Duşem, Çile 25, 2022

KCD: Ocalan ruhê gelê kurd e

Rêxistina Kongreya Civata Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya  Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Buroya Nûnertiya Navenda Giştî ya DBP’ê têkildarî tecrîd û cezakirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, Aktivîsta TJA’yê Hîlal Ada amade bûn.

Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ewilî axivî û têkildarî tecrîda nirxandinên girîng kirin. Aydenîz, anî ziman ku cezayê dîsîplînê yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn û duh di çapemeniyê de hatiye dîtin berdewama tecrîda 23 salan e û wiha got: “Berê bi hinceta ‘Muxalefeta hewayê heye’, ‘Keştî xerabe ye’ û hincetên din destûr nedidan ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Lê di demên dawî de bi taybetî bi cezayên dîsîplînê tecrîdê mutlaq dikin. Bi van cezayan dixwazin tecrîdê berdewam bikin. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdê li ser 3 girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Weysî Aktaş jî ferz dikin. Bi vê tecrîdê, li ser hemû gelê Tirkiyeyê û hemû hêzên muxalif tecrîdê pêş dixe. Ev pir zelal e. Duh dîsa derket holê ku di 12’ê cotmehê de 6 mehan cezayê hevdîtina parêzeran, 3 mehan cezayê hevdîtina malbatê li Birêz Ocalan birîne. Em dizanin ku qedexeya ziyareta malbatê ji 18’ê tebaxê de dest pê kiriye. Ji wê demê heta niha bi dehan caran parêzeran serlêdan kirine, lê heta niha bi tu awayî bersîv nehatiye dayîn. Herî dawî ji bo serlêdana hevdîtina lezgîn, hat dîtin ku dîsa ceza li Birêz Ocalan hatiye birîn. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê tecrîd bûye rêbazê rêveberiya welatekî.”

‘Qeyrana bi Tirkiyeyê tecritê re girêdaye’

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku qeyrana Tirkiyeyê bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye û wiha domand: “Pir zelal e, tecrîda îro li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di rastiya xwe de li ser tevahiya Tirkiyeyê tê pêşxistin. Îro li Tirkiyeyê gelek krîz pêş dikevin. Qeyrana aborî, qeyrana rêveberiyê, qeyrana siyasetê, kuştina jinan, talankirina xwezayê û qeydarên din tev xwe dispêrin tecrîdê. Hemû xetimandina pirsgirêkan ji ber rejîma yek zilamî ye. Rêveberiya Tirkiyeyê xwe bi tecrîdê mezin dike. Bi vê yekê Tirkiye di zinar werdikin. Girava Îmraliyê kirine laboratuvara hemû qeyranên Tirkiyeyê. Ev îqtîdar baş dizane ku fikrên Ocalan, felsefe û perspektifên Ocalan demokratîkbûn û aramiya Tirkiyeyê baş pêş dixe. Ji ber ku me pêvajoya salên 2013-2015’an dît. Di vê pêvajoyê de me dît ku Tirkiye ket rewşa aramiyê. Me dît ku Birêz Ocalan perspektifên demokrasiyê dide. Kengî tecrîd bi dawî bû diyalog û demokrasî pêş ketiye. Bi tecrîdê dixwazin dengê Birêz Ocalan qut bikin. Dîsa di 2019’an de piştî çalakiyên greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de pêk hat, hevdîtin hatin kirin. Dîsa di 6’ê gulanê de Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul diyar kir ku li pêş hevdîtinê pirsgirêkên hiqûqî tune ye. Dê hevdîtin bê kirin. Lê me dît ku dîsa hevdîtin hatin qutkirin û dîsa tecrîda li Îmraliyê berdewam kir.”

