19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD, TJA, DBP û HDP’ê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir

Rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî êrîşên hewayî yên ku Tirkiyeyê li ser Şengalê pêk anîn daxuyanî dan. Nûnerên partiyan û rêxistinên civakî li avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê kom bûn û êrîş şermezar kirin.

Ewil hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî êrîşan da û wiha got: “Li dijî Şengalê êrîşên hovane têne kirin. Di dîrokê de 74 ferman bi serê şengalê de hatin. Fermana 74’an bi destê DAIŞ’ê pêk hat. Dixwazin bi temamî gelê Şengalê tune bikin. Di êrîşên li dijî civaka êzidî de gelek kas hatin qetilkirin. Di van êrîşan de zilmek mezin tê kirin. Yên ku qadên sivîl û nexweşxaneyan bombe dikin wekî DAIŞ’ê ne. Hişmendiya DAIŞ û ya kesên Şengal bombe kirin yek e.  Heta ku gelê Şengalê xweseriya xwe bi dest bixin em ê bêtir têbikoşin. Em van êrîşan qebûl nakin û şermezar dikin.”

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê tebaxê de êrîş kirin. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 17’ê tebaxê de vê varê nexweşxane bombe kirin. Di vê êrîşê de şervanên YBŞ’ê Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî) yê Ereb ji Baacê, Meytem Xidir Xelef  (Serhed Zemar) yê Ereb, Xizmetkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlise Sîdar jiyana xwe ji dest dan.