spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD: Di şexsê Ocalan de Tirkiyeyê tecrîd dikin

Rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê di çarçoveya kampanya “Dema Azadiyê” de civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê ya Sêrtê pêk hat. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civîna gel bûn. Di civînê de pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin, ji bo jiyanê edalet ” û “Em ê tecrîdê bişkînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin” daliqandin.

Hevserokê giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku zextên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser civakê her ku diçe zêde dibin û got: “Dema em li pêvajoya têkoşîna 40 salan dinêrin, em dîrokeke tije berxwedan dibînin. Kurd di rojeva cîhanê de ne.”

Bayindir anî ziman ku di çarçoveya plana hilweşînê de 7 sal in êrişên xwe yên li ser 4 parçeyên Kurdistanê didomînin û wiha got: “Bi binçavkirin, girtin û qetlîamê dixwazin vê planê pêk bînin. Lê her carê ev plan rastî berxwedana gel tê.  Qesr û AKP’ê bi êrişan ti encam negirtin, aboriya wan hilweşiya.

‘Kurd li her derê li ber xwe didin’  

Bayindir bal kişand ser zextên li ser girtiyan ên li girtîgehan û got: “Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî girtiyan êrişeke dijwar tê kirin. Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat li ber xwe didin. Li girtîgehan li ber xwe didin. Ev gel li ber xwe dide. Ev berxwedan wê bibe dawiya wan. Ji ber ku vê yekê dizanin ji her alî ve êriş dikin. Çi bikin bila bikin, nikarin girtiyên ku prensîba berxwedanê girtine bitirsînin.”

‘Kurd çûn ku bi girtin û kuştinê re rû bi rû man’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd dewam dikin û wiha got: “Gelê kurd bi komkujî, koçberî, girtin, şewitandina gundan, bi koçberiyan re rûbirû ma û hêj ev didome. Kurd diçin ku bi vê zîhniyeta înkarê re rûbirû dimîne. Ji bo ciwan û jinan planên wan hene. Bi tiryak û fuhûşê dest bi vê planê dikin. Bi fuhûş û tiryakê hewl didin ciwanan bixînin. Ciwanên ku xwebûna xwe winda kirine ji bo wan dibin armanca êrişê.”

‘Felsefeya Ocalan dê siberoja gelê kurd azad bike ‘

Ozturk da xuyakirin ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin kurdan bêîrade bihêlin û wiha got: “Yên ku hewl didin gelê kurd vîna xwe winda bikin, bila bizanibin ku wê di sergoyê dîrokê de werin veşartin. Yên ku berê ev yek ceribandin û bi ser neketin dizanin. Felsefeya Ocalan wê siberoja gelê kurd rizgar bike. Gelê me biryara xwe daye. Rêberên xwe hilbijartine. We tecrîd girantir kir, tevahî Tirkiye ketiye bin tecrîdê. Ji bo başkirina rewşa fîzîkî ya Ocalan divê em têkoşînê mezin bikin. Dijminatiya Ocalan û kurdan Tirkiyê aniye wê astê ku siberoja xera bikin. Êrişî Efrînê kirin, niha jî dixwazin êrişî Kobanê bikin. Yên ku li wir mirovahiyê rizgar kirin dikin armanca xwe. Bi çeteyan re hatin cem hev. Armanca wan ew e ku kurdan bêstatû bihêlin. Ji ber ku Kobanê neketiye birînek di dilê wan de vekiriye. Dixwazin vê birîna xwe bi êrişa li ser doza Kobanê an jî Kobanê bigrin. Her cure hincet û hincetan derdixin. Ne tenê li Rojava, li Bakur û Başûr jî êrişî gelê me dikin.”

Ozturk bal kişand ser kurdên ji ber polîtîkayên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ketine ser rêyên koçberiyê û wiha bi dawî kir: “PDK li ser rêveberiyê ye, lê her kes ji vê koçberiyê berpirsyar e. Dema ku kurd li wir wêran dibin ev eşîr bi dewlemendî jiyana xwe didomîne. Li ser navê kurdan radibin û diaxivin. Xwîna kurdan li wan axan hatiye rijandin, lê li şûna dagirkeran gelê kurd berpirsyar dibînin, ne yên ku van xakan dagîr kirine. Piçek exlaq, hindik wîjdan lazim e! Ji kesên li ser sînor jiyana xwe ji dest dane berpirsyar in. Li şûna ku destkeftiyên gelê kurd biparêzin, rê li ber Erdogan û Bahçelî vedikin. Ji bo têkbirina van destkeftiyan çi ji destê wan tê dikin. Pişt re jî derdikevin û dibêjin em li ser navê gelê kurd diaxivin. Her wiha hemû kirinên wan rê li ber yekîtiya neteweyî digire. Ev gel yekgirtî ne. Lê ev zîhniyet dixwaze pêşî lê bigire. Gelê kurd ji yekîtiyê re amade ye. Mafê ti kesî tune ku vê yekîtiyê xera bike.”