‘Rêveberiya Tirkiyeyê xwe dispêre tecrîdê’

Aydenîz helwesta hikûmeta AKP’ê ya li dijî Îmraliyê rexne kir û wiha got: “Rêveberiya Tirkiyeyê xwe dispêre tecrîdê. Ji ber tecrîdê Tirkiye van pirsgirêkan dijî. Israra tecrîdê astengiya herî mezin a li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Kesên demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re dikin derd, divê tecrîdê ji bo xwe bike derd. Divê hemû hêzên muxalif û demokradîk zanibin ku sedema hemû qeyranan polîtîkayên tecrîdê ye û li gorî vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Rola CPT ya di tecrîdê de

Aydenîz bal kişand ser rola hêza navneteweyî û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) û wiha lê zêde kir: “Îro di tecrîdê de rola hêzên navdewletî û berpirsiyariya CPT jî heye. Divê CPT jî erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Bêdengiya li dijî tecrîdê, parastina tecrîdê ye.”

‘Tecrîd navê dijminantiya kurdan e’

Aydenîz anî ziman ku di hemû peymanên navneteweyî de tecrîd wekî sûcê mirovahiyê tê pênasekirin û wiha lê zêde kir: “Bêdengiya li dijî tecrîdê parastina tecrîdê ye. Em pir baş dizanin ku cezayê li Birêz Ocalan hatiye birîn, navê dijminantiya kurdan e. Ev tecrîd navê dijminantiya kurdan e. Cezayê duh di çapemeniyê de hat parvekirin, ne li gorî hiqûq, zagon û mafên mirovan e. Divê demek berî demekê dest ji vê polîtika tecîdê berdin. 8 meh in tu bi awayî ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Em û gelê kurd bi vê yekê pir bi fikar in. Bi milyonan kesên dibêjin Ocalan vîna min e vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber vê yekê divê demek beriya demekê dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Em TJA, KCD DBP û HDP ji niha û şûnde li dijî tecrîdê dê têkoşîna xwe mezin bikin. Em pir zelal diyar dikin ku em tecrîdê qebûl nakin.”

Berdan Ozturk: Ocalan ruhê gelê kurd e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê ya desthilatdar piştî tecrîdê biryara şer da û wiha got: “Hikûmeta Tirkiyeyê bi tecrîdê biryara şerê qirêj da. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve.  Rakirina tecrîdê, ji bo aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê pir girîng e.”

‘Ocalan vîna gelê kurd e’

Ozturk bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê û di Rojhilata Navîn Birez Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê aktorekî siyasî yê gelek girîng e. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya li dijî Ocalan li gorî vê yekê be. Ocalan ji bo gelê kurd nirxekî sembole, Ocalan ne şexse vîna gele Kurd e.”

Ozturk di berdewama axaftina xwe de helwesta rêxistinên mafên mirovan rêxne kir û wiha lê zêde kir: “Rêxistinên mafên mirovan bêdeng in. Li dijî îşkenceyê nasekinin. Ev durûtiye. Ev nayê qebûlkirin.

Ocalan bedena bê ruh bi ruh kir

Berdan Ozturk rol û girîngiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd jî bibîr xist û wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare gelê kurd û Ocalan ji hev qut bike. Divê Tirkiye hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Hêzên navdewletî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) li hemberî tecrîdê bêdeng in. Tecrîd di nava tecrîdê de pêş dikeve. Yên li hemberî tecrîdê bêdeng in. Yên ku zagona mafên mirovan û tecrîde nivîsîne, îro li dijî tecrîdê bêdeng in. Bêdengiya tecrîdê şirîkatiya tecrîdê ye. Em dibêjin durist bin û durûtiyê nekin. An dîroka kurdan baş nizanin, an jî nizanin ku Birêz Ocalan ruhê gelê kurd e. Laşê kurdan hebû. Lê di nava wî laşî de ruh tune bû. Beden bê ruh nikare bijî. Di dîrokê de ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek caran girevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Hevseroka me Birêz Leyla Guven 200 rojan ket çalakiya greva birçîbûnê. Em carek din dibêjin Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Tecrîd şaşî ye, xeletî ye. Em carek din dibêjin vê şaşî û vê xeletîyê nekin.”