24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCDP: Em ê li tevahiya welat li ser pîyan bin

Meclîsên Jinan ên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) bi dirûşmeya “Qanûna bingehîn, zagon û peymanê bi cih bînin” dest bi pêngaveke nû kir.

Platformê têkildarî vê yekê di 16’ê Gulanê de  ji 6 welatên cuda û 73 bajarên Tirkiyeyê, bi tevlîbûna 750 endamên platformê civîna onlîne li dar xist. Di civînê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û bûyerên piştî peymanê pêkhatî hatin nîqaşkirin.

Jinan di civînê de bal kişandin ser biryardariya têkoşînê û xeta xwe ya nû ya çalakiyan aşkere kirin. Hin biryarên ku jinan girtin wiha ne;

“Em ê li hemû bajaran dengê xwe ji bo dirûşmeya  ‘Qanûna bingehîn, zagon û peymanê bi cih bînin’ bilind bikin. Emê bi awayekê girseyî û hemwext van çalakiyan li dar bixin.

-Em ê rê û rêbazên xwe yên têkoşînê yên li dijî bêhiqûqiyan her tim biguherînin.

-Em ê têkoşîna xwe bi awayekê bi armanc bi rêve bibin.

-Bi tevlîbûna gelek rojnamegeran em ê civîneke li ser onlîne li dar bixin.”

-Em ê bi bi her beşên civakê yên ku li dijî bêhiqûqiyê têdikoşin bên gel hev û rêbazên nû biafirînin.

-Em ê bi tecrûbeyên xwe rê li ber muxalefeta civakî vekin.

-Ber bi 1’ê Tîrmehê dema betalkirina Peymana Stenbolê, em ê di xeta xwe ya têkoşînê de Peymana Stenbolê bidin pêş û li tevahiya welêt li ser piyan bin.”