şêwazan binirxîne û wiha got: “Dema Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berê xwe da Şengalê Berpirsê YBŞ’ê Seîd Hesen, di aliyê dîplomasiyê de jî kar û xebatên YBŞ’ê dida meşandin. Li ser daxwaza Mistefa Kazimî Fermandar Seîd Hesen berê xwe dabû Şengalê. Li ser rewşa Şengalê ya ewlehî û îdarî xwest nîqaş bikin. Bi qasî nîv saetê beriya hevdîtina bi Mistefa Kazimî re balafiran li maşîneya fermandarê YBŞ’ê xist. Dema Serokwezîrê Iraqê xwest serdana Şengalê bike, ev êrîş pêk hat. Serdana Kazimî nîşan dide ku rewşa Şengalê aram û ewle ye. Lewra, heke rewşa Şengalê ne ewle bûya Kazimî dê nikaribûya derbasî Şengalê bibûya. Dewleta tirk ji bo rastiya ewlehiya Şengalê berovajî bike û di raya giştî de wekî ku ne ewle ye nîşan bide êrîşî Şengalê kir.”

Êzidî, anî ziman ku Iraqê ezmanê xwe ji Tirkiyeyê re vekiriye û wiha axivî: “Eger Iraq destûr nede wê Tirkiye nikaribe êrîş bike. Beramberî hatina Kazimî, Iraqê destûr daye ku Tirkiye êrîşê li Şengalê pêk bîne. Ji ber ku du rojan li ser hev êrîş pêk hatin.”

Dê Peymana 9’ê cotmehê bihata nîqaşkirin

Îbrahîm Êzidî, bal kişand ser mijarên ku dê di hevdîtinê de bihatana nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: “Dê bi Mistefa Kazimî re mijarên pir girîng bihatana guftûgokirin. Hebûn û tunebûna Rêveberiya Xweser dê bihata nîqaşkirin. Berê Peymana 9’ê cotmehê hatibû îmzekirin. Di van hevdîtinan de diviya hin xal bihatana guhertin an jî peymana 9’ê cotmehê bihata îptalkirin. Ku peyman bihata betalkirin ji xwe pirsgirêk tune bû. Lê ku nehata betalkirin jî dê hin xal ji sedî sed bihatana guhertin. Ji bo ku di aliyê qanûnî de Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê bên qebûlkirin. Mistefa Kazimî piştî seredana Koço dê serdana Rêveberiya Xweser bikira û wê bi desteya Rêveber a Şengalê re bihata cem hev. Dema Serokwezîrê Iraqê bi kîjan saziyê re rûnê tê wê wateyê ku ew sazî fermî ye. Wê Mistefa Kazimî Rêveberiya Xweser ziyaret bikira û mecbûr bû statuyê qebûl bike. Ku qebûl nekira nikaribû hevdîtin jî pêk bianiya. Ji bo rê li pêş van hevdîtinan bigire êrîş kirin.”

Îstîxbaratê ji erdê dane   

Êzidî, bal kişand ser hevkariya dewleta Iraq, PDK û Tirkiyeyê ya bi êrîşê re û wiha berdewam kir: “Nexweşxaneya Sikêniyê û sûka kevn a Şengalê ku Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda li wir bûn hedefa êrîşan, li nêzî baregehên artêşa Iraqê ne. Lê artêşa Iraqê mudaxale nekiriye. Eger hevkariya Iraqê û Tirkiyeyê bi hev re tune bûya dê baregehên Iraqê jî bombe kiribûya. Ev nîşan dide bu bi zanebûn îstîxbarat ji nava Şengalê ji wan re çûye.”

Her tim bi êrîşên Tirkiyeyê gef li Şengalê xwarin

Êzidî, bi bîr xist ku heta niha gelek hevdîtin hatibûn kirin û wiha berdewam kir: “Di hemû hevdîtinan de ji civaka êzidî û rêveberiya xweser re gotibûn ‘Eger hûn şertên me qebûl nekin û peymana 9’ê cotmehê qebûl nekin, wê dewleta tirk êrîşî we bike. Em ê nikaribin rê li ber êrîşên dewleta tirk bigirin’ Bi êrîşên dewleta tirk re gef li êzidiyan xwarin. Di vê hatinê de jî êrîş kirin. Bi vê êrîşê xwestin êzidiyan çavtirsandî bikin. Rêveberiya Xweser gavan paşve biavêje. Dest ji mafê xwe yê rewa berdin. Iraq jî bêje ‘Hûn peymanê qebûl nekin dê ev tişt rojane bên serê we’. Ya balkêş ew e ku Mistefa Kazimî Koço ziyaret kiribû. Li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de qala êrîşan nekir. Tenê qala peymana 9’ê cotmehê kir. Seîd Hesen jî di aliyê Iraqê de yek ji Fermandarê Lîwaya Haşdî ya girêdayî Heşda Şahbî bû. Di aliyê fermiyetê de bi Iraqê ve girêdayî bû. Kazimî ji malbatê re sersaxî jî nexwest. Tenê qala peymana 9’ê cotmehê kir û diyar kir ku pêwîst e peymana 9’ê cotmehê pêk bê.”

Nexweşxaneyê xizmeta gel dikir

Rojnameger Îbrahîm Êzidî herî dawî têkildarî êrîşa li dijî neweşxaneyê jî ev tişt got: “Di êrîşa li dijî nexweşxaneyê de jî nîşan dide ku exlaq, wîcdanê dewleta tirk tune ye. Ev nexweşxane ji aliyê YBŞ’ê ve hatibû avakirin. Ji ber ku rêveberiya Bexda û Kurdistanê xizmeta tenduristiyê nedikir. Gel vegeriyabû van herêman. Bi taybetî gel vegeriyabû gundê Sikêniyê. Nexweşxane ji aliyê leşkerî zêdetir di xizmeta gel de bû. Hemû pêkhateyên Şengalê seredana vê nexweşxaneyê dikirin. Hêzên artêşa Iraqê rojane seredana vê nexweşxaneyê dikirin. Bê cudahî xizmeta hemû kesên pêdiviya wan bi tedawiyê heye dikir. Ev êrîşa li dijî nexweşxaneyê nîşan dide Tirkiye bi hemû hêza xwe li dijî mirovahiyê ye.”