16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD û DBP’ê 2 malbat li hev anîn

Li gundê Pîrosa yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê 3 sal berê di navbera malbatên Yîgît ên xizmên hev de şer derketibû. Dijminahiya ku 3 sal in nedihat bidawîkirin bi xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dawî bû. Bi hewldanên KCD û partiyên siyasî malbat li hev hatin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê , Meclisa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî merasîma lihevanîna malbatan bûn.

Merasîma lihevanînê li qada gund pêk hat. Merasîmê bi duayan destpêkir. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozgûneş bal kişand li ser girîngiya aşitiyê û wiha axivî:” Divê em nexweşiyên di navbera xwe de vegerîn xweşiyê. Divê em li gundên xwe bajarên xwe û navçeyên xwe de bi tifaq bin. Dijminên me her tim nexweşiyên me vekolandine û birînên me kûr kirine. Divê em mil bidin hev û pirsgirîka kurd jî bi hevre çareser bikin.”

Bila ev bibe mînak

Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî jî anî ziman ku hêza kurdan a çareserkirina pirsgirêkên navxweyî heye û wiha got:” Îro herî zêde dixwazin ku nakokî, şer û pêvçûn di navbera gelê kurd de biqewimin. Bila ev aştî ji hemû kurd û Kurdistanê re bibe mînak. Ew kesên ku dixwazin di navbera me nakokiyan zêde bikin bila li vir binêrin. Gelê me girêdahî azadî û bîrdoziya xwe ye. Em dibêjin ku bila careke din bûyerên bi vî rengî nava me de çênebin. Îro gelê kurd di her hêlê de xwedî hêzin. Bi aştiyeke mayin de em ê bi serbikevin.”

Dijminê kurdan pir in

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî qala wate û girîngiya tifaqa kurdan kir û wiha got: “Şer, hilweşandin û tunekirin tişteke gelek hêsane. Lê aştî zehmete. Biryar û daxwaza aştiyê zehmete. Dilên malbatên me êşiyane. Lê dilê me bi hevre êşiya. Ev helwesta aştiyê ya herdû malbatên me ji hemû Kurdistanê re mînake. Dijminên gelê kurd pirin. Li çar perçeyên Kurdistanê sedsalane ji bo ku deskeftiyên gelê kurd tune bikin, her êrîşeke qîrêj kirine. Em dijminên xwe dizanîn. Ji ber wê jî divê em tifaq bin. Weke her gelekî divê em jî pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi riya diyalogê çareser bikin. Li Kurdistanê bûyer gelek zêde diqewimin. Sedemê van bûyeran dijminê me ye. Dî îro kurd hemû bûne yek û bi hevre têkoşîn dide. Dewleta tirk ji dîrokê heta roja îro gelek komkujî kirin. Tevî hemû komkujiyan Birêz Ocalan dibêje werin em li hev werin. Divê em vê felsefeyê ji xwe re esas bigirin. Em weke KCD’ê spasiya xwe dikin û dibêjin ku tişta herî bi rûmet aşitiye.”

Pişt re her du endamên malbatê bi destê hev girtin dawî li dijminatiya xwe anîn.

Merasîm bi xwarina aştiyê bi dawî bû.