Thursday, June 24, 2021

KCD û DBP: Demildest daxwazên girtiyan bi cih bînin

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî berxwedana li zindanan a li dijî tecrîdê ku di roja 182’an de ye, li Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyaniyek dan.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di daxuyaniyê de diyar kir rewşa welat her diçe xerabtir dibe û wiha got: “Welat ber bi zinarekî tarî ve tê tehfdan, azadiya gelan tê bisînorkirin. Di demeke wiha de ji bo me pêwîstî ye ku banga têkoşîna hevgirtî li hêzên demokrasiyê bikin.”

Ozturk axaftina xwe de ragihand ku ji tenduristiyê heta siyasetê, ji aboriyê heta ekolojiyê çavkaniya hemû pirsgirêkan bi neçareserkirina pirsgirêka kurdan ve girêdayî ye ev tişt got: “Ji damezrandina komarê û vir ve pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurdan e. Di dema osmaniyan de jî ev mijar hebû di salên dawî yên osman de hewl hate dayin ku bi rêbaza tepisandinê were astengkirin. Bi Komarê re rêbazên zext, zordarî û tundiyê girantir bû. Di serhildanên Şêx Seîd, Agirî û Dersimê de li şûna çareseriyê, bi tundî tevgeriyan. Neçareserkirina mijarê kurdan di salên 1990’î de her çû mezintir bû û veguherî şerekî giran. Civak li hember hev ji aliyê neteweperstiyê ve hat sorkirin. Nijadperestî ji aliyê dewletê ve hat afirandin. Gelê kurd hate terorîzekirin û qirkirin lê hatin ferzkirin.”

Berdan Ozturk axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û dest nîşan kir ku her ku tecrîd giran dibe çareseriya pirsgirêkan jî zor û zahmetir dibe û wiha domand: “ Li girtîgehan bi hazaran girtiyên siyasî, ji bo polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Di salên borî de jî ev yek gelek caran dubare bû. Girevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kir, sînorên girtîgehan derbas kirin. Her ku çalakiyên gireva birçîbûnê belav dibe, kaos, alozî û bê aramî jî zêde dibe. Rê li pêş siyaseta demokratîk tê girtin. Bêçareserî tê ferzkirin. Maf û azadî tê sînorkirin.

Ozturk da zanîn ku ev 182 roj in ku li girtîgehan grêvên birçîbûnê didomin û wiha got: “182 roj in bi hezaran girtî bedena xwe dane ber birçîbûnê. Her ku gireva birçîbûnê dirêj dibe, bedena mirov bêtir zerarê dibîne. Her girtiyên ku dikevin gireva birçîbûnê, di bedena wan de xisarên mayinde çêdibin. Mirov jiyana xwe ji dest didin. Em wekî KCD û DBP’ê di ferqa vê talûkeyê de ne. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîda Birêz Ocalan bi dawî bikin. Ji bo Birêz Ocalan karibe rola çareseriyê bilîze, em dixwazin Ocalan karibe azad tev bigere û azad xebatê bike.”