19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD û DBP’ê li Çelê serdanên ‘Dem dema azadiyê’ ye dike

Serdan û hevdîtinên endam û rêveberên KCD û DBP’ê yên xebata ‘Dem Dema Azadiyê’ ye didome. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, li Colemêrg û navçeyên wê di çarçoveya xebata ‘Êdî Bes e, Dema Dema Azadiyê’ ye de bi welatiyan re hatin cem hev. Nûner û rêveberan îro li gundên Gêman û Aşût ên navçeya Çelê ya Colemêrgê serdanên gel kirin.

Li gundê Aşûtê bi sedan kesan Nûner û rêveberên KCD û DBP’ê pêşwazî kir. Di serdana gund de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, anî ziman ku xebatên xwe li hemû gund, tax û kuçeyan didomînin û wiha got: “Dewletan Kurdistan kirin çar parçe. Li van parçeyan tim zilm hebû. Hikûmeta Iraqê bi salan zilm li gelê kurd kir. Îran, her roj ciwanekî me bi dar ve dike. Li Sûriyeyê rejîmê bi salan tahde li gelê kurd kir. Lê gelê me yê Rojava bi pêşengiya jinê dîrok nivîsand.”

Şêniyê gund Abdûrrahman Ecer jî  diyar kir ku gelê kurd çiqasî bi komkujî û tunekirinê re rû bi rû bimîne jî, têra xwe dikin. Em bi ruh û can bi we re ne.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku îqtîdar li erdnîgariya kurdan komkujî û zilmê dike û wiha got: “Êdî cihêkariyê dikin. Niha cenazeyan bi kargoyankirin ji malbatan re dişinin. Dewlet li bajarên kurdan tiryak û fuhûşê pêş dixe û temenê xwe dirêj dikin.”

Piştî serdana gundan, heyet çû Çelê